Rojava û bêdengî
Li Rojavayê Kurdistanê şerekî qirêj didome. Rêxistinên ku ji xwe re dibêjin ‘îslamî’ di bin heman navî de wehşetê pêktînin. Ne ola îslamê û ne jî oleke din van kiryaran qebûl nake.
Ji bihara îsal vir ve têkoşîna Kurdên Rojava û şerê qirêj ku li dijî wan tê meşandin di rojeva Kurdan de ye. Her rojê nûçeyên hemû televîzyonên kurdî bi ragihandinên bûyerên li vî parçeyî tije ne. Çi li welat û çi jî li derveyî welat be, girseyên Kurdan herdem di nava çalakiyên şermezarkirina vî şerê qirêj de ne. Bi taybetî di van rojên dawî de, li Bakurê Kurdistanê çalakî bi dorfirehî tên lidarxistin.
Li Ewropayê jî Kurd ne bêdeng in. Her heftiyê li cûrbecûr welatan çalakî çêdibin, bang li welatên ewropî tê kirin, da ku ew bêdeng nemînin. Lê mixabin, heya niha ji hêzên navneteweyî ti helwesteke di cih de raber nebûye. Hêzên ku parastina mafên mirovan ji xwe re dikin wezîfe, derbarê kiryarên qirêj û komkujiyên ku li dijî Kurdên Rojava pêktên de ketine nava bêdengiyê.
Di nava hêzên navneteweyî de tenê Rûsyayê helwestek raber kiriye, wê xwestiye ku Kurdên Rojava jî tevlî guftûgoyên derbarê Sûriyê de bibin. Çendî em bizanibin ku Rûsya di çi pozisyonê de ye û bi heman helwestê armanca wê çî ye jî, dîsa helwesta wê di cih de ye.
Dibe ku ji ber mehên havînê be ku pirraniya rêxistinên navneteweyî kar nakin û ev bêdengî didome, lê belê dîsa jî em Kurd nikarin vê helwestê qebûl bikin. Li gorî ku ez agahiyan digirim, ji destpêka meha Îlonê bi şûn de, di nava saziyên Yekîtiya Ewropayê de mijara Rojavayê Kurdistanê dikeve rojevê, lê belê kî dizane ka heya wê demê çiqas Kurd tên qetilkirin, çend gund û navçe dişewitin?
Ligel vê bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî, di nava Kurdan de jî qismekî bêdengiyê heye. Ez naxwazim mijara bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistane li vir bînim ziman, ji ber ku ew hate nîqaşkirin, rexne çêbûn û di encamê de me daxuyaniyên rayedarên payebilind bihîstin. Ya ku ez dixwazim li vir bînim ziman; bêdengiya hin rewşenbîrên kurd ku li Ewropayê dijîn e.
Weke tê zanîn li Ewropayê bi sedan kesên ku ji xwe re dibêjin ‘em rewşenbîrên kurd in’ hene. Lê mixabin, qasê ku ez dibînim û dişopînim, ji derveyî derdorên PKKê zêde deng ji van rewşenbîrên kurd dernakeve. Çima gelo? Di vî warî de ez dixwazim hevoka rewşenbîrî bi zanistî bê nirxandin.