Hitler careke din li vir e!

Li ser têkiliya medya û dîktatoran…


Bi awirdaneke giştî û lezgîn li hemû karesatên ku di dinyaya îro de bi awayekî rojane diqewimin, berovajî rola dîktator û siyaseta derewîn a welatên mezin, bergewdebûna rola medyayê di şaşwazkirin û têkdana rastiyan de tiştekî berçav e.

 

Pir caran rol û bandora medyayê di afirandina karesatan de ji çekeke atomî ya bihêz pir xetertir e. Çimkî pêkan e bi riya medyayê dîktatorek bê ser desthilatê ku şiyana wî ya bikaranîna hemû amûrên metirsîdar li ser mirovatiyê hebe.

 

Fîlosof û civaknasê fransî Pierre Bourdieu bi awayekî hûrbîn behsa metirsiyên medya û rojnamevaniyê dike û bawer dike ku medya û morala rojnamevaniyê dikarin metirsî û gefeke mezin li ser jiyana siyasî û demokratîk pêk bînin. Bourdieu dibêje ku gelek medya meydanek in ji bo rojnamevanên ku ji bo bidestxistina cemawer û bîner û guhdarên bêhtir amade ne bi gelek şêweyên taybet gelek babetên nijadperestî şênber bikin û bêyî ku haya wan jê hebe yan bixwazin, hizra faşîzmê geş dikin.

 

Bi baweriya Bourdieu, medya wek navend û kereseyeke gihandina rastiyê kar nake û li paş medyayan hin tiştên nihênî hene ku haya civakê ji wan nîne, tiştê ku heye û diqewime ew e ku zimanhalê kesê medyakar dibêje: “Ez dixwazim xwe nîşanî xelkê bidim û xwe nimayîş bikim.” Ji bo vê mebestê, Bourdieu amaje dide hevokeke Berkeley ku dibêje: “Bûn wergirtin e.” Berkeley li bûnê wek wan kartêkirinan temaşe dikir ku tişt li ser his û hestên me dihêlin, eger hestê tiştek wernegirt bûna wî tune, bûn ji tiştên em bi hestê wan werdigirin pêk tê.

 

Lewra tenê ew beşê bûnê ji medyayê re girîng e ku bandorê li ser hestên me dike. Rastî ew e ku em werdigirin, ne ew tişt e ku bûye, ango rastî ew e ku rojnamevan dirust dikin. Bi giştî Bourdieu bi reşbînî berê xwe dide medyayê û bi taybetî TV û bawer dike ku TV ji ber ku dikare sûdê ji wêneyên zindî werbigire, dikare baştir û hêsantir bîner bixe jêr karîgeriya siyaseta xwe. Bourdieu di kitêba “Derbarê TV û Desthilata Rojnamevaniyê” de, bi hûrgilî behsa metirsiyên amûra televizyonê dike.

 

Yek ji fîlmên ku min vê dawiyê lê nerî û rastiya vê kitêba Bourdieu zelaltir dike, fîlmê “Ew careke din li vir e.” Fîlm ji romanekê bi heman navî hatiye wergirtin û ji aliyê nivîskarê Alman Timur Vermes ve hatiye nivîsandin. Fîlm behsa vegera Hitler dike. Di havîneke germ a Berlîna sala 2011an de, Hitler ji nişkê ve li nêzîkî cihê niştecîbûna xwe ya berê bi cilên xwe yên leşkerî li nêzîkî cihê yariyeke zarokan ji xew şiyar dibe.

 

Bêyî ku bizanibe çi hatiye serê wî, dest bi gerê li cade û kolanên bajêr dike. Bêyî ku tu zanyariyeke wî ya tevahî li ser bûyerên paş dawiya Şerê Duyem ê Cîhanî hebe. Hinek xelk tenê wek mirovekî sosret û nenormal lê dinerin. Lê hinekên din difikirin ku dikarin wî bikin mijarek ji bo şoweke TV û wiha bala xelkê bêhtir bikşînin ser kanala xwe.

 

Bi vî rengî Hitler careke din ji kesekî bê cih ku xelk tenê wek kesekî dîn û nenormal lê dinerin, bi riya bernameyeke TV ku reporterek amade dike, dibe Hitlerê berê û xelk bi coşdarî guhdariya wî dikin û bi dîtina wî şa dibin û bi riya wî nerînên xwe yên nijadperestî teqez dikin. Fîlm nîşan dide ku di civakeke vekirî û modern wek Almanyayê de jî derketina dîktatorekî dikare bi riya medyayê tiştekî pêkan be.

 

Bourdieu dibêje ku rojname û TV da ji hev li paş nemînin, timî hewl didin destê wan bilez bigihe babetekê û bi hev re di hevrikiyê de ne da zora hev bibin û bikarin bîner û guhdarên bêhtir ji xwe re bicivînin, lewra berê xwe didin karên demildest û lezgîn û neçarî. Bourdieu amaje dide wê gotina Plato ku dibêje: “Li jêr rewşa neçarî fikirîn ne pêkan e.” Bêguman di navbera hizr û demê de têkiliyek heye. Bourdieu vê pirsê dike ka gelo mirov dikare bilez bifikire? Bourdieu dibêje ku TV ji bo vê armancê sûdê ji lezgîniyê werdigire.

 

Li ba wî, TV amûrek e ku “bîr û baweriyên amadekirî” wek xwarinên bilez (fast food) pêşkêşî cemawerekî dike ku ne derfeta wan a fikirîneke kûr heye û ne jî dixwazin bi kûrî li ser pirsgirêk an babetekê bifikirin. Di TV de nûçeyên dirustkirî û bilez tên nîşandan û mane û naverok û dîrok û paşxane ji wan re tê dirustkirin.

 

Bînerên TV naxwazin an nikarin û kereseyên wan nînin bi pey rastî û dirustiya tiştan bikevin, lewra tiştê ku medya dibêje û reklamê jê re dike û xweşik nîşan dide, dibe xweşik û tiştê ku medya têk dide, dibe têkdayî. Bi vî rengî pêvajoya kawikkirina civakê bi awayekî nehişyar birêve diçe bi riya bikerên civakî ku beşek ji wan di nav TV de ne û beşekî din jî mesrefkerên bernameyên wê ne.

 

Bi vî rengî, desthilat bi awayekî erzan û kêmxercî bi berdewamî xwe berhem tîne. Nivîskarê romana “Ew careke din li vir e” bi zimanekî tinazkar û komedî ji me re dibêje ku Hitler di cîhana îro de jî dikare bi riya medyayê vegere û vê carê pêwistiya wî bi partiyeke qerase nîne, bername û kanalên kawikkirinê bi vî karî radibin û xelkê li dora wî kom dikin.

 

Ne merc e çekên wî tenê artêş û topxane bin, lê bernameyeke komedî dikare wî bike stêrk. Pir caran dema em li rabirdûya Nazîstan dinerin, bi piştrastî em bêzariya xwe li hember wan kesan nîşan didin ku di bin bandora Hitler û desthilata wî de ew hemû bêtar û tawan pêk anîn. Dibe ku hizrîna wê serdemê cihê henekpêkirin û bêzariya me be û bêguman em ji xwe re bêjin ku em tu carî di rewşeke wiha de nikarin di bin bandora tu hizrekê de bi tu dîktatorekî bêne xapandin, lê romana “Ew careke din li vir e” wê rastiya tal nîşanî me dide ku di her serdemekê de Hitlerek di nava her yekî ji me de heye û tenê li benda peydabûna derfet û cih û dema munasib e daku xwe nîşan bide.

 

Bi taybetî di serdema nû de, berovajî bîr û baweriyên ku wiha dibînin çimkî mirov bi pêş ketiye, êdî dibe ku kêmtir bikeve bin bandora bîr û hizrên metirsîdar û xeternak. Îro roj ji ber medya û medyaya civakî êdî maneya tekperestiyê nemaye û hizrîneke cemawerî li ba piraniya civakê dirust bûye û civak çi bifikire û çi rast bibîne, bêyî ku bizane gelo ew rastî ye yan çîrokeke destkird û têkdayî ye, baweriyê pê dikin.

 

Medya wî mirovê ehmeq û kawik dirust dike ku bêyî zanyariyeke wî ya tevahî hebe, biryara pêşdem li ser hemû diyardeyan dide. Bûyeran ji hemû paşxan û dîrokan vediqetîne û tiştekî jê dirust dike ku ew bi xwe dixwaze. Li ser vê bingehê jî pir hêsan dîktator mezin dibin û digihin armanca xwe!