Efxanistan.. Mîrnişîna îslamî ya neîslamî!

Mîrnişîna îslamî li Efxanistanê li ser qeyd û bendkirina jinan li wî welatî berdewam e. Vê carê biryar da ku deriyê zanîngehan heta demeke nediyar li pêş keçan bigire. Lewra ez dibînim ku pêwîst e ez li ser vê biryarê, encamên wê û rewatiya wê di şerîeta îslamê de hinekî di vê nivîsê de bisekinim.

Talîban wek bizaveke antî-femînîst (dijî jinan)

Roja 20ê meha borî, ji bo keçên Efxanistanê rojeke dijwar a din bû. Wezareta Xwendina Bilind a Mîrnişîna Îslamî ya Talîbanê di biryareke bi lez û bez de, deriyê tevaya zanîngeh û kolejên taybet li ber keçan girt. Di wê biryarê de hatiye gotin jî ku divê biryar demildest were bicihanîn. Rojekê piştî wê biryarê jî, dema ku keçên xwendekar ên wî welatî berê xwe dan fakulteyên xwe, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Talîbanê ve hatin dûrxistin û pêşî li wan hat girtin ku herin navendên xwendinê.

Girtina deriyê zanîngeh û kolejan li ber keçan di demekê de ye ku berê hikûmeta Mîrnişîna Îslamî piştî ku di nîveka Tebaxa 2021ê de hate ser desthilatê, biryar dabû ku navendên xwendina navendî li pêş keçan bigire. Ji bo xwendina bilind jî, çend tedbîr danîbûn ji bo ku têkilhevî dirust nebe, wek: Deriyên çûn û hatina wan cuda kir, refên wan cuda kir, tew ne ji mafê mamostayên mêr bû jî ku dersan bidin keçan. Carinan dibû heka ew mamosta pîr û bitemen bûna. Lê diyar e ku dilê wan bi van tiştan hênik nebû lewma xwendin bi tevahî li keçan qedexe kir.

Bêparkirina wan ji xwendinê, ne qeyd û benda bi tenê li ser keçên efxanî di bin siya desthilata Talîbanê de ye. Lê vê bizava radîkal ji wextê ku hatiye ser desthilatê qedexe kiriye kesên mê herin parkan, ew ji bazara kar dûr xistine ji bilî hin cihên ku hemû mê bin û hebûna bazar û karên bi vî rengî jî pir kêm e. Nabe biçin salonên werzişê û serşokên giştî. Di her derketineke wan a derve de jî divê bi temamî nixamtî bin û çarik (nîqab) bi xwe da kiribin.

Van tedbîran jî wiha kiriye ku bizav zêdetir wek dij-jin an mîna ku fobiya wê ji derketina kesên mê hebe, bixuye.

Encamên nexwestî

Di rastiyê de, qedexekirina xwendinê li jinan pêşhateke metirsîdar a din e, ji ber ku wek bizmarê dawî di tabûta keçên Efxanistanê de tê dîtin, êdî Efxanistan bi tevahî dibe welatekî nêr û bi vî rengî jî tu goşeyek ji keç û jinan re namîne ji bo ku rola xwe tê de bilîzin.

Ji niha û pê ve êdî tu siberojeke keça Efxanistanê namîne, bi zorê didin mêrkirin an wê zû didin zewicandin, bi tenê li malê be, mafên wê bertelef dibin û egera şideta li hember wê zêdetir dibe.

Jin di navbera Talîbana kevn û nû de

Di demekê de ku çavê hemû cîhanê li ser ekranên medyayê bû çawa dîmena reva xelkê bi giştî û jinên Efxanistanî bi sedema vegera Talîbanê vediguhastin, serkirdeyên wê partiyê daxuyanî didan û xelk piştrast dikirin ku dê mafên wan parastî bin. Vê yekê wiha kir ku em ji qonaxa niha ya desthilata Talîbanê re bibêjin Talîbana nû. Mîna ku tevgereke din an guhertineke bingehdar di dîtin û nêrîna wan de qewimîbe.

Bi girtina deriyên zanîngehan li ber xwendekarên keç, Talîbanê perde ji holê rakir û rûyê xwe yê rast eşkere kir. Eşkere ye ku ew nehatine guhertin. Hîna ew Talîban e ku welatê xwe tûşî wêraniya şer kir û kavilistaneke mezin bi dûv xwe de anî.

Di ger û wîlayeta Talîbanê ya ewil de her tişt li kesên mê qedexe bû. Di wîlayeta niha de jî, wek kurd dibêjin heman tasik û heman serşok e. Lê di qonaxa xwe ya yekem de, di cih de her tişt qedexe kirin û her ji serî ve rûyê wan ê rastîn eyan bû. Lê vê carê pêşî xwe bi rengekê din nîşan dan û hêdî hêdî rûyê xwe yê rastî-kevn eşkere kir.

Talîban di bin kontrola radîkalên xwe de ye

Qedexekirina xwendina jinan wek serkeftina baskê radîkal ê wê tevgerê ku Mela Heybetullah Axundzade rêberiya wê dike tê ravekirin. Axundzade bi tevahî dijî xwendina hemdem a jinê ye û bi nêrîna wî berovajî şerîeta îslamê ye.

Li milê din, Şêx Rehîmullah Heqanî, ku şêxekî diyar ê Talîbanê ye û li navçeya Pîşawerê li ser sînorê Pakistanê dijî, piştevaniya mafê xwendina jinan dike. Wî berê di daxuyaniyeke rojnamevanî de, li ser wê yekê tekez kir ku tu hincetek ji bo qedexekirina xwendinê li jinan nîne, berovajî vê yekê ew wiha difikire "Hemû pirtûkên îslamî tekez dikin ku xwendina jinan rewa ye, çi bigire pêwîst û neçarî ye jî, ji ber ku wek mînak heger jinek li Efxanistanê nexweş bikeve û hewcedariya wê bi dermankirinê hebe, wiha baştir e here bal doktoreke jin û neçe cem doktorê mêr. Baş e heger xwendin li wan were qedexekirin, çawa dikarin bibin doktor?!"

Ev mînaka Heqanî wê rastiyê ji me re tekez dike ku Tevgera Talîbanê ne bi tenê di binpêkirina mafê jinan ê xwendinê de li dij şerîetê dixebite, lê belê dijî prensîbên xwe jî tev digere.

Mîrnişîna Îslamî ya neîslamî

Tevgera Talîbanê îdia dike ku pabendî şerîeta Îslamê ye. Hergav di daxuyaniyên xwe de cîbicîkirina şerîetê wek hincet ji karên xwe re tînin. Lê gelo bi rastî ola misilmantiyê dijî xwendina jinan e?

Bi vegera li tekstên pîroz ên Quranê û hedîsên rast û dirust ên serwerê me Mihemed (S.X) em ê bibînin ku Îslamê mafê xwendinê daye jinan. Di wan hemû metnên pîroz de ku behsa xwendinê û mezinahiya hîndekariyê dikin, tu nîşaneke cudakariya zayendî nîne û tu carî îslamê xwendin ji zayenda nêr bi tenê re sînordar nekiriye. Lê tevaya wan heyberan ji bo jin û mêran nola hev in.

Ji vê zêdetir jî pêxember (S.X) di hedîseke dirust de dabaşa hin kesan dike ku du xelatên wan hene. Yek ji wan kesek e ku bi başî jinekê perwerde û fêr bike. Wî bi xwe jî (S.X) dêya bawermendan Ayişe hînî olê kiribû. Ferman jî li bawermendan dikir ku nîvê dînê xwe ji Ayişeyê werbigirin.

Ji ber vê yekê, reftara Talîbanê ne wek cîbicîkirina olê, lêbelê wek dijî olê tê şirovekirin. Lê heger em bibêjin ku Talîban beşeke kelepûra îslamî bi cih tîne, ev yek rast e. Çunke di mîrata îslamî de nêrînên fena yên Talîbanê hene ku piştevaniya wê tevgerê dikin û hewl didin mafên sereke yê jiyanê li jinan qedexe bikin.

Îslamiyên Kurdistanê û bêdengî

Yek ji diyardeyên ecêb ku li nik gelek îslamî û misilmanên Kurdistanê heye, ew e ku dikevin jêr sozdarî û dilîniya bêtixûb a îslametîyê. Vê yekê wiha kiriye ku ew rastiyan nebînin. Ev ji bo piraniya warên jiyanê rast e. Beşek ji vê xêr û bêrê bûye para Talîbana dûr jî. Çer ku destkeft an xaleke baş a Talîbanê dibînin tavilê dest bi pesindana wê dikin. Pexşan, helbest û xemilandin dibin xisleta karê wan bi giştî û facebookvanên wan bi taybetî. Lê dema ku tiştên pir nerewa li hember ola îslamê jî dibînin, çavên xwe jê digirin û tiştekî nabihîzin û pistên ji wan nayê.

Zimanê wan nagere ji bo xatirê xatiran berevaniya îslamê bikin. Niha ku çend roj derbas bûne, ez tu yekî ji wan dilsozên emekdar ên Talîbanê nabînim bi rêzeke tikûtenê jî diltengiya xwe li hember karekê wiha nerewa der bibirin ku li ser navê îslamê tê kirin û îslam pê tê riswakirin.