Me DAIŞ fêm kiriye?
Wêneyên ji bajerokê Baxoza Sûriyê tên, mirov serfiraz dikin. DAIŞa li hemberî mirovahiyê şer dikir, ji Kurdan derba mirinê dixwe.
DAIŞê li Kurdistana Başûr û Rojava bû sedemê komkujî, koçberî, rûxandina aboriyî û guherîna demografîk. Nîjadkujiya Kurdên Êzidî, ji ber çav naçe. Divê em Kurdistana Bakur jî lê bikin, bi sedan xort, çûn hawarê, şehîd bûn. Û divê em li hember Kurdên Bakur komkujiyên DAIŞê jî, lê bikin.
Dawiya DAIŞê hatiye, lê nivîs ne şîrovekirina wê ye. Jixwe wêne her tiştî dibêjin. Dîsa jî; tevgereke xwedî bingeha civakî, dîrokî û girêdaniyên herêmî, hima wisa bi yek derbê winda nabe, xwe bi şiklên din dide jiyandin.
Nasnameya DAIŞê
Ew rêxistineke nîjadperest a Ereban e, faşîzma bi cil û bergên Ereb e. Îslama sunnî ya hevyekê erebbûnê, kiriye bîrdozî. Xewna împaratoriya Ereb û îslamî dît. Mezheb û gelên din, biçûkî xwe dît. Li himber Kurdan ew polîtîka zelal e. DAIŞê Kurd weke evden xwe dîtin.
Ji welatên Ereb, bi taybetî ji Tûnis û Misirê, bi boneya doza Ereb, militan û bîrdozger rijiyan tevgera tundrew. Tevlîbûna Çeçenan û Uyguran tê fêmkirin; li welatên xwe di tengasiyê de bûn, hin dewletan berê wan dan wir. Ji Ewropayê tevlîbûn, ji neteweperestiya Ereb, pirsgirêkên civakî û efsûna îslamî tên. Dibe dewletan jî, bi zanebûn berê qirêjiya xwe didan wir.
Li Iraqê ketina Sedam, bû dawiya desthilatdariya Sunneyên Ereb. Bermayiya wî û dewletên Kendava Ereb li ber rabûn, ji ber ku rikberên wan, desthilata şîe û Îran bûn. Divê em vê vajîtiyê binxêz bikin; Tehranê, di navbera Efxanistan û Rojhilata Navîn de ser Îranê re ji çûnûhatina tundrewên sunne re dengê xwe dernanî. Bihara Ereban şikest, Tirkiyê bi pereyên Qeter û Siûdiyê rê vekir, herwiha Xwedê da El Nusra û DAIŞê. Vêga ew têk çûne, êdî eşkerekirina girêdaniyên qirêj, ne zehmet e.
Desthilata Şamê, Bexda, Kurdistana Başûr û Rojavayê, DYA, Rûsya, Frensa, Brîtanya, Belçîka Almanya hemû, pirsyariyê dikin, DAIŞiyan didarizînin. Tenê em nizanin. Dane û zanyarî, tenê nagihên rayagiştî.
Kî ne ew? Kî ne aqilmendên wan? Pere û çek kê dan? Çawa xwe gihandin Tirkiyê? Kê rêberiya wan kir? Çawa çûn tixûbê Sûriyê? Çawa derbasî binê xetê bûn? Birîndar li kuderê tedawî bûn? Li kuderê perwerde bûn? Piştî serdegirtina Konsolosxaneya Musilê ya Tirkiyê, DAIŞê zilamên xwe yên li Tirkiyê girtî, çawa dan serbestberdan?.. Em nikarin bersivê wergirin, newe? Dewlet gemara hev vedişêrin. Gemar carnan malê herî giranbiha ye.
Rûsya da ku wan ceza bike, hemwelatiyên xwe distîne, bi taybetî Çeçenan. DYA jî. Frensa welatiyên xwe yên sûcdar distîne. Belçîka zarokên bin deh salî qebûl dike. Brîtanya nasnameya hemwelatiyê ji wan distîne. Almanya jî di wê rê de ye û dibe ev zirar bide Kurdan jî.
DAIŞ tawaneke gerdûnî ye. Weke Dadgeha Nurnbergê, darizandina navdewletî pêwîst e, divê bibe dokumaneke dîrokî. Welatên bûne hedefê êrişên DAIŞê, ji erkê direvin, çi şermî! Bêstatukotiya Kurdan didin pêş, çi durûtî! Derba mirinê kê li DAIŞê da? Ma jê rewatir tiştek heye?
Barê kurdan
Herdu beşên Kurdistanê jî, ji êrîşên DAIŞê re ne amade bûn. Qelsî bû. Tevî hovîtiya Sedam, me neteweperestiya Ereb biçûk dît. Di navbera netewan de gotina dijmin ne xweş e, lê mirov tişta li ber çav nikare veşêre. Eger me ji DAIŞê fêr girtibe, divê em li himber rengên cuda yên neteweperestiya Ereb hişyar bin. Sedemên berbiçav yên hişyariyê hene.
Yê êrîşî referanduma Başûr kiribû, versiyona şîe ya neteweperestiya Ereb bû. Li Sûriyê, ji xwecihan tenê Kurd hevbendê Şama elewî bûn. Şam hêj Kurdan qebûl nake. Em bi neteweperestiyeke bêrehm û êrîşkar re rûbirû ne.
Ereb, ola Îslamê bi kar tînin. Kurd Misilman in, lê Ereb (û Tirk û Fars), bi hêsanî Îslamê li dijî Kurdan diemilînin û wê dikin ala nîjadkujiyê. Heya sibê bêjin, Îslam ne ew e, lê eşkere ji bo wan Îslam ew e. Xumeynî bi versîyona şîe, heman îslam bi kar anî. Artêşa tirk bi fitûyên Diyanetê, dest danî ser Efrînê. Di mijarê de Kurd tirsonek in. Pê me dikujin, lê em nikarin tişta Ereb, Tirk û Fars li Îslamê dikin, şermezar bikin. Ma hovîtiya DAIŞê têrê nake?
Ji ber bîrûbaweriya sunne, li Rojhilata Navîn em ketin bendewariya hevbendiyên xelet. Serdestiya biyanî, piralî ye. Aliyê herî xetere, yê olî ye, ji ber ku qelsiya me ya mezin, di wir de ye. Em bi çavê dewletên dagirker li olê dinêrin. Êdî bes e!
DAIŞ bûyereke herêmî ye. Gava wê êrîşî Başûr û Rojavayê kiribû, haya dewletên herêmê jê hebû. Hayjêbûn û piştgirî, hevyekê hev in. Vêga sûcdar di destê me de ye. Erê em bi Amerîkiyan re, pirsiyariyê dikin. Erê dibe dewlet razên hev vedişêrin, lê çima em? Bi sedan rê hene, ku em sûcên li hemberî me eşkere bikin.
Êşa Êzidiyan, bi hemû giraniya xwe li ber çav e. Têkbirina DAIŞê, ji darizandin û cezakirina sûcdaran dibore. Bi yên kuştî, yên windakirî, yên dûçarê destdirêjahiyê, zarokên asîmîlekirî û bi karesatên malbatî, bar bêguman ji Kurdan dibore. Dîsa jî erk ya Kurdan e, bi taybetî ya Başûr e. Êşeke domdar. Ti kes nikare wê veşêre.
Kurd qurbaniyên herî mezin ê DAIŞê ne, îro DAIŞ, sibê yeke din. Dîsa dê berê xwe bidin Kurdan. Bergiriya herî baş, têgihiştîbûn e. Başûr zivirî statukoya berî şer. Pêşeroja Rojavaya, ne diyar e. Dibe rojev cuda ne, lê xetereya li ber herduyan yek e: Neteweperestiya înkarok û dagirker.