Roja Nû: Serhildana Kawa û Lehengan, Berxwedana Koyî û Kurdan
Newroz, ji bo Kurdan roja jiyaneke nû û destpêkeke nû ye; heyameke ji roja zayînê ta roja azadîyê ye. Newroz an jî cejna gelê Kurd destpêka berxwedan, serhildan, têkoşîn û şoreşê ye.
Bandora Newrozê ya herî giring li ser ferd, kom û civatan ewe ku wan bi hêztir û xurtir dike.
Dibêjin ku Newroz efsaneye. Gelo ji awarteyê siruştîtir çi heye? Ya ku mirov ditirsîne û dîn dike ne şik û gumane, tersane bivebirîne. Fermo em li ser Newrozê bifikirin û vebêjin.
Li gor zimanê Avestayî, zimanê Medan û mîratên wan Kurdan de ‘‘NavaRoaca’’ bi zimanê roja îroyîn başebaş Newroz e. Lê di pirtûka pîroz ya Avestayê de gotinek mîna ‘‘NavaRoaca’’ derbas nabe, belam ev herdu peyv di nav Avestayê de belavbûne û xuya kirine. Lê li gor nerxandinan dibe ku zimanê roja îroyîn de ‘‘Nava’’ bûye New (Nû) û ‘‘Roaca’’ jî bûye Roz (Roj). Di zaravayên Kurdî de jî ev vegotin bi awayî nêzê hevin, dîsa bi wateyî wek hevin. Bi guhertinên taybet heta roja îro ew herdu peyv hatine ba hev û bûne peyvek: Newroz ku tê wateya roja nû.
Newroz, bi taybetî cejna Kurd û xelkên Îranê û gelek gelên din a biharê ye. Zêdetir di nav gelên Rojhilata Navîn de tê pîroz kirin. Ji ber ku têkiliyên taybet di nav wan gelan de hene di bin bandora çand, hûner û zimanên cîranên xwe de ne. Ji bo piraniya gelên Rojhilata Navîn giringiya Newrozê wekî kevneşopî hatina sala nû an jî hişyariya xwezayî û cejna biharê ye. Kêmzêde 21 ê Adarê de tê pîroz kirin. Gava mirov di nav wan gelan de pîroz kirina Newrozê mêze dike wê gav mirov fehm dike ku kîjan gel bi çi wateyî wê cejnê pîroz dike. Newroz an jî cejna ku bav û kalên Kurdan pîroz kirine û Kurd ê ku îro jî pîroz dikin gelek cuda ne ji pîrozbahiyen gelên din. Xêncî Kurdan, gelek Netewên din yên Êranî cejna Newrozê cûrbicûr pîroz dikin. Lê belê ez dixwazim derbarê Newrozê de zêdetir li ser rewşa Kurdan qal bikim.
Bi kurtasî Kurd her sal şeva ku 20 ê Adarê bi 21 ê Adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Lê wateya Newrozê ya giran biha li ba Kurdan taybete. Mînakek li ser Kurd û xelkên din; Newroz ji bo Farsiyan tenê meseleyek rojmêrî ye. Hal ew e ku ji bo Med û neviyên wan ku Kurdin Newroz roja nû ye û serê wan ji qalik derketiye. Rojek wusa ye ku ji bo gelê Kurd roja zayînê ye. Her weha di jiyan a Kurdan de piştî ku heyameke rewş xerab tê girtin peyre rojeke bi têkoşîn, tijî azadî û nipînû destpêdike. Ji bo vê yekê Newroz destpêkirineke nû ye.
Kurdên ku nevî û şopînerên Medyanin pîrozbahiyên Newrozên xwe her dem bi coş, bi ruhekî têkoşer û yekrêzî bi cîh anîne. Ji bo Kurdên ji Medan heya roja îroyîn ku azad nebûne û herdem bindest û zordest bûne pîrozbahiyên vî awayî gelek normalin. Wekî Bedel Boselî jî dibêje ku Newroz şoreşeke bi destpêkirina pêvajoya neteweyî û şerekî sîyasi ye û wuha berdewam dike: cejna me ya Newrozê bi temamî sîyasî û şoreşgerî ye.
Ji bo gelê Kurd Newroz bi wateyek din jî şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21 ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (Nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (Başî) têk diçe.
Di dîroka Kurdan de, Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Kawayê Hesinker li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Di demeke kevn de, li welatê bapîrê Kurdan, hesinkerek hebû, navê wî Kawa bû. Kurd di wê baweriye de ne ku peyva Newrozê bi Kawayê Hesinker ve girêdayiye.
Di Mîtolojiya Kurdî de, li gor efsaneya Kawa, kêmzêde 2500 sal berê pedişek hebû, navê wî Dehaq( li gorî hîn çawkaniyan Zûhaq) bû. Dehaq, keyekî pir zalim bû. Kawayê Hesinker jî di bindestiya wî zalimî de bû. Li gorî wê efsanê ew key başebaş cinawirek bû û li ser herdu sermilê wî jî bi rawêjî du mar hebûn. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan nûhatî bînin û wan zarokan bikin qurban ji bo xwarina marên li ser milê wî. Lê carna zarok li vê belayê difilitîn û berê xwe didan çiyan. Çiya bi têkoşeran çijî bibû. Her Di heman deman de, ew keyê cinawir dibû asteng li ber hatina biharê û sala nû. Demeke dirêj derbas bû û di taliyê de tirsek pir mezin ketibû di nav dilên her kesî de. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan, xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehaq re bibêje tunebû.
Kawa, ji tirsa qurbankirina zarokê xwe, plana kuştina Dehaq kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda nîşana wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehaq bikujim, ez ê herim ser bilindahiyê derdora û agir vêxim. Ku we agir dît, bizanibin ku min Dehaq kuştiye. Dema ku Kawa Dehaq kuşt heval û hogirên Kawa û têkoşerin li çiyê jî çav li agirê azadiyê ketin, wan jî destpêkir li ser çiyan agirê azadiyê pêxist û dawiyê de êrîş anîn ser qesrê û bi Kawa re serketin. Belê li ser çiya agirê azadiyê gur bû peyre li her aliyên welêt jî agirê azadiyê geş bû.
Gel di xaka xwe de jiyaneke nû û azad ava kir. Roja din, her kesî xemla xwe girêda, li qadan govend gerandin û kêf û şahî kirin. Ji wê rojê û bi vir de ye, di nav Kurdan ku her sal roja 21 ê Adarê wek Roja Nû, cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîroz kirin. Ji bo xatirê Kawayê qehreman Kurd wê rojê li ser agir de bazdidin. Peykerê wî qehremanî jî li bajarê Îsfehanê hatiye çêkirin. Yek ji helbestvanên herî mezin yên gelê kurd Seydayê Cigerxwîn wê qehremantiyê wuha dîne ziman: Kawayê Hesinkar bav û kalê min/Perçiqand serê zehaqê dijmin/Ji gerdena Kurd wî şikand zincir/Serê me parast ji birîn û şûr/Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz/Goya dibêjin: ew roje Nûroz/Zivistan diçî, ew rojên ne xweş/Parêz dibî Kurd ji dêwê zergeş. Pîroz kirina Newrozê di zaravayê Kurdî de wiha ye: Kurmancî: Newroz pîroz be, Zazakî (Kirdkî): Newroz pîroz bo û Soranî: Newroztan pîroz bêt.
Roja îroyîn de Newroz, wek şahî û pîrozbahî tê pîrozkirin. Bi rastî jî ev tiştek pir xweşe. Lê gere neyê ji bîrkirin ku Kurda heya îro jî ew argûr ji destê xwe danenîye. Gelek dewlet Newrozê tenê bi bîrokrasî û fermî dînin ziman. Her kes, kom û civat li Newrozê xwedî derdikeve, lê ne weke Kurdan. Dema ku mirov li ser înternetê peyva Newrozê digere zedetir nivîs derheqe Kurdan de ne û bipiranî wêne jî ji bajarên Kurdistanê ne. Çimkî Kurd hê jî di têkoşînê de ne.
Roja Nû: Serhildana Kawa û Lehengan, Berxwedana Koyî û Kurdan
Newroz, ji bo Kurdan roja jiyaneke nû û destpêkeke nû ye; heyameke ji roja zayînê ta roja azadîyê ye. Newroz an jî cejna gelê Kurd destpêka berxwedan, serhildan, têkoşîn û şoreşê ye.
Bandora Newrozê ya herî giring li ser ferd, kom û civatan ewe ku wan bi hêztir û xurtir dike.
Dibêjin ku Newroz efsaneye. Gelo ji awarteyê siruştîtir çi heye? Ya ku mirov ditirsîne û dîn dike ne şik û gumane, tersane bivebirîne. Fermo em li ser Newrozê bifikirin û vebêjin.
Li gor zimanê Avestayî, zimanê Medan û mîratên wan Kurdan de ‘‘NavaRoaca’’ bi zimanê roja îroyîn başebaş Newroz e. Lê di pirtûka pîroz ya Avestayê de gotinek mîna ‘‘NavaRoaca’’ derbas nabe, belam ev herdu peyv di nav Avestayê de belavbûne û xuya kirine. Lê li gor nerxandinan dibe ku zimanê roja îroyîn de ‘‘Nava’’ bûye New (Nû) û ‘‘Roaca’’ jî bûye Roz (Roj). Di zaravayên Kurdî de jî ev vegotin bi awayî nêzê hevin, dîsa bi wateyî wek hevin. Bi guhertinên taybet heta roja îro ew herdu peyv hatine ba hev û bûne peyvek: Newroz ku tê wateya roja nû.
Newroz, bi taybetî cejna Kurd û xelkên Îranê û gelek gelên din a biharê ye. Zêdetir di nav gelên Rojhilata Navîn de tê pîroz kirin. Ji ber ku têkiliyên taybet di nav wan gelan de hene di bin bandora çand, hûner û zimanên cîranên xwe de ne. Ji bo piraniya gelên Rojhilata Navîn giringiya Newrozê wekî kevneşopî hatina sala nû an jî hişyariya xwezayî û cejna biharê ye. Kêmzêde 21 ê Adarê de tê pîroz kirin. Gava mirov di nav wan gelan de pîroz kirina Newrozê mêze dike wê gav mirov fehm dike ku kîjan gel bi çi wateyî wê cejnê pîroz dike. Newroz an jî cejna ku bav û kalên Kurdan pîroz kirine û Kurd ê ku îro jî pîroz dikin gelek cuda ne ji pîrozbahiyen gelên din. Xêncî Kurdan, gelek Netewên din yên Êranî cejna Newrozê cûrbicûr pîroz dikin. Lê belê ez dixwazim derbarê Newrozê de zêdetir li ser rewşa Kurdan qal bikim.
Bi kurtasî Kurd her sal şeva ku 20 ê Adarê bi 21 ê Adarê ve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Lê wateya Newrozê ya giran biha li ba Kurdan taybete. Mînakek li ser Kurd û xelkên din; Newroz ji bo Farsiyan tenê meseleyek rojmêrî ye. Hal ew e ku ji bo Med û neviyên wan ku Kurdin Newroz roja nû ye û serê wan ji qalik derketiye. Rojek wusa ye ku ji bo gelê Kurd roja zayînê ye. Her weha di jiyan a Kurdan de piştî ku heyameke rewş xerab tê girtin peyre rojeke bi têkoşîn, tijî azadî û nipînû destpêdike. Ji bo vê yekê Newroz destpêkirineke nû ye.
Kurdên ku nevî û şopînerên Medyanin pîrozbahiyên Newrozên xwe her dem bi coş, bi ruhekî têkoşer û yekrêzî bi cîh anîne. Ji bo Kurdên ji Medan heya roja îroyîn ku azad nebûne û herdem bindest û zordest bûne pîrozbahiyên vî awayî gelek normalin. Wekî Bedel Boselî jî dibêje ku Newroz şoreşeke bi destpêkirina pêvajoya neteweyî û şerekî sîyasi ye û wuha berdewam dike: cejna me ya Newrozê bi temamî sîyasî û şoreşgerî ye.
Ji bo gelê Kurd Newroz bi wateyek din jî şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21 ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (Nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (Başî) têk diçe.
Di dîroka Kurdan de, Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê, Kawayê Hesinker li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Di demeke kevn de, li welatê bapîrê Kurdan, hesinkerek hebû, navê wî Kawa bû. Kurd di wê baweriye de ne ku peyva Newrozê bi Kawayê Hesinker ve girêdayiye. Di Mîtolojiya Kurdî de, li gor efsaneya Kawa, kêmzêde 2500 sal berê pedişek hebû, navê wî Dehaq( li gorî hîn çawkaniyan Zûhaq) bû. Dehaq, keyekî pir zalim bû. Kawayê Hesinker jî di bindestiya wî zalimî de bû. Li gorî wê efsanê ew key başebaş cinawirek bû û li ser herdu sermilê wî jî bi rawêjî du mar hebûn. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan nûhatî bînin û wan zarokan bikin qurban ji bo xwarina marên li ser milê wî. Lê carna zarok li vê belayê difilitîn û berê xwe didan çiyan. Çiya bi têkoşeran çijî bibû. Her Di heman deman de, ew keyê cinawir dibû asteng li ber hatina biharê û sala nû. Demeke dirêj derbas bû û di taliyê de tirsek pir mezin ketibû di nav dilên her kesî de. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan, xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehaq re bibêje tunebû.