Weke hevaltiya dûpişkan

Van rojan xema sereke ya kurdan, Kurdistana Rojavayê ye. Bersiv zehmet e, bûyer zû diherikin û bendewariyên aktorên pirsê, ji hev zêde cuda ne. Min du mijar hilbijartin: Çima di xwendina pirsê de nêrîna kurdan ji hev cuda ye? Hevbendiya Soçî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê, ya xwe serkeftiyê pêvajoyê dibîne, çiqas bihedar e? Ka em ji ya dawî dest pê bikin.

 

"Îran ji Rûsyayê ne ewle ye"

 

Nivîskarê rûs ê bi navê Sergey Alekseev sedemên balkêş dihejmêre. Ewilî ji Gurcistanê heya Daxistan, Baku û Karabaxê hemû Qefqas di destê Îranê de bû. Di şerên 1804-13 û 1826-28ê de hemû ketin destê Rûsyayê. Li Deryaya Hazarê Îranê mafê hebûna komkeştiyê winda kir. Cirma şer, pişta aboriya Îranê da erdê.

 

1907ê Rûsya û Brîtanyayê, Îran di nav bandora xwe de dabeş kirin. Bi mehneya Naziyan, 1941ê gellek herêmên wê dagir kirin. Ji bêzariyê, Riza Pehlevî desthilat radestî kurê xwe kir.

 

Serpêhatiya Partiya Komunîst aa Îranê Tudeh, Komara Azeriyan û Komara Mahabadê (1946), Îranê ji Sovyetan yekcar sar kir. Bi bandora DYAyê, artêşa sovyetan 9.05.1946ê ji Îranê vekeşiya û herdu komar hilweşiyan.

 

Artêşa sovyetan 12.12.1979ê kete Efxanistanê. Komara Îslamî ya Îranê ew dijî Îslamê dît, Şîeyên Efxanistanê rastî tadeyiyê hatibûn. Bersiva Îranê, amadekirina bi hezaran şervanên efxanî bû.

 

Di şerê 1980-88 yê Îran û Iraqê de Sovyet bi pisporên leşkerî, roketên Scud û çekên din, piştgirên herî mezin ê Saddam bûn. 1983 Îranê bi hêzeke mezin êrîş kir, balafirên Sovyetan, Bexda ji ketinê filitandin. 1991ê Sedam, komkujiya şîe û kurdan kir, weke Waşîngtonê, Moskowayê jî tenê temaşe kir.

1995ê bi lihevhatinekê bi DYAyê re, Rûsyayê tevkariya bo pîşesaziya leşkerî ya Îranê hima hima da sekinandin. Bo reaktora atomê ya Buşerê ji piştgiriya peymanî reviya.

 

Li Konseya Ewlekariyê ya YNê li himberî biryarên li dijî Îranê, Rûsyayê vetoya xwe bi kar neanî. Ji ber bandora DYA, Îsraîl û Erebistana Siûdî, di firotina roketên S-300, balafirên şer, keştî, helîkopter û zerîpoşan de Rûsyayê sozên xwe neanîn cih.

 

Teknolojiya rûsan a li paş, nikarê pêdiviyên Îranê pêk bîne. Şîrket û bankayên Rûsan, ji ber ambargoyê ji bazara Îranê dûr dimînin. Hatiniya bingehîn a Îranê, petrol û gaz e. Ew jî ji ambargoyê dinale. Di mijarê de Rûsya û Îran rikberên hev in. Rûsya weke Siûdiyan hilberîna petrolê zêde dike, bihaya wê erzan dike, herwiha bedkarî li tengasiya Îranê dike.

 

Li himberî Şamê mehneya bingehîn a dijminahiya DYA, Îsraîl û Siûdiyê, Îran û Hizbullah in. Ev nakokî, li ber planên Rûsyayê astengiyeke mezin e. Wêne lihevhatî dixuye, lê rastî berevajiyê dibêje.

 

"Ne Sykes-Picot lê Sazonov-Sykes-Picot"

 

Rûsên Çar û Tirkên Osmanî, ji 1568ê heya 1917ê di 350 salên de 16 şer kirine. Ji bilî çaran ên din hemû bi serketina rûsan qediyane. Ji çaran dudo bi hevbendan pêkan bûne. Tirk tenê ji du şeran serketî derketine. Çi şikestin! Rûsan kengê xwestine, li tirkan dane. Bila Tirk diakerên dîroka derew bin!

 

Em wê weke Peymana Sykes-Picot zanin. Nivîskarê amerîkî Sean McMeekin, "na" dibêje; "derhênerê peymanê, Wezîrê Derve yê Rûsan Sergei Sazonov e, yên din li ber wî ferxikên polîtîkayê ne. Gava îngilîz li Iraq û Gelîboluyê di tengasiyê de bûn, Rûsan li Batum, Trabzon, Erzerom û Erzinganê zora Tirkan biribûn."

 

Rûsan, Stenbol, Tengav, Ermenistan, Kurdistan û Derya Reş hemû ji Osmaniyan dixwestin. Navê "Çargrad/Bajarê Çar" li Stenbolê dabûn û bi wî navî artêş jî ava kiribûn. Di navbera Batum û Trabzonê de rêya hesin ava dikirin. Trabzon bo artêşa Qefqasê dibû navend û rêya diçû Enqere û Sêwazê. Îngilîz û Frensayî li Gelîboluyê asê mabûn, Sazonov bo Stenbolê Hezîran û Tîrmeha 1917ê dabû ber xwe.

 

Ji Tirkan re dayîna xwedê, Şoreşa Şibata 1917ê ya Rûsan bibû sedemê raperiyên leşkeran, komkeştiya Derya Reş jî ser rakiribû. 4.04.1917 gava Sovyetên Petrogradê ragihandin ku ew ji Osmaniyan daxwaza erdê nakin, komkeştiya rûsan nêzî Stenbolê bibû. Xwedî balafirên çavdêriyê jî bûn. Çi şens! Fermandarê komkeştiyê, radestî leşkeran dibû. Tirk ji hetikînê filitîbûn.

 

Li Rûsyayê Şoreşa Bolşevik a bi xêra almanan, destpêka şerê navxweyî bû. Sovyetê, Adara 1918ê Peymana Brest-Litovsk pesend kir, peymana dabeşkirinê eşkere kir, ji Osmaniyan erdxwestin red kir. Peymana sê-alî zivirî Peymana Sykes-Picot, aktorên nû tevlî bûn, qurbaniyên nû çêbûn.

 

Dîsa şensê tirkan hebû. Lenin, da ku Sovyetan ji êrîşên derve biparêze, hemû alîkarî da Kemalîstan û ji aliyê kemalîstan ve kuştina rêvebirên Partiya Komunîst a Tirkiyê daqurçand.

 

1991ê Sovyet ji nav xwe ve hilweşiya, Rûsya xwe girte malê. Rojhilata Navîn ji DYA re ma. Bi şerê Sûriyê, rê ji Rûsyayê re vebû. Bi gotinên McMeekin, "Putin, di şopa Çarên xwe de ye. Rûsya zivirî Rojhilata Navîn a wê qet neterikandî".

 

Tirkiye kete NATOyê. Artêşa wê perwerde kirin, bi çekan xemilandin. Pîşesaziya leşkerî ya Tirkiyê, berhema patentên dewletên NATOyê ye. DYA û YEyê, aboriya Tirkiyê rakirin ser piyan. Bi demê re siyaset, aborî û çanda hevpariyê çêbû.

 

Erdogan, him bi Rûsya him bi NATOyê ve zeliqandî, polîtîkaya mezinbûnê daye ber xwe. Pirsgirêkên navxweyî yên sîstema NATOyê û rewşa Rojhilata Navîn "erê" dibêje, lê bi xetereyên mezin, ji ber ku serdestê tirk her carê bi piştgiriya yê din dimeşe. Jixwe Rûsya gellek baş zane ku dewleta tirk li pişt tundrewiya îslamî ye û li Tirkiyê destûrmendiya tundrewên çeçen heye. Dibe hewqas xirûcir beredayî ye. Rûs her ji bo Tirk sedemê tirsê ye. Referans dîrok be, ne niheq e. Ma di vê rewşê de hevbendiya Moskowa-Tehran-Enqerê hêviya hedarî û çareseriyê dide?

 

Em werin me

 

Ji ezmûna deh salên dawî; politikaya kurd di pirsa serxwebûnê de şikest. Lê divê mirov vê heqê wê bidê; di polîtîkaya di sînorên dabeşkirinê de ti kes nagihê, çawa be ti zirarê nade statukoyê. Pêwîstî bi gotinên mezin tineye. Kurdek, bêhtirî jî yê ji xwe re dibêje rewşenbîr, çawa dikare pesnê plana Enqere, Tehran, Bexda an Şamê bide? Ma her serdestiya biyanî, ne destdirêjahî ye? Ma destdirêjkarê baş dibe?