Vegera li Kurdistanê

Mîxîl Hêxêner

Di navbera salên 1973 û 2010an de, ez bi giştî 12 caran çûm Kurdistana Îraqê kir ku di encamê de bûn sedema nivîsandina du pirtûk û bi dehan gotaran. Serdanên min xweş û dilrevîn bûn lê piştî rêwîtiya 12an, min biryar da li ser çend tiştên din bisekinim.

Bi awayekî neçaverêkirî, ez gulana par (2023) vegeriyam Kurdistanê û beşdarî vekirina Muzeya Niştimanî ya Barzanî li Barzanê bûm. Pir bi lezgînî, 48 saetan piştî derketina min ji mala min a li bajarê Den Haagê (Lahay) li Holendayê, ez gihîştim Kurdistanê. Rêwîtiya min bi qasî wê yekê xweş û dirêj bû ku ez bikarim pêta evîna xwe ya ji bo Kurd û Kurdistanê geş bikim. Dema ku min roja 11ê mijdara par emailek ji derhênerê belgefîlmên Rûdawê Sîrwan Rehîm wergirt, ez pir kêfxweş bûm.

Ew bi niyet bûn ku programekê derbarê karên min ên li Herêma Kurdistanê çêbikin xasma li ser pirtûka min a wênedar (Kurdên Îraqê, 2009) ku bi wêne û çîrokên rêwîtiyên min ji sala 1973yan ve dagirtî ye. Em bi niyet bûn vegerin hin cihên ku min hin wêne li wan girtibûn da ku ez dabaşa niha û wê demê bikim.

Kurt û Kurmancî, ez roja 1ê Adarê gihîştim Balafirgeha Hewlêrê ku Sîrwan li wir li hêviya min bû. Dotira rojê, me heyama hefteyekê dest bi wênegirtinê kir. Me ji minareya kevin a Hewlêrê dest pê kir û em di 3ê adarê de çûn Geliyê Elî Begê û paşê jî em bêtir ber bi rojhilatê û Rêya Hamiltonê ve çûn.

Li Çomanê, me rêyên qîrkirî derbas kirin û me li ser rêyeke xwar û bilind ajot heta em gihîştin goleke nîvqeşagirtî ku dîmenên wê yên bêhempa hebûn. Hin geştyarên Ereb bi pêxistina êgir şerê serma û seqema wê derê dikir. Em jî, nexasim wênegir Dilşad Cola, li goşeya herî baş a wênegirtinê digeriyan. Me ber bi Hacî Omeranê ve berdewam kir, li wir min di 02.08.1973yan de hevpeyvînek bi Mela Mistefa Barzanî re kir û min wêneyê wî girt.

Mixabin, divabû em dev ji hemî planên dîtina cihê hevpeyvînê berdin û wêneyan jî li derve negirin ji ber ku berf ji her hêlê ve dibariya lê sibetirê tîma me li Riwandizê çend cih dîtin. Li ser daxwaza Sîrwan, min cil û bergên Kurdî yên ku Mela Mistefa Barzanî wê demê dabûn min û şeş rêhevalên min li xwe kirin.

Çemekî pir spehî li pişt min bû û min qala serpêhatiya xwe ya ku nayê jibîrkirin dikir. Ne mimkûn e ku ez karibim bi gotinan behs bikim, her çend min hewl da jî ez neçar bûm behsa hebûna wî [Mela Mistefa Barzanî] li kêleka xwe bikim. Ji wê awira dostane ku di çavên wî de hebû, tîrêjên hêz û enerjiyê diçirisîn.

Li Riwandizê, çavên me bi lawê Seyid Cebarê Seyid Ezîz ketin ku ji sala 1954an ve xwediyê çayxaneyeke sedsala 19an bû. Seyid Cebar berî çend salan wefat kir. Li wî cihê bi bîranînan dagirtî ku li ber çêm cih digire, min û şeş rêhevalên xwe yên Holendî çay firr kir, lap berî ku em biçin devera ku sala 1973yan di bin desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de bû. 

 

Di piraniya geştên xwe de, ez ji bo dîtina Seyid Cebar diçûm qehwexaneyê, heta sala 2008an dema ku ji bo berfirehkirina rêyekê qehwexane hilweşandin. Lawê Seyid Cebar niha xwediyê çayxaneyeke nû ye ku pir nêzî çayxaneya resen e ku dîwarên wê bi wêneyên çend xwediyên çayxaneyê yên berê hatine xemilandin û aniha xût mîna sala 1973yan, çend mêr tê de bi lîstika tawleyê dilîzin.

 

Para herî xweş a rêwîtiya me 1204 km ber bi Germiyanê bû. Ez ji Hezîrana 1992yan ve venegeriyame wir. Di dema rêwîtiyê de rêber û ajovanê min Arif Omer Gul ku niha karsazekî pir serketî ye, ez birim gundê xwe, Haşîzêniya ku niha xopan bûye. Li gund gelek bîranîn hebûn.

Bûyera herî balkêş ew bû gava ku em çûn şikefteke nêzî gundê ku di dema Enfalê de Heme Reş û çend Pêşmergeyên din lê şer dikir.

Huner yekî din ji wan zilamên baş bû ku rêberiya min kir. Em çûn şikeftê, hesteke min hebû ku dê niha û piştî xêlekê Pêşmerge vegerin. Xwarin, cihên xewê, cil û kinc û tiştên din, êrişên qehremanî yên wê çaxê anîn bîra min.

Niha piştî 32 salan ez vegeriyame, Arif û Huner jî bi min re ne. Herwiha sê zarokên Heme Reş jî li wir bûn (Rojan, Karox û Kejwest).

 

Seqa û dîmenên xwezayî bêhempa bûn. Me dema sê saet û nîvan çêj ji wênegirtina ji bo Rûdawê dît. Me hevpeyvîn bi zarokên Heme Reş û Huner re kir û em bi hev re kêlimîn. Wan agir dada û ça çêkir.

Qîzên Heme Reş sewikên xweş çêkiribûn, çûk û tilûr li dora me difiriyan. Kulîlkên destpêka biharê axa sade û kesk rindtir kiribûn. Kaniyeke biçûk ku Huner di şevên Pêşmergetiyê de ji şikeftê av jê vedixwar, di nava teht û zinaran de diherikî.

 

Ez û Arif ne bi niyet bûn li ser girê xwar û bilind dagerin û biçin şikeftê. Me tenê li cihê ku me sala 1992yan serkêşî lê kiribû, meyîzand.

Hefteyekê piştî ku ez ji Holendayê derketim, ez dîsa vegeriyam. Ez bi bîranînên teze yên welatekî ku ev demeke dirêj bû neçûbûmê tijî bûm. Ez niha li benda weşandina belgefîlma Rûdawê me ku ew vêga li ser dixebitin.