Mala apo!
Di nav edebiyata penaber û koçberên nişteciyên welatên bakurê Ewropayê de ji Ofîsa Karûbarên Civakî re “Mala apo!” tê gotin. Efgan jê re dibêjin “Mala metê.” Îranî dibêjin “Parsekxane.” Li wê navendê, alîkariya darayî ji bo kesên hejar tê pêşkêşkirin. “Mala apo” yek ji metaforên herî balkêş e di nav edebiyata koçberiyê de ku wêneyeke zelal a têgihiştina beşekî zêde ji koçberan ji bo realîteya jiyana wan a niha nîşan dide.
Têgeha “Mala apo” dibe sedem ku ji ber şerma xwestina alîkariyê, bi awayekî eşkere navê wî cihî neyê anîn ku alîkarî lê tê wergirtin. Herwiha curekî semîmiyetê diyarî wî cihî dike ku wergirtina alîkariyê dike kirdeyeke “normal” û “exlaqî.” Wiha lê tê wek tu bêjî mirov pere ji mala xwe wergirtibe: Ap jî birayê bav e!
Têgihiştina çewt derbarê “Mala apo” encamên sosret berhem tîne. Eger Mala mamo bikare te sax bihêle û nanê te peyda bike, helbet dikare gelek hêsankariyên din jî ji te re bike. Ev ne pêkenok e: Kurdek çûbû “Mala Apo” û gotibû: “Pirsgirêka min a nav nivînan bi hevjîna min re heye, tika ye jineke baş ji min re peyda bikin!”
Tevî wê hemû bendewariyê, lê belê “Mala mamo” ne hêjayî spasiyê ye. Çimkî erkê wan xizmeta me ye! Êdî ev xwe dispêre teoriyeke taybetir ku di nav hinek komên koçber de, wek îraniyan berbelav e. Min ji gelek kesên îranî bihîstiye ku digotin: “Neteweyên Yekbûyî pereyên petrola welatên me werdigire û dide van welatan da li hember wê xizmetguzariyan pêşkêşî me bikin!” Ango pere pereyên me ne û wergirtina wan ne şerm e û pêwistî bi spasiyê nîne!
Da mirov wek mişteriyekî berdewam ê “Mala amo” bimîne, divê hem xwe li gêjiyê bide û hem beramberê xwe jî gêj bike! Ew mêrê rêzdar tu carî ji bîra min naçe ku di heman demê de bêhneke tûj a lawento û pîzzayê jê dihat. Sê karmendên “Mala amo” hatibûn da bizanin kêşe û pirsgirêka neserketina zarokên wî li dibistanê çi ye.
Wî bavê rêzdar kêşe bi wan karesatan ve girêda ku di rabirdûyê de hatibûn serê wî û miletê wî û car car jî axaftina xwe dianî ser pere û doza alîkariya zêdetir a darayî ji karmendan dikir û ji ber bêkarî û hejariya xwe dikir nalîn. Demeke dirêj neçû ku ez rastî heqîqeteke tal hatim: Ew bavê rêzdar ne tenê ne feqîr bû, lê xwediyê dikaneke firotina pîzzayê jî bû. Ew ne bêkar bû. Lê ewqasî mijûl bû ku ji neçarî diviyabû zarokên wî jî piştî dibistanê rasterast berê xwe bidin dikana bavê xwe û kar bikin. Jixwe ev bû sedemê ku zarok biwestin û dema wan ji xwendinê re nemîne!
Ez nizanim têgeha “Mala mamo” ji aliyê kê ve hatiye dirustkirin. Lê ez dizanim ku ji bo wê yekê nehatiye dirustkirin ku rastî derdekî wiha bê ku bi destê hinek koçberan rastî wî tê.
“Navenda Karûbarên Civakî” yek ji dezgehên girîng ên wî tiştî ye ku jê re tê gotin “dewleta dabînker” an “dewleta refahiyetê.”
Ev navend ji ber çi hatiye damezrandin? Berê gava dewleta dabînker li welatên pêşketî yên sermayedarî û bi taybetî li welatên bakurê Ewropayê hat damezrandin, bingeha wê li ser wê binemayê pêk hat ku: “Civak derfeta kar ji hemû endamên xwe re pêk tîne û li hember wê hemû endamên civakê jî di gerandina jiyana civakê de beşdar dibin.” Helbet hertim li hev rast tê ku libo libo, hin kes ji ber nexweşî, kêmendamî yan her sedemeke din, ji çerxê karê civakê dikevin û ji karwên li paş dimînin.
Ji ber ku armanca dewleta dabînker, dabînkirina refahiyetê ji bo hemû endamên civakê ye, lewma ew kesên ku li ser kar in, her yek beşek ji dahata xwe dide dewletê, da pêdawîstiyên giştî yên civakê pê dabîn bike û di wê navê de bêkar û hejaran jî bihewîne, da herçî zûtir e li ser piyê xwe bisekinin û ew jî di proseya dualî ya xwejiyandin û hevjiyanê ya takekes û civakê de beşdar bibin.
Bi gotineke din, dewleta dabînker li ser binemaya kar û erkê dualî hatiye damezrandin. Ango civak derfeta kar ji endamên xwe re peyda dike. “Kar” jî dibe sedema ku mirov li ser piyê xwe raweste û bi xwe debara jiyana xwe bike û li hember wê jî, ji qenciya vê derfetê ku civakê jê re afirandiye, bacê bide dewletê, dewlet jî bi wê bacê dîsa xizmetguzariyên giştî wek xwendina belaş û miqatebûna saxlemiyê ji endamên civakê re dabîn bike.
Yê ku mafê rûniştinê wek mînak li welatekî wek Fînlendayê wergirtibe, eger têbînî kiribin, di biryarnameya niştecihbûna wan de, piştî mafê rûniştinê amaje bi wê yekê hatiye kirin ku “mafê karkirinê” jî ji wî kesî re hatiye dayîn. Ez pir caran di wan rewşan de beşdar bûme ku kesekî ew herdu maf bi hev re wergirtine, lêbelê yek cara tenê jî min nedîtiye ku dayîna mafê karkirinê, kesek dilşa kiribe. Lê min gelek caran ev gotin bihîstiye: “Jixwe ez ne ji bo karkirinê hatime, ez hatime li vir bijîm!”
Kêşeya gelek kesên ku li welatê me ber bi dewletên dabînker, wek bakurê Ewropayê koç dikin, ew e ku bi heman mentalîte û zihniyetê ku li ba mirovan li hember “dewletên neftê” li Rojhilata Navîn heye, ligel dewletên malxwê yên Ewropayê jî, tevdigerin.
Pêwendiya navbera mirovê rojhilatî û dewletê li ser bingeha hevxapandin û hevşikandinê hatiye damezrandin: Dewlet, welatiyekî îtaetker û fermanberekî stûxwar û nehêja dixwaze, da bikare siyasetên olîgarşî yê hakim bi dilê xwe bibe pêş û welat bi dilê xwe, bêmineta welatiyan û piştgirêdayî bi dahata petrolê û aboriyeke ne şefaf birêve bibe.
Welatî jî li hember wê ne edaletiya ku dibîne, ne tenê hesta wî ya berpirsiyariyê li hember dewlet û civakê qels dibe, lê wek mafê xwe yê rewa jî dibîne çiqas jê bê, ji wî “dêwê qerase”, ji wê dewleta çewsêner ji xwe re veqetîne. Di civaka refahiyetê de takekes û dewlet, bi derbirînekê, qenciya hevdu ji bîr nakin. Lê di civakên me de, berovajî, takekes û dewlet ne qencî lê xirabiya hevdu jî bîr nakin!
Di civaka dabînker de, ewê bêkar e, bi kirde li ser sifreya wî kesî tê jiyandin ku li ser kar e. Çiqasî bêkar bêtir bin, barê kesên ku li ser kar in girantir dibe: Hemû hêsankariya ku ew fermangeh ji mişteriyên xwe re dabîn dike pişta xwe bi qaseya dewletê girê dide. Dewlet jî bi wê bacê tevdigere ku ji welatiyan werdigire. Çiqasî qaseya dewletê valatir be, ji bo ragirtina balansa navbera dahat û xerciyên wê de, hikûmet bacê li ser welatiyan zêdetir dike.
Bi salan e bi fermî qala krîza dewleta jiyanxweş tê kirin. Çimkî barê wê giran bûye û êdî şiyana wê ya encamdana wan xizmetguzariyan nemaye ku ji bo wan hatiye damezrandin. Beşekî zêde yê krîzên YE û nerazîbûnan, rengdana krîza dewleta dabînker e.
Sîstema ku beşek ji koçberan jî hogirî wê bûne, ango hem li ser sifreya “Mala amo” bixwin û, hem bi dizî mijûlî “karê reş” bin, yanî dahata wan hebe lê tu bacekê nedin hikûmetê, yek ji wan hokaran e ku ne tenê bargiraniyeke zêde li ser dewletên dabînker ên Ewropayê dirust kiriye, lê nerazîbûneke zêde jî di nav miletên welatên malxwê de pêk aniye.