Nabe Îran dijmin be
Hewlêr ne dikare û ne jî pêwîstiya wê bi wê yekê heye ku dijminiya Tehranê bike. Lê piştî wê kampanyaya ku îdareya Trump dest pê kiriye, dema dostanî jî bi Tehranê bike, divê baca wê bide. Her ew gotinên Trump ku li petrolfiroşên Kurd ên Kerkûkê da, nîşaneyek bû ji bo wê yekê ku di rojên bê de guvaşên dûrxistina dostên Tehranê ji Tehranê dê zêdetir bibin. Niha pirsyar ev e ku Hewlêr dê di vê navberê de çi bike?
Biryar e vê hefteyê Wezîrê Derve yê Îranê were Hewlêr û Silêmaniyê. Ev jî li aliyekî tê kirin, wisa lê were kirin ku Tehran rewşa taybet a Silêmaniyê jî li ber çavan bigre û nexwaze dostên xwe yên dêrîn ên li wê derê paşguh bike, lê aliyê din jî ew e ku weke yekeyeke îdarî û weke paytexta hemû Herêma Kurdistanê li gel Hewlêrê tevnagere û dabeşbûna ku heye tundtir dike. Ji salên şêstî yên sedsala derbasbûyî ve tovê dubereyî û dudengî yê Kurdên vê hêlê her dem ji aliyê Îranê ve hatiye çandin û di tevgera Başûr de Îranê her dem li gel du fikrên cuda û dijî hev serederî kiriye û hewl daye ku herdu alî bi qasî hev bihêz bimînin û di dawiyê de îradeya Kurdan jihevketî û lawaz be.
Berevajî Îranê, serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Hewlêrê û dîtina rayedarên Kurdistanê, di nav wan de jî Qubad, li paytexta Kurdistanê tekezkirina wê peyamê bû ku piştî şanzdehê Cotmehê Amerîkayê gihand û naveroka wê jî ew bû ku eger niha Waşinton serxwebûna Kurdistanê nexwaze jî, dixwaze Herêma Kurdistanê bihêz be. Dev ji wêya berde ku Amerîka ne mal e û dibe ku di her demekê de te bifiroşe, lê rastiya wê jî ew e ku di sî salên derbasbûyî de her Amerîka serkêşiya parastina wan destkeftan kiriye ku ketine destê "Kurdên Iraqê". Niha heman ew Amerîka ye ku wisa kiriye di hefteyên bê de Îsraîl û dijminê teqlîdî yê Erebî û îslamiyên Îsraîlê, cara ewil li şûna wê yekê ku weke danûstankar li hember hev rûnin, ji bo vegerandina Îranê bo nav qalikê xwe, li ser maseyê li tenişta hev rûnin û plan û pîlanên hevbeş bikin.
Helbet piştî wê Amerîka dev ji Kurdan jî bernade ku di lîstikê de rola wan a temaşevan hebe, lê Hewlêr jî dizane ku her çiqas Amerîka ji bo wê giring e jî, ji bo peywendiyeke baş li gel Bexdayê û rêgirtina li dijatîkirina Kurdistanê li Bexdayê, divê peywendiyên baş û berjewendiyên hevbeş ên li gel Tehranê jî hebin.
Li gor baweriya min, yek ji tehedayên mezin li ber serokê nû yê çaverêkirî yê Herêma Kurdistanê di sala 2019an de dê pêkanîna wê balansê be, ku eger Amerîka berdewam be li ser guvaşên xwe, karek dê were kirin, lê dijwar be.
Dema civîna Îsraîl û welatên din ên dijminê Îranê dê di heman wê demê de be li gel bîranîna çil saliya peydabûna Komara Îslamî ya Îranê. Di vê çil salan de Tehranê gelek hewl da weke komunîstên serdema Sovyetê, îdeolojiya xwe hinardeyî derve bike û bi vê yekê jî nimûneya din a weke xwe wek dewleta Şîe kopî bike, lê di hewldanê de bi ser neket û di rewşa herî baş de karî dengê Şîeyan li cihên wek Lubnan û Iraqê bike dengê zelal.
Lewma niha her çiqas medyaya fermî hewl dide bîranîna çil saliyê bike ahengeke birûmet, lê dengên rexneyî ku daxwaz dikin Tehran dest ji hinardekirina şoreşa xwe ya mezhebî û zêdexerciyên xwe ji bo wê xewnê li ser hîsaba berîka vala ya Îraniyan berde, roj bi roj bilindtir dibin. Kesên ku dibêjin ji bo vê qonaxê pêwîstiya Tehranê bi dewleta netewî ye, ne mezhebî, roj bi roj bêhtir têne guhdarîkirin. Lewma eger Amerîka bikare bi nerazîbûnên navxweyî destê Îranê ji welatên cîran kurt bike û zêdetir bi rewşa navxweyî mijûl bike, ji bo Hewlêrê rêya avakirina "Kurdistaneke bihêz" dê rasttir bibe, ji ber ku wê demê Tehran kêmtir derfeta wê ya cîbicîkirina ajendaya "perçe ke û zal be" ya navbera Hewlêr û Silêmaniyê hebe.