Koçber.. qurbaniyên trajediyeke jeopolîtîk

Yekîtiya Ewropa (YE) û Komara Belarûsê li hember hev rawestiyane. Serokkomarê Belarûsê Aleksander Lukaşenko wek senaryonivîsê vê dîmena nû ya rêzefîlma koça ber bi Ewropayê ve, ji hêla Brukselê ve tê destnîşankirin.

Di vê dîmena nû de, çend hezar koçber, bi zarok û mezinan ve, bi jin û mêran ve, bi Sûrî, Libnanî, Iraqî, Kurdistanî û Filistîniyan ve ber bi sînorên welatê Polonyayê ve hatine şandin û birêkirin.

Armanceke van koçberan heye. Koçber hişyar in ku Aleksander Lukaşenko wan wek karteke guvaşê bikar tîne ji bo ku cezayên aborî yên YE ji ser rejîma xwe rake.

Aleksander Lukaşenko dixwaze li hember YE wê kartê bikar bîne ku di heman astê de û bi heman rêjeya karta cezayên aborî yên YE li ser welatê wî giran, tund û dijwar e.

Bruksel di sala 2020an de, wek karvedanekê li hember perçiqandina opozisyonê, gewdeyê aborî yê Belarûsê di nava xwînê de gevizand.

Tişta ku îro Aleksander Lukaşenko dike, bertek û karvedan e. Lukaşenko dixwaze bi vê rêyê, ango bi rêya şandina koçberan, gewdeyê YE di nava xwîneke sembolîk de bigevizîne. Bêyî ku çirkeyeke tenê jî li rewş, şert û mercên wan bi hezarên koçberan bifikire ku di bin pileya sifr a cemed û sermayê de ne.

Ji bo têgihiştineke bilez ji fact û rastiyên siyasî yên vê dîmena trajedî, ez ê zûtirkê van çend nîşe û têbîniyên li jêr tomar bikim:

1. Li ser asta çendîtiyê, em li pêşber hejmareke sînordar a koçberan ne. Li gor agahî û zanyariyên ku çend çavkaniyên bawerpê weşandine, di navbera du heya çar hezar kesan li ser sînorê her du welatan e. Ango ev dîmen lap cuda ye. Li ser asta çendîtiyê, ji ya 2015an wexta ku koçber bi şepêlên mezin gihiştin Ewropayê. Ev me dibe ser wê yekê ku qasî em li pêşber krîzeke siyasî ya navbera YE û Komara Belarûsê ne, em ewqasî ne li hember qeyrana koçê ne. Armanca ji vê qeyranê jî zelal e: Serokek dixwaze bide ser her rêyekê, ne ji bo rizgarkirin û parastina gel û welatê xwe, lê belê ji bo rizgarkirin û parastina rejîma xwe ya li ser zordarî û perçiqandinê avabûyî.

2. Trajediya YE di wê yekê de ye ku li hember mijara koç û koçberan rûberên tevger û biryardanê li xwe teng kiriye. Di heman demê de jî, hikûmeta nû ya Polonya di rengekî rikeberiyê de ye bi Brûkselê re û dixwaze ne siyaseta Brukselê, lê belê siyaseta xwe bi koçberan re cîbicî bike. Di rewşeke wiha de ye ku Polonya bi ti awayî ne amade ye ku [Frontex: Ajansa Parastina Sînor û Peravên Ewropayê] sînorên wê biparêze û destwerdanê di rêvebirina wan de bike. Polonya dixwaze bi tena serê xwe biryaran li ser koçberan derxe û bi tena serê xwe jî wan cîbicî bike û beşek ji wan jî berevajî siyasetên YE ne û Bruksel jî vê yekê baş dizane, lê heya niha bêdengî hilbijartiye, mîna ku nexwaze Polonya li hember Belarûsê qels û lawaz bike. Pirs ev e: Gelo heya kû derê Bruksel dikare seba jeopolîtîkê çavê xwe ji Polonyayekê bigire ku benda 33an ji Peymana Jinêvê ku têkildarî mafên penaberan e, bi awayekî aşkere binpê dike?

3. Ev rewşa nû di heman demê de, di berjewendiya wê desteyê de ye ku niha Polonyayê birêve dibe, xasma Serok Andrzej Sebastian Duda ku kesayeteke heya tu bibêjî konzervatîv e (muhafezekar) e û dixwaze şert û mercên xwe li ser YE bisepîne û tew di hin rewş, şert û mercan de qala derketina ji YE dike. Reformên wî di warê yasayê de bûne mijara gengeşeyên sert bi Brukselê re. Niha û li vir, jeopolîtîk li hana Varşova (paytexta Polonyayê) diçe ji bo ku baştir hegemoniya xwe li ser YE ferz bike. Reftara tund ku li ser sînorên Polonya li hember rojnamevan û rêxistinan tê kirin, her kes, alî û welatekî din bikira, dê rasterast biketa ber gef û êrişên Brukselê. Lê di vê rewşa nû de, Varşova ji van gef û êrişên Brukselê parastî ye!

4. Dibe ku êdî dem hatibe ku YE xwe bike xwediya siyaseteke hevbeş û rêzlêgirtî li ser mijara koçê. Nebûna siyaseteke hevpar, tam wek ku di 2015an de qewimî, welatên YE rûbirûyî qeyranên mezin dike. Belarûs, wek çend welatên din, hişyar e ku xala herî lawaz a siyasî û civakî ya YE mijara koç û koçberan e û bi zîrekî vê xalê bikar tîne. Wek çawa Tirkiyê û Mexribê jî di çend çax û demên din de ev xala lawaziyê bikar anîn. Ti mijar, teror jî di nav de, bi qasî mijara koçê li bal civakên Ewropî ne hestyar e! Di heman demê de, heya niha çarçoveyeke tenê ya Brukselê ya hevgirtî, yasayî û sepandî li ser hemî welatên YE nîne û ev jî wiha dike ku xeyaldana bikom a Ewropiyan bi wêneyên nerast ên mijara koçê were tijîkirin.

5. Heke YE xwedî çarçoveyeke hevgirtî û yasayî ya hegemondar bûya, dê niha Polonya bi tena serê xwe biryar li ser qedera wan çar hezar koçberan neda û Bruksel jî tenê rola temaşevan jê re nedima. Rast e Bruksel daxwaz dike li gor mekanîzma lêkolîna takekesî li dosyeyan biryar li ser çarenivîsa koçberan were dan, lê hikûmeta Polonya naxwaze bi ti awayî guh bidêre vê pêşniyarê û bi berevajî dixwaze hilberîna siyasî bi wan bike û xwe wek qehremana parastina welat li hember Bruksel û koçberan manîfesto bike.

 

* Dr. Adil Baxewan: Serokê Navenda Frsanî ya Lêkolîna Karûbarên Iraqê.