Erdoxan û Ehmedînejad bi yek berçavkê li dinê dinêrin!

 

Recep Tayyip Erdoxan, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê, ji wê dema ku bûye serokomarê wî welatî , bi awayekî  eşkere  hinek gotinan dibêje ku ev gotinên wî di nav civaka cîhanî de rastî rexneyên dijwar tên û ev yek Mehmûd Ehmedînejad,Serokomarê berê yê Îranê tîne bîra mirov.

 

Mînaka wê ya eşkere gotinên Erdogan ên ku li ser dîtina Amerîka ji aliyê  misilmanan ve her wisa newekhevbûna jin û zilaman in ku karvedaneke  berifreh  li nav medyaya cîhanî de çêkir. Ehmedînejad jî bi axaftinên xwe yên derbarê  “Holocaust” (komkujiya cihûyan) û înkarkirna wê bala her kesî  kişand ser xwe.

 

Erdoxan di demekê de nêrîna xwe derbarê jinan û zilaman de tîne ziman ku di cîrantiya wî de  cîhan pesna şerê jinên kurd li Kobanî dide û dibêjin nirxeke nû di Rojhelata Navîn de derketiye holê. Erdoxan   demek e ku bi bêtris êrişî ser welatên rojavayî dike û gellek kes dibêjn ew ji tirkên lîberal dûr ketiye û  nêzîkî selefiyan û îslamiyên radîkal bûye.

 

Wisa xuya ye ku Erdoxan hêdî hêdî dibe mirovekî sosret di cîhana siyasetê de. Gotinên wî dibin “Top Story”a  medyayên cîhanî  û helwêsta wî jî mîna ya serokomarê berê yê  Îranê  Mehmûd Ehmedînejad bala her kesî dikşîne  ser xwe.

 

Xwesta vegeriyana serdema berê û nêzîkbûn bi muhafizekariyê di cîhana îslamî de,  tenê ya  serdema me nîne , belkî ev  diyarde di qonaxa  medyayên nû de  dengê wê zêdetir dibe.Drbarê  Ehmedînejad de  belavbûna zêde ya gotinên wî, ji bo wî nasnameyek çêkir ku bi serê xwe bû sedem ew  zêdetir ji berê li dijî  nirx û pîvanên  cîhana modêrn gavan bavêje.

 

Ya ku deng û navê Ehmedînejad di asta cîhanê de belav kir, gotinên wî yên li ser Holocaustê bûn. Roja îro   her kes bi taybetî jî civaka rojavayî Holocaustê weke  karesateke mirovî  dizanin û li gellek  welatan de   nîqaş li ser wê bûyerê hêla sor e. Lê Ehmedînejad bêyî ku bitirse,  Holocaust înkar kir û bi vî awayî jî ji bo xwe nasnameyeke bi pirisgirêk çêkir .

 

Lê rêka muhafizekariyê li Îran û Tirkiyê ji hev cuda ye. Civaka Îranê niha belkî gellekî sekolartir ji demên xwe yên berê be, vê yekê jî valatiyeke mezin xistiye navbera  hikûmet û civakê. Sîstema siyasî û baskên ku desthilat di destê wan de ye, ji bo parastina giraniya muhafziekariyê  bi berdewamî givaşê tînin ser  civakê, lê civak bi giştî berovajî wan kar dike.

 

Li Tirkiyê, rewş ferq dike çimkî li wî welatî ku mîna welatekî laîk hatiye nasîn, êdî ber bi muhafizekariya olî ve diçe. Ya rast, dûrketina nêrîna sîstema siyasî û civakî ya Îranê ji hev roj bi roj zêdetir dibe, lê li Tirkiyê roj bi roj nêzîkî hev dibin. Di şert û merceke wisa de mirov dibêje qey Erdoxan mjûlî  lêdana derbeyên xwe yên dawiyê  bi kultûra sekolartiyê ya  Tirkiyê ye . Mînaka wê ya eşkere jî êrişa li dijî  wekheviya jin û zilaman e ku bingeheke serekî ya civaka sekolar e.

 

Mehmûd Ehmedînejad yek ji wan syiasetmedarên komara îslamî ya Îranê ye ku nêrînên wî bala xelkê cîhanê dikşîne ser xwe. Ew di wextekî bû serokomarê Îranê ku  hikûmeta beriya wî  ya Mihemed Xatemî  di çarçoveya  siyaseta nehîştina pirsgirêkan û gotûbêjên şaristaniyan de hewl dida rûçkê komara îslamî di nav civaka cîhanî bedew nîşan bide.

 

Lê Ehmedînejad ji vê hêlê  ve di civaka cîhanî de xwedî girîngî bû, çimkî Ehmednejad di destpêka şoreşa îslamî ya Îranê de bi komek xwendekarên din ve Balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê girtibû, ev jî di bîra raya giştî ya cîhanê de mabû.

 

Bihara erebî  rûçikek nerm ji îslamê li Tirkiyê  û nûnerê  wê  rêbazê Erdoxan çêkir . Guhertinên  di nav  civaka  cîhanî de û hatina îslamiyan bo ser desthilatê, ev hizra li cem cîhaniyan  bihêz kir ku îslama ku li Tirkiyeyê heye, dikare  bibe modêlek ji bo welatên erebî. Ji ber wê yekê Tirkiye û Erdoxan bûne rûvetên şirînok di hundir û derve de. Lê bihara erebî zêde dirêjî nekir çimkî hêz û desthilat ket destê aliyên radîkal ên mîna DAIŞê, ev jî ji bo Tirkiyê û Erdoxan ku xeyala vegeriyana serdema xilafeta osmaniyan di mêjiyê xwe de çêkirye, weke şikestekê bû.

 

Pêwîstiya zindîkirina serdema osmaniyan ku xeyala Erdoxan e ûdixwaze bibe sultanê koşka  hezarode ya serokomariyê û tevahiya destelatê bixe destê xwe, bûye sedem ku Erdoxan her dem berê xwe bide radîkalên sunnî ku wek kûratiya siyaseta Tirkiyê hatine pênasekirin.

 

Bi giştî mirov dikare bêje ku hewlên Erdoxan weke yên Ehmedînejad e, ew jî hêdî hêdî ji nermîniyê dûr dikeve û ber bi şerê li dijî nirxên cîhanî gavan davêje . Her wiha her du jî ji bo medyaya cîhanî balkêş in , ji ber ku her du bi yek berçavkê li cîhanê dinêrin.