Di bîrekê de, bi tena serê xwe: Mehmet Atli

Hişyar Ozalp

Gelo, dengek dikare bihêle mirov bêsînor û bêdem xwe berde nava temamê qul û qewarên bîra di hundirê xwe de û lê binêre? Dikare bihêle ku mirov noqî binê wê bîrê bibe, pişta xwe bide dîwar û hema bi xwe re têkeve nava hesabekî, bi xwe re aciz bibe û dawiya dawî jî dilê mirov bi mirov bişewite?

Dengê Mehmet Atli, ew dengê ku gotinên stranan û awazên wan jî bêwate dike. Dengê Mehmet Atliyê ku dem û cih jî bêwate dike û bi tena xwe diçe. Bi wê tikûtenêtiya xwe diherike û danûstandin û pêwendiyeke din red dike. Weke her sê pirtûkên Beckett.

Balkêş e lê dema min dest bi xwendina sêmalkiya Beckett kir, Mehmet Atli di guhê min de stran digotin. Ne girîng bû kîjan stran e lê wî her distira. Di rûpelên ewil ên “Murphy” de xwe da der, di dema xwendina “Malone Dimire” de jî ranewestiya û di dema xwendina “Ewa Ku Nav Lê Nabe” de, ew deng dikete cihê gotinên Beckett û êdî min ew deng dixwend. Her du jî bêdem bûn, her du jî nediyar bûn. Her du jî avakarên demeke bêsînor bûn; ew dema ku mirov dixwest tê de ji xwe bireve lê zêdetir rastî xwe dihat û di xwe radibû.

Ez gotinên qelew nakim û nabêjim ev deng vê bandorê li her kesî dike lê dikarim bibêjim; ew kesên ku ji ruhê xwe aciz dibin û di ti zeman û cihî de hilnayên, serî hildidin lê neçar dimînin bi wê qolincê bijîn, dema guh bidin wî dengî, wê êdî di wê dinyaya hiznî de bijîn ku dengê Mehmet Atli ava dike.

Dengê strana Mehmet Atli, gotin, rîtim û awazê jî dide aliyekî

Dengê Mehmet Atli dibe zimanê nakokiyên mirov ên hebûnê. Belkî jî dengê şerê wî yê li gel hebûnê be, hewl û keftelefta wî ya xwebêjî û têgihîştinê be. Dibe ku îsyanek be li hemberî azadnebûn û bêçaretiyê.

Weke ku min berî niha jî got, dengê strana Mehmet Atli, gotin, rîtim û awazê jî dide aliyekî û bêbandor dike. Li wê dinyayê tişta herî girîng deng bi xwe ye. Roja ewil a ku min tê de ew deng nas kir, min fêm kir ku bêmînak e.

Li dinyaya ku ew deng ava dike, ti ferq û cudahî di nava “Dengê Dilê Min”, “Mihemedo”, “No Çi Halo” an jî “Ez Te Baş Nas Dikim” de nîne. Bûne weke hev. Asta rîtma stranê, bandora wê naguhere; her xweser e û her wê hesta lixwegeryan û nedîtinê dide mirov.

Ez hêvî dikim ku ev şîroveya min, bîr û rayeke wiha li cem we çêneke ku ez awaz û gotinên stranên Mehmet Atli bênirx dibînim. Ez ê neheqiyeke wiha nekim. Stranên Mehmet Atli bijarteyên herî taybet ên muzîka me ya hejar in. Jixwe xweşiya stranan, dema ji aliyê kesên din ve jî têne gotin, eşkere ye. Tişta ku ez dixwazim bêjim, derveyî stranê, bandora deng a xweser û serbixwe ye.

Bendewarî ew e ku mirov di dawiya vê nivîsê de ji bo hunermendê ku 30 saliya xwe ya hunerî pîroz dike, bibêje “aqûbet li gelek sîh salên din” jî. Ez ê vê hêvî û awata xwe ji bo Mehmet Atli bibêjim û tiştekî din jî lê zêde bikim; pir baş dizanim ku heta sal heb in wê ev deng jî were guhdarkirin.

Gelek hunermendên ku weke stêrkan diçirisin, di 30 saliya hunerî ya Mehmet Atli de, stranên wî yên naskirî gotine. Hûn rastiyê bixwazin, min hinek ji wan bi vê xebatê naskirin. Mehmet Atli, weke her carê dîsa bi kubarî û nefspiçûkiya xwe û bi hestyariya arkeologekî, bîra hunera me kolaye û ev cewherên nuwaze derxistine pêşiya me. Vê carê, ew stranên ku berê min bi bandora bihêz a dengê Mehmet Atli guhdar kiribûn, min ji dengên nû guhdar kirin û bala xwe zêdetir da ser stranan û tiştên nû keşif kirin. Diyar e wê rêya vî karwanî dirêj be. Mihemedê Me, ne bi tenê ye.

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)