Gelo dengder dê rewşa siyasî biguherin?

Ger şerê Îsraîl û “Eniya Berxwedanê” di hefteya bê de Îraqê gêrî nav şêr neke, nexwe biryar e 20ê Çiriya Pêşîn a îsal, şêniyên Kurdistanê biçin ser sindoqên dengdanê û parlamentoyeke nû ji bo Herêma Kurdistanê hilbijêrin.

Di vê hilbijartinê de jî ji aliyekî ve ji ber ku nerazîbûn û dilgiraniya xelkê gihîştiye gupîtkê û ji aliyekî din ve jî ji ber ku nakokî û hevrikiya li navbera PDK û YNKyê wekî du pêkhênerên sereke yên hikumdariya 32 salên derbasbûyî, heta radeyeke mezin kûr bûye û gefa şikandina destên hevûdin dixwin û soza xopankirina hev didin.

Her wiha ji ber derketina hêzên siyasî yên nû û rikberên nû di qada siyasî ya Kurdistanê de, gelek kes li bendê ne ku guherîneke mezin û bingehdar di rewşa siyasî û hikumdarî ya Kurdistanê de derkeve holê.

Bûyerên mezin li herêmê çênebin, guherînên mezin li Kurdistanê çênabin

Lê ezmûna gerên berê yên hilbijartinan û encamên wan hêviyê nadin guherînên mezin li Kurdistanê. Ev jî çi ji ber wê girêdana erdnîgarî be ku Kurdistan wekî du deverên siyasî dabeşî ser PDK û YNKyê kiriye û bi rêya wan jî bûye cihê hîkarî û meydana Tirkiye û Îranê.

Her wisa bi sedema ku ti hêz û karakterekî din ên siyasî wekî projeya alternatîv a seranserî li meydanê tune ku bêhnê li her du aliyên desthilatê biçikîne û xwedî îradeyeke bihêztir be ji hegemonyaya Îran û Tirkiyê li ser van her du deverên siyasî, hetanî were çaverêkirin ku bibe derhozeya hilbijartinê û Kurdistanê bibe qonaxeke din.

Loma bendewariya asoyeke hêvîdar ji bo siberojeke çêtir, şens û egereke qelstir e ji eger û pêşhateyên ku rewşa Herêma Kurdistanê xerabtir dikin. Di rewşa herî baş de jî ragirtina hevsengiya hegemonyaya herêmî û berjewendiyên hevpar, egereke nêzîktir e ku rewşa siyasî ya Kurdistanê wekî wê bihêle, ne ku biguhere.

Bi vî rengî, xewn û hêviyên gelek ku ji welatiyan re hatine çêkirin û bi vê hilbijartinê ve hatine girêdan, bicihanîna wan dê ne hêsan be.

Guherînên mezin li Kurdistanê girêdayî hevkêşeyên navneteweyî û statûya hêzên herêmî ne. Bûyerên mezin li herêmê çênebin, guherînên mezin li Kurdistanê çênabin. A ku pêvajoya hilbijartinê û dengê gel dikare biguhere yan jî bandorê lê bike, di asteke din de dikare kartêker be û xizmeta pêvajoya hikumdariya Kurdistanê bike, ew e ku xelk guh nede alîgirî û hizbîtiyê û deng bide kesên guncav ku herin parlamentoyê, ji bo Kurdistan bibe xwedî parlamentoyeke ku erkên parlamentoyê pêk bîne, rol û statûya yasayî û destûrî ya parlamentoyê biparêze û bibe faktoreke girîng di nav sîstema siyasî ya Kurdistanê de ji bo hikumdariyeke durist.

Dengderên Kurdistanê dengê xwe bi zanebûn nadin

Lê pirs li vir ev e: Gelo xelk dê vê yekê li ber çavan bigire? Yan tewra di nav partiya xwe ya bijare de jî dê cudahiyê bike û di navbera kesekî guncav ji bo wî karî û kesekî ne hêja de û kesê guncav hilbijêre?

Mixabin ezmûna hilbijartinên borî ew yek jî ji me re îsbat kir ku divê em bibêjin 'Na', dengderên Kurdistanê dengê xwe bi zanebûn nadin.

Ji çaxê ku sîstema hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ji lîsteyên girtî bo lîsteyên vekirî hatiye guhertin, kalîteya parlamenteran û rol û pêgeha parlamentoyê daketiye asteke gelekî nizm.

Berê, partiyan lîsteyên girtî ji bo destnîşankirina kesên ji bo endamtiya parlamentoyê bi kar dianîn, ew kes ji yên ku ji aliyê welatiyan ve bi dengên rasterast hatibûn destnîşankirin, pir hêjatir bûn. Ev yek rastiyeke tal û ne xweş nîşan dide: “Ya ku milet dixwaze ev e!”

Wekî mînak, ger tu gera yekem a parlamentoyê bi gera borî re bidî ber hev, tevî ku ji hêla demê ve bi qasî 30 salî di navbera wan de heye, tevî pêşkeftinên ku di wan 30 salan de qewimîne, asta endamên parlamentoya gera yekem û performansa karkirin, şiyan û pisporiya wan, gelekî di asteke bilindtir de bû ji endamên niha.

Tewra ger kesekî ku qet haydarî û çavdêriyeke wî ji bo rewşa Kurdistanê nebe jî tenê bi xwendina protokolên parlamentoyê, dê kifş bike ku ger li pey gerê, ast û kalîteya parlamentoyê daketiye.

Heta radeya ku parlamento ne tenê ji bo pêvajoya siyasî û hikumdariyê bêkêr bû, li şûnê, li ser Kurdistanê bû bar, ev bobelateke mezin e.

Berî her tiştî welatî berpirsiyar in

Berpirsiyarên vê yekê ne tenê partiyên siyasî ne. Berî her tiştî welatî berpirsiyar in, ji ber ku ev yek li jêr sîwana sîstemeke hilbijartinê ya lîsteya vekirî pêk hat. Xelkê ji kesên çawa hez dikir, partiyan hewl dida kesên ku bi dilê xelkê ne, ji wan re berbijêr bikin.

Binêrin, ji bo karê parlamenteriyê û ji bo saziyeke ku erkê wê yasadanîn e, partiyek yasanas, bêjer û rojnamegerekî zimandirêj li ber destê te datîne, tu wekî welatî, ne kesê yasanas lê yê zimandirêj hildibijêrî!

Welatî wekî dengderên partiyekê bûn ku di nav berbijêrên heman partiyê de, di navbera bijarteya kesekî aborînas û stranbêjekî de, yê stranbêj hilbijartin, ne aborîzan.

Li vir, deng û rola xelkê dê bandorê li rewşa hikumdariyê bike ku bikare kesên guncav û kesên ne hêja ji hev cuda bike. Ji bo siberojeke çêtir û mana te di nav wê rewşê de ku tu jê ne razî yî, pîvan ew e ku tu deng bidî kesine ku bi kêrî wî karî bên, ne ku li ser bingeha ka kî dijûnfiroşekî baş e yan jî kîjan ji wan di TikTokê de û li ser ekranên TViyan baştir diqîre tu rabî wî hilbijêrî û li bendê bimînî ku siberoja te çêtir bike, divê tu ne li tiştên din lê li çelexwariya mêjiyê xwe bigerî!

Her çiqasî hîn jî lap ne misoger e ku dê hilbijartineke paqij û bê sextekarî bê kirin û pergala elektronîk dê ji bo xapandinê neyê bernamekirin lê di egera wê yekê de jî ku dengê rastîn ê welatiyan dê yekalîker be û bibe pîvana nexşe û dîzayna parlamentoya nû, dîsa jî ji sedî sedî ne misoger e ka dengder çi qasî bi zanebûn dengê xwe dide û kê dişîne parlamentoyê. Metirsiya vê yekê ji tezwîr û sextekariyê ne zêdetir be, ne kêmtir e jî.

Berhema nehişyariya dengderan ku parlamentoyek li Îraqê hilberandiye ku komek şehwetbaz dixwazin bi yasayê keçên me yên 9 salî bidin zewicandin.

Ji bo siberoja Kurdistanê jî em bi vê pirsê re rû bi rû ne: Gelo welatî dê parlamentoyeke çawa ji me re hilberînin? Di nav namzedên hemû partî û hevpeymaniyan de, gelek kes hene ku ji bo erkên parlamenteriyê diguncin û hêja ne bibin endamên vê saziya niştimanî ya girîng ku erka wê ya sereke û herî li pêş çavdêriya saziyên hikumdar û derxistina yasayan e.

Lê gelek kesên ne hêja jî di lîsteyên partiyan de hene, ji dijûnfiroş û kesên dest, dev û dawpîs bigire heta kesên ku bi kêrî şerê taxan tên.

Welatiyo! Yê ku di navbera van vebijarkên baş û xerab de hildibijêrî, tu bi xwe yî. Tu dikarî parlamentoyê bikî cihê yasadanderên pispor di warên cuda cuda de yan jî zimandirêj û dijûnderên baş?  

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)