Zindankirina ziman dijatîkirina nîşaneke Xwedê ye
Ziman yek ji diyariyên xwedayî yên herî girîng ji mirov re ye. Hokareke sereke ya ji hev têgihiştinê ye. Herdem beşeke girîng a nasnameyê ye, lewra jî ziman herdem cihê girîngiyê bû.
Wexta ku Xwedê meriv çêkir, berî ku wî nîşanî melekên xwe bide, ew fêrî ziman kir. Ji bo ku yek ji nîşanên xwe yên herî berbiçav nîşan bide, Xwedê kerem dike: (We eleme Ademe elesmaa kûlûka sûmme eredehum ela el melayike) ango (Wî Adem hînî hemî navan kir, paşê ew pêşkêşî milyaketan kir). Wek di vegotinan de hatiye ku Xwedê bavo Adem (S.X) fêrî 700 zimanan kir. Ji bo ku meriv û melekan jî fêrî girîngiya zimên bike.
Di misilmantiyê de, ziman wek nîşana Xwedê hatiye ravekirin: (Wemin ayatîhî xelqûl semawatî welerdî îxtîlafî alsîntîkûm we elwanîkûm îne fî zelîka leayatûn lîlalemîn) ango (Ji nîşan û beratên Xwedê ye, afirandina asîman û zemîn û cudabûna ziman û rengên we ye. Ev nîşan in ji bo zanayan).
Li gor vê ayeta li jor, ziman nîşan û ayeta Xwedê ji evdên wî re ye. Daneke xwedayî ye û divê kesên hinekî dinyayê fêm dikin zimanî biparêzin.
Ji xwe di destpêkê de, Qurana pîroz bi 7 zimanan daket. Ji bo ku erebên deverên cihêreng bikarin bi zimanên xwe (zaravayên) fêm bikin. Hevdem gelek peyvên ne-erebî jî di Quranê de hene ku di esas de peyvên zimanên din in wek kurdî, farisî, suryanî, ibrî, yewnanî, hebeşî…hwd. Wek mînak: Ebarîq, Îbrahîm, istibiriq, Încîl, Tewrat, zencebîl, sicîl, taxût, eden, fîrewn, maiûn, mişkat…hwd.
Peyama sereke ji vê mijarê nîşandana girîngiya zimanên din e. Ji bo ku merivên misilman qet dijatiya zimanan nekin, çunke dijatîkirina zimanên cihêreng:
Yek: Dijatiya Xwedê û nîşanên wî ye. Xwedayê mezin gava ziman afirand wek nîşana xwe hesiband. Nabe misilman hewla qirkirina ti zimanekî bide. Çunke nehiştina ziman tê wateya nehiştina nîşanên Xwedê, ango dijatîkirina Xwedê. Gelo pêkan e tu misilman bî û dijatiya navê Xwedê jî bikî!
Du: Nehiştina ziman hewldana nehiştina sineta Xwedê ye: Mirov bi nijad, ziman û neteweyên cuda cuda hatine afriandin. Ev wek sineta Xwedê tê ravekirin. Xwedê kerem dike: (Welew şaa Allahû lecehela elnase umeten wahîde) ango (Heke Xwedê bixwesta dê meriv bikira yek milet), îcar ku Xwedê nexwestiye xelkê dinyayê hemî yek gel bin, nexwe xwesteka Xwedê ew e ku mirov gel û miletên cihê bin, her kesek jî hewla nehiştina vê rengîniyê bide, wek hewla nehiştina sineta Xwedê dabe û dijatiya xwesteka Xwedê kiribe. Gelo pêkan e tu xwe wek misilman û rêberê misilmanan bibînî û dijatiya xwesteka xwedayê xwe jî bikî?
Sê: Dijatîkirina ziman, dijatîkirina sineta pêxember e (S. X): Di vegotinên misilmanan de tê ku Pêxember Mihemed (S. X) bi Selmanê Farisî re bi zimanê farisî axiviye. Ferman jî li Zeydê kurê Sabit kiriye ku fêrî zimanên suryanî û îbrî bibe. Hedîseka rast a tenê jî ji pêxember nehatiye bihîstin ku dijatiya zimanekî din kiribe. Ango dijatîkirina ziman wek dijatîkirina sineta pêxember e (S. X) ku pirzimanî pejirandiye û rêz lê girtiye. Ez nizanim çi rewatiyeke wan kesan heye ku xwe wek hilgirên mîrata wê kesayeta girîng dibînin lê berevajî sineta wî tevdigerin û hewla mihandina zimanên din didin?
Çar: Pêşewayên şîe bi hemî zimanan dizanibûn: Li gor çîrokên şîeyan, pêşewayên wan ku 12 kes in bi hemî zimanan dizanibûn. Di vî alî de, Şêxê Mufîd 34 hedîs vegotine ku hemî tekez dikin ku pêşewayên şîeyan zimanên cuda dizanîn. Ev girîngiya zimanan li cem wan pêşewayan nîşan dide, berî hemiyan jî Eliyê kurê Bavê Talib ku dibêje: “Mirov du cure ne, yan birayên te di olê de ne yan jî hevawayên te di çêbûnê de ne”. Ango her hewldaneke nehiştina zimanên cuda berevajî sincî, rêbaz û bîr û baweriyên wan pêşewa û pêşengên rêzdar e.
Herçî kelepûra îslamî ku heye jî û qala pîroziya zimanê erebî dike, qet bi hîmên cihgirtî yên îslamê re li hev nake. Lê ji bo vê mijarê nivîsîna gotareke taybet lazim e.
Di encamê de, ji me re zelal dibe ku di aliyê olî de geşkirina ziman û parastina wî bi olê re li hev dike. Berevajî vê, her hewldanek ji bo mihandin, lawazkirina û nehiştina ziman, bi çi amûr û rêyekê dibe bila bibe, wek hewldaneke li dijî olê tê ravekirin.
Li ser asta civaka navdewletî jî girîngiyeke herî mezin a ziman heye. UNESCO ku ajansa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya taybet bi perwerde, zanîn û rewşenbîriyê ye, tekeziyeke mezin li ser parastina zimanên cihêreng dike. Di vî alî de, şopandina wê ya berdewam ji bo zimanên cîhanê heye.
Li gor etlesa zimanên li jêr gefa nemanê, ku ji hêla UNESCOyê ve hatiye amadekirin, metirsiyeka mezin a nemanê li ser 2500 zimanan heye. Li gor zanyariyên wan, her du hefteyan zimanek li cîhanê namîne, bi temamî winda dibe û êdî guhê ti kesî li axêverên wî nabe. Li gor wê amarê jî salane 25 ziman dimirin.
Li gor şopandinan, zimanê Resígaro yek ji wan zimanan e ku metirsiyeke mezin a nemanê li ser heye. Piştî kuştina xwişka wî Rosa Andrade, Pablo tekane kes e ku bi wî zimanê amazonî yê kêmpeyda biaxive. Lewra hikûmeta Peru hewla berhevkirina peyvên wî zimanî û danîna rêziman ji bo wî zimanî dide.
Metirsiya nemanê ne tenê zimanên Asya û Afrîqayê li xwe digire, lê ev gef gihiştiye piraniya welatên dinyayê. Tew ev metirsî li ser welatên wek Norwec û Swêdê jî heye.
Ji tomeriya 6 hezar zimanên zindî yên dinyayê, tenê di van sê nifşên dawî de nêzîkî 200 ziman neman.
Şer, koça neçarî, bêtar û cîhangirî sedemên sereke yên li pişt nemana zimanan in. Di demekê de ku îslam li milekî û UNESCO jî li milê din tekeziyê li ser parastina zimanan dikin, UNESCO bangewaziyê dike ew ziman werin bikaranîn û ji mirinên werin rizgarkirin, çunke ne tenê zimanê deverekê yan komeka taybet a xelkê ne, lê belê kelepûreke însanî ya nirxdar in.
Lê belê hêj li civakên me, zimanên cuda têne qedexekirin, mamostayên wan dikevin quncikên zindanan, bi şêwazên cihêreng plana jinavbirina wan tê danîn, ev jî ji me re dibêje ku her hewldaneke nehiştina zimanên cuda ji ol, şaristanî û pêşketinê dûr û xerîb e.