Çima Konferansa Guherînên Keşûhewayê (COP28) ji bo Herêma Kurdistanê girîng e?

Konferansa Guherînên Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ku bi navê COP28ê tê nasîn, ne tenê cihê girîngiya welatên pêşketî ye lê herwiha ji bo welatên nûpêşketî, Îraq û Herêma Kurdistanê jî di nav de, girîng e. Bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê ku aboriya wê li ser bingeha pêşxistina çavkaniyên gaz û petrolê hatiye avakirin, pir girîng e.

Niha bi mebesta bikaranîna navxweyî, Herêma Kurdistanê her roj nêzî 250 hezar bermîlên petrolê berhem tîne. Eger hinartina petrolê jî dest pê bike, tê pêşbînîkirin ku asta berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê bi lez bilind bibe.

Digel ku Herêma Kurdistanê beşek ji welatekî federal e ku nêzî ji sedî 90ê dahata xwe ji hinartina petrolê bi dest dixe lê armancên jîngehparêzî yên ku di 21emîn Konferansa Seqayê ya Neteweyên Yekbûyî li Parîsê ji bo kêmkirina asta belavkirina gazên ziyandar hatine danîn da ku pileya germiya erdê heta sala 2030î ji 2 pileyan zêdetir nebe, ji berê ve bûn sedema kêmbûna qebareya hilberînê di sektora petrola Herêma Kurdistanê de.

Berevajî salên piştî 2007an ku xwestekeke mezin li ser hilberînê ji aliyê kompanyayên petrolê yên cîhanî ve li Herêma Kurdistanê hebû, di çend salên borî de ji ber dilgiraniyên jîngehparêziyê û çend sedemên din, aniha daxwazeke berbiçav li ser veberhênana li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê nayê dîtin.

Lê her çend armancên jîngehparêziyê yên Neteweyên Yekbûyî kelemên darîçav ji bo sektora nefta Herêma Kurdistanê çêkiriye, di heman demê de dikare derfetên mezin ên veberhênanê jî di warê enerjiyên nûbûyî de ji bo Herêma Kurdistanê peyda bike.

Heta çend mehên dawî, piraniya dahata Herêma Kurdistanê bi rêya hinartina rasterast a petrolê dihat bidestxistin. Tewra heke Herêma Kurdistanê vêga jî pişka xwe ya dadmend ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve wergire, hatiye pabendkirin ku rojane herî kêm 400 hezar bermîlên petrolê berhem bîne.

Xebitandina zeviyên petrolê li Herêma Kurdistanê ji bilî mijar û sedemên din ên eşkere, ji ber fikar û dilgiraniyên jîngehê jî zehmet bûye. Pabendiya bi bi standardên jîngehê, xerciyên berhemanînê jî zêde dike.

Li kêleka Konferansa COP28ê, bi giştî 50 şirketên mezin ên petrolê ku nîvê hemî berhema neftê ya cîhanê berhem tînin, vê hefteyê soz dan ku heta sala 2030î, pabendî dawîanîna li belavkirina gaza metanê û şewitandina gaza girêdayî neftê bin. Ev bi serê xwe nîşan dide ku armancên jîngehê dê di salên bê de çawa xebitandina zeviyên neftê û berhemanîna petrolê dijwar bikin.

Mîna kompanyayên din ên navdewletî, divê kompanyayên berhemhênerên petrolê li Herêma Kurdistanê, pirsgirêka belavkirina gazên ziyandar çareser bikin, bi rêya çend tedbîrên wekî kêmkirina derxistina gaza metanê, neşewitandina gazên ku şewitandina wan ne pêdiviyeke wisa lezgîn e, xebitandina materyalan bi rêya elektrîka ku ji çavkaniyên nûbûyî tê berhemanîn, bikaranîna teknolojiyên wergirtin û komkirina karbonê û bikaranîna hîdrojena kesk a ku jîngehê qirêj nake di rafîneran de.

Ev çareseriyên jîngehparêziyê veberhênana bêtir li zeviyên neftê hewce dikin. Ji ber vê yekê baştirîn siyaseta enerjiyê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xasma piştî ku li ser mijarên petrol û budceyê bi Bexdayê re li hev bike, ew e ku bi raçavkirina pîvanên jîngehî yên pejirandî çarçoveyeke nû ji bo bikaranîna zeviyên petrolê deyne.

Serokê Fransa Emmanuel Macron di Konferansa COP28ê de ragihand "Berhemanîna enerjiyê ji çavkaniyên nû negihaştiye wê astê ku em bikarin pişta xwe bidin enerjiyên kevneşop."

Gelek serkirdeyên din ên cîhanê bawer dikin ku ji bo peydakirina hewcedariyan, divê qebareya berhemanîna enerjiyên nû 3 caran li asta niha were bilindkirin. Ji ber vê yekê berdewamiya berhemanîna petrol û gazê li gor pîvanên jîngehparêzî û ragihandina stratejiyeke nû ya berhemanîna enerjiyên nûbûyî di berjewendiya aborî ya demdirêj a Herêma Kurdistanê de ye.

Devberdana ji piştgirîkirina sotemeniyên kevneşopî û pişgirîkirina enerjiyên nûbûyî bi rêya kêmkirina bacê û bacên gumrikê ji bo şirketên ku teknolojiyên enerjiya nûbûyî hawirde dikin an jî mijûlî projeyên wiha ne, dikare arasteya hilberîna di warê enerjiyên nûbûyî de li Herêma Kurdistanê bi radeyeke darîçav lezgîntir bike.

Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber rewşa wê ya niha ya aborî û darayî ku di encama pirsgirêkên wê yên bi Bexdayê re derketine holê, zehmet e bikare rasterast veberhênanê di warê enerjiyên nûbûyî de bike, lê dîsa dikare nav di sektora taybet bide û karê wê hêsantir bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bi rêya du çavkaniyên darayî yên navxweyî û navdewletî beşeke berbiçav ji sermayeya pêwîst ji bo sektora taybet dabîn bike da ku bikare projeyên warê enerjiyên nûbûyî bi cih bîne; Çavkaniya yekem çavkaniya navxweyî ya hikûmeta Îraqê û Banka Navendî ya Îraqê ye, ji ber ku destpêşxeriyên wan ên cuda cuda ji bo cîbicîkirina projeyên warê enerjiyên nûbûyî û projeyên din ên jîngehê hene.

Wezîrê Jîngehê yê Îraqê Nizar Amêdî vê hefteyê di Konferansa COP28ê de daxuyand ku ew dê piştgiriyê bidin projeyên jîngehê û seba vê meremê biryar dane ku heta sala 2030î, bi tibaba 100 milyar dolarî sermayeyê ji bo van projeyan veqetînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare seba sûdwergirtina ji wê sindoqa mezin bi hikûmeta Îraqê re bikeve nav danûstandinan û kompanyayên Herêma Kurdistanê jî ewqas şiyana wan di vî warî de heye ku projeyan cîbicî bikin.

Çavkaniya din a darayî ji bo fînansekirina projeyên jîngehê, nemaze berhemanîna enerjiyên nûbûyî, çavkaniya navneteweyî ye. Di Konferansa COP28ê de, Îmaratê bi serê xwe damezrandina foneke 30 mîlyar dolarî ragihand ku dê mezinahiya wê heta sala 2030î bilind bike û bigihîne 250 mîlyar dolarî.

Ew fon armanc dike ku projeyên têkildarî jîngehê li welatên nûpêşkeftî fînanse bike. Têkiliyên Herêma Kurdistan û Îmaratê stratejîk û bêhempa ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare rasterast ji wê sindoqê bixwaze ku projeyên jîngehparêzî yên Herêma Kurdistanê fînanse bike. Ji bilî Îmaratê, têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên pir baş bi piraniya welatên endamên G7 re hene. Navtêdanên cihê yên her yekî ji van welatan seba fînansekirina projeyên jîngehê li welatên din ên hevalbend û nûpêşkeftî hene.

Mînakek ji van welatan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo mijara guhertinên avûhewayê John Kerry Herêma Kurdistanê pir baş dinase û peywendiyên wî yên zehf nêzîk bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re hene. Amerîka bi rêya Saziya Darayî û Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê (DFC) dikare projeyên girêdayî berhemanîna enerjiyên nûbûyî li Herêma Kurdistanê fînanse bike.

Ji ber vê yekê, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê ji bo kêmkirina asta belavkirina gazên ziyandar di sektora xwe ya neft û gazê de kar bike û standardên parastina jîngehê li ber çav bigire, lê divê ligel hevpeymanên xwe yên bihêz jî danûstandinan bike ji bo cîbicîkirina enerjiya nûbûyî û projeyên din ên jîngehparêziyê yên ku sektora taybet dikare cîbicî bike, fînanse bike.