Ew rojên ku garan bi kom dibirin
Encamên hilbijartinên pêş ên Bexdayê her çi û çawa jî bin, ji bilî drûşmên birîsqedar ên qewareyên siyasî, armanca wan wergirtina post û kursiyên bingehîn ên Bexdayê ne.
Siyaseta Îranê ji destpêka rizgarkirina Iraqê heta niha li ser bingeheke neguher pêşve çûye. Îran dixwaze her çawa be postê serokatiyab hikûmetê di destê şîeyan de be û di nava wan jî de di destê wan kesan de be ku bi awayeke misoger alîgirê Îranê ne.
Serokomarî jî di destê Kurdan de be û bi tevê ku ev post şiklî ye lê dîsa di destê Kurdan de be, ne di destê erebekî sunnî û nasnameya erebî ya Iraqê têk bişkîne.
Di dema derbasbûyî de û herwiha di dema xula duyemîn a serokomariya Talebanî de eşker bû, ku li Bexdayê ti desthilatekî cîbicîkar û yasadanan di destê Kurdan de nîne û bi postekî şiklî hatine xapandin.
Pêdagiriya Kurdan a li ser vê postê zêdetir ne dozekî siyasî lê têrkirina heza navûdengê Talebanî bû (ku Talebanî di dema nivîsandina destûrê de ev post ji xwe re danî bû), ji aliyekê din ve jî mekanîzmayek bû ji bo rolgirtina herdu serkirdeyên Kurd Barzanî û Talebanî. Lê paşî ew post û îmtiyaz bû milkê malbata Talebanî û ji pêgehekî siyasî zêdetir weke çavkaniyeke darayî lê dihate meyzekirin.
Ji ber vê yekê jî di çar salên derbasbûyî de bi tevê hemû binpêkirinên destûrî yên Bexdayê kirine, tenê carekî jî Serokomar newêrî parêzeriya destûrê bike. Herwiha dema ku Dadgeha Destûrî li hember birîna bûtçeya Kurdistanê di qazanca Kurdan de biryar da, Serokomar nekarî helwesteke yekalîker nîşan bide. Li hember hemû pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de yan bê alî bûye yan jî tenê hêvîxwaz bûye!
Çend meh mane ku Serokomar posta xwe bicîh bihêle û hê nû rabûye li ser bûdceya sala 2018ê Serokê Parlamentoyê dide dadgehê! Ev kirdarên nimayîşî ne, ku ew bi xwe jî dizane ti sûdeke wan nîne û êdî dem derbas bû û feyde nake. Tenê helwestekî Serokomar li ser referandûmê dikariya gelek tiştan biguhere û dikariya pêşiya wê malwêraniyê jî bigre.
Kî dibe serokomar?
Ji ber ku êdî posta serokatiya Herêma Kurdistanê nemaye êdî ew parvekirina 12 salên derbasbûyî ya li ser postên Bexda û Hewlêrê jî bidawî bûn. Helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya di vê derbarê de zelal e û bi tevê wê yekê ku tê gotin postê serokomariyê para Kurdan e (ku herweke Lûbnanê ev yek bi yasa û destûrê nayê birêxistinkirin, tenê berhema rêkeftina siyasî û daxwaza Îraniyan bûye), lê êdî PDK ne amade ye postê serokomarî û herwiha parêzgariya Kerkûkê jî bide Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), yan jî ji bo wergirtina vê postê piştgiriyê bide YNKê.
Malbata Talebanî pêşniyara ku posta serokomariyê bidin Berhem Salih qebûl nekir, ji ber ku baş dizanin êdî pêşkeşkirina vê postê ne di desthilata wan de ye.
Ji niha ve navendên Erebî û Tirkiye jî dixwazin vê carê vê postê bidin Erebekî Sunnî, şiklî Iraqê ji welatekî şîe û bendeyê Îranê vegere û bibe xwediyê nasnameyeke Erebî. Bi vî awayî bikarin peywendiyên xwe yên li gel Bexdayê jî baştir bikin, çavkaneiyeke zêdetir ji bo avakirina navçeyên wêranbûyî yên Sûnniyan peyda bikin. Ji lewra jî di nava Erebên Sûnnî de çendîn kes hene, ku dixwazin para serokomariya Iraqê di dema pêş de ya wan be.
Kurdan di dema derbasbûyî de ti xêreke wiha ji wê post û desthilata bi şikl û şemalî nedît. Lewma eger îsrarê li ser wergirtina vê postê bikin dê bibe xeletiyeke mezin. Dewsa wê wergirtina postê serokatiya parlamentoyê ji bo Kurdan bijardeya herî baş e û bi vî awayî Kurd dikarin di geşedanên Bexdayê de bibe xwediyê rol. Bi vî awayî parlamento jî li ser bingeha piranî û kêmanî nabe cihê dek û dolabên li dijî Kurdistanê. Herweke çawa di çar salên derbasbûyî de bi dehan yasa derketin, ku beşek wan ne tenê li dijî Kurdan bû, bi temamî û bi eşkere ji bo cezakirin û tembîhkirina gelê Kurdistanê bûn.
Wergirtina postê serokatiya parlamentoyê dê pêgeha Kurdan li Bexdayê bihêztir bike û di paşerojê de ji bo her danûstandinekî jî dê destê Kurdan bihêz bike. Herwiha dê bandora Hewlêrê jî li ser biryarên siyasî zêdetir bike.
Başiyê neke bila xirab nebe!
Projeyasaya çaksazî û xanenişînî ya mûçe û dermaleyan, ku di meha Sibatê de hikûmetê hinarde parlamentoyê, eger ne ji ber çavçilekî û mijûlkirina hinek parlamenteran neba, niha dibe ku hikûmetê bikariya bi yekcarî paşvefta li ser meaşan rake. Çimkî bi vî awayî zêdetirî 100 milyar dînaran vedigere xezîneya hikûmetê.
Bêguman di pêş hilbijartinan de piraniya partiyan dizanin, ku pêngaveke wiha ne xweş e. Partiyên mezin ji aliyekê ve ditirsin, ku bi cîbicîkirina vê yasayê dengderên wan aciz bibin û partiyên opozîsyonê jî ditirsin, ku hikûmet bi vê pêngavê êdî destê xwe bi pişta xwe ve girê bide û êdî qewama meaşan û debara jiyana xelkê ji wan re nebe hêcet. Lewma divê hikûmet ji parlamentoyê bixwaze ku vê yasayê bi awayeke lezgîn û di rûniştineke vekirî de bixe ber guftûgoyeke dawîn da ku derfeta mûzayedeyê li ser vê mijarê nemîne.