Berû zimanekî yekbûyî ve: Tewang û Veqetandek
Berû zimanekî yekbûyî ve (5)
Tewang û Veqetandek
1- Danasîn
a. Nav ji hêla zayendê ve sê beş in:
- Navên nêrza wek: kur, hesp, dîwar…
- Naven mêza wek: keç, mehîn, dar …
- Navên bêlayen wek: heval, dost, hevkar …
b. Nav ji hêla nasînê ve jî dû beş in:
- Navên nas (nasyar):
Di şêwezarê Kurmancî de hemû navên xwerû û lêkdayî di reseniya xwe ya xwezayî de ku nîşandekên nenasiyê negihiştibin wan, ew nav nas in wek: dar, sorgul , ciwan…
- Navên nenas jî ew nav in ên ku yek ji van her dû nîşandekên nenasiyê "ek" û "in" gihiştibe wan, wek: darek - darin, sorgulek - sorgulin, ciwanek - ciwanin …
Me amaje bi wan zanyarîyên çûyî kir, tenê ji bo ku em wan di bîra xwe de bînin û pirsgirêkên mijara xwe bi wan zelal bikin:
Em dizanin ku hemû navên nas di raweya tewangê de bi van nîşandekan "î, ê, an" tên tewandin wek:
- Ez çûm mala Ehmedî.
- Ev pirtûka Zînê ye.
- Kî ji hevalan ne amade ye?
- Ew nîşandek bixwe digihêjin navên nenas jî wek:
- Ez çûm serdana dostekî.
- Min silav li hevalekê kir.
- Em çûn serdana nexweşinan.
Ev veqetandekên navan "ê, a, ên" di palvedanê (îzafê) de digihêjin navan û wan ji cûr û celebên wan vediqetînin wek:
- Dengê bilbilekî tê min.
- Keça min diçe bazarê.
- Rojên havînan dirêj in.
Kêşeya aloz di mijara me de ya ku me ev lêkolîn bo wê terxan kiriye tewanga navên yekjimar ên nenas û veqetandekên wan e.
Anku, eger navekî nenas di raweya tewangê de be û li pey wî nîşandeka veqetandekê bê xebitandin kêşeya rastnivîs û bilêvkirina wî navî derdikeve holê, mînak:
1. Ez hespekî-ê Memo dibînim. (ez hespekî ji hespên Memo dibînim )
2. Ez mehînekê-a Memo dibînim. (ez mehînekê ji mehînên Memo dibînim)
Di mînaka 1ê de dû dengdêr "î, ê" gihiştine hev , yek ji wan tê avêtin û di mînaka 2yê de jî "ê, a" li pey hev hatine, yek ji wan tê avêtin. Gelo nîşandeka avêtî kîjan e?
Di mînaka 1ê de piraniya Kurmancîaxêvên bakûr û rojavayê Kurdistanê veqetandekê davêjin.
- Ez hespekî (…) Memo dibînim.
- (Ez hespekî Memo dibînim.)
Li nav êlên koçerên Dêrika Hemkoyê û hin gundewarên wê, nîşandeka tewangê "î"yê davêjin wek:
- Ez hespek (…)ê Memo dibînim.
- (Ez hespekê Memo dibînim.)
Di mînaka 2yê de jî piraniya Kurmancan vê mînakê bi vî şêweyî dixebitînin:
- Ez mehîneke Memo dibînim.
Vêca pirs ev e: Gelo ev "e" ji çi hatiye!? Ji nîşandeka tewangê "ê"yê sivik bûye yan ji sivikbûna veqetandeka "a"yê ye!?
Hin koçerên Dêrika Hemkoyê mînaka 2yê jî bi avêtina nîşandeka tewangê "ê"yê dixebitînin:
- Ez mehînekê-a Memo dibînim
- Ez mehînek (…)a Memo dibînim.
- (Ez mehîneka Memo dibînim.)
Da ku em zanibin kîjan nîşandek ji wan her du nîşandekan (tewang, veqetandek) tê avêtin em ê li helbestên xwe yên klasîk vegerin.
Melayê Cizîrî dibêje:
"Wer dilo da çin temaşaya ciwananên çîmen
Wê hilanî ser bi naz û sayeban daye niyaz"
Diyar e ku di peyva "ciwananên" de nîşandeka tewangê "an" û ya veqetandekê "ên" li pey hev hatine, bêyî ku yek ji wan bê avêtin.
Şirovekerê dîwana Cizîrî, Mela Ehmedê Zivingî, di şirovekirina peyva "ciwananên" de dibêje: Ew jî mîna peyva "ciwanên "komjimara "ciwan" e.
Şirovekerê dîwana Cizîrî yê duyê, Mela Ebdiselamê Nacî, bo wê peyvê dibêje: Ew jî weke "ciwanên" kombêjeya "ciwan" e, lê Kurd vê peyvê bi kar nayînin.
Bi dîtina min ev raweya kombêjiyê di serdemên dêrîn (kevn) de di zimanê me de hebû û dihat xebitandin.
Di peyva "ciwananên" de dû nîşandekên komjimarê hene "an, ên" li dirêjahiya serdemên gorankarî û sivikbûna zimên yek ji wan nîşandekan hatiye avêtin û ya dî wekû nîşana komjimara peyva "ciwan" maye:
ciwananên = ciwan…ên = ciwanên
Bi demê re hemû navên ku bi raweya "ciwananên" bûbûn kom hatin jibîrkirin û bi raweya "ciwanên" hatin xebitandin, tenê 5 nav di Kurmancî de mane û heta nuha jî bi wan her dû raweyan tên xebitandin, ew nav jî ev in: Ap, xal, xezûr, kirîv û meriv.
Di vê pêvajoyê de pirsek xwe dide pêş: Gelo çima ew navên ku bi her dû nîşandekên "an, ên" bûne kom, tev sivik bûne û bi "ên"ê tenê komjimara xwe berçav dikin lê ew "5" navên destnîşankirî weke xwe mane!?
Bi baweriya min ew nav jî ketine ber pergala sivikbûna zimên lê bi sedema watedariyeke balkêş wan kombêjiya xwe ya resen parastiye. Anku ev her 5 nav bi her dû raweyên kombêjiyê tên xebitandin. Her raweyek wateyeke cuda numa dike:
Ap:
1. Apên me: Birayên bavê me.
2. Apanên me: Xizmên bav û apên me, wek pismam û pisê pismaman û yên bi wan ve girêdayî.
Xal:
1. Xalên me: Birayên dayika me.
2. Xalanên me: Mirovên xalên me yên nêz û dûr ên girêdayî wan.
Xezûr:
1. Xezûrên me: Bavên hevjînên me (pirtir ji hevjînekê).
2. Xezûranên me: Xizmên xezûrên me wek kur, bira, pismam û hemû kesên têkildarê mirovatiya wan.
Kirîv:
1. Kirîvên me: Kirîvên xwînê, kur û neviyên wan.
2. Kirîvanên me: Mirovên kirîvên me yên nêzîk û dûr.
Meriv:
1. Merivên me: Merivên nêzîk wek ap, pismam, xal û zaroyên wan.
2. Merivanên me: Mirovên me yên dûr û yên têkildarên wan.
Di encama vê şirovekirinê de em dikarin bibêjin ku ev kombêjiya bi tewang û veqetandekê "an , ên" di serdemên dêrîn de pêk hatiye wek: ciwananên, apanên, xalanên…
Di qonaxên sivikbûn û şayikbûna zimên de ev kombêjî "ciwananên, apanên" bûye "ciwanên, apên".
Anku nîşandeka tewangê "an" hatiye avêtin û veqetandekê li şûna wê erkê kombêjiyê bi xwe ve girtiye (ciwan…ên = ciwanên, apan…ên = apanên).
Li vê gorê em ê li navên "hespekî" û "mehîneke" di mînakên destpêka mijarê de vegerin û wan bi wê rêbaz û rêpîvanê vekolin :
Ez hespekî Memo dibînim.
Ez mehîneke Memo dibînim.
Li gora rêbaza sivikbûna wan navên çûyî (apanên, xalanên… ) em ê van her dû navan "hespekî Memo", "mehîneke Memo" vekolin:
- Ez hespekî Memo dibînim.
- (Ez hespekî ê Memo dibînim)
- Bi avêtina nîşandeka tewangê "î"yê:
- (Ez hespek… ê Memo dibînim.)
- (Ez hespekê Memo dibînim.)
-Anku ez yek hespê Memo dibînim
- Ez mehîneke Memo dibînim.
- (Ez mehînekê a Memo dibînim.)
Bi avêtina tewangê:
- (Ez mehînek… a Memo dibînim.)
- (Ez mehîneka Memo dibînim.)
- (Ez yek mehîna Memo dibînim.)
Li dûmahiya vê lêkolînê pirsek xwe davêje rojevê: Eger rast raweyên "hespekê, mehîneka" sivikbûna navekî tewandî û palvedayî bin, gelo raweyên "hespekî, mehîneke "wê ji çi hatibin!?
Bi dîtina min şêweyê "hespekê, mehîneka" ew şêweyê resen e û forma "hespekî, mehîneke" ji wî şêweyê resen hatiye der. Ji ber ku:
1- Dengê "î" û "ê" di "hespekî" û "hespekê" de nêzî hev in dibe ku li dirêjahiya demê ew her dû deng bi hev hatibin guherîn û "hespekê" bûbe "hespekî".
2- Dibe jî ku tîpa "a" di "mehîneka" de sivik bûye û bi şêweyê "e"yê di peyva "mehîneke" de hatiye xebitandin. Ez bi xwe jî meyldarê vê hevguherînê me.
Li ber ronahiya vê şirovekirinê ez dibînim ku raweya "hespekî, mehîneke" ya pirbelav (ji çi hatibe, çilo hatibe) gerek bi wê belavbûna xwe ya berfireh bê xebitandin û weke raweyeke cihgirtî û pirbelav bê dîtin (bila şaşiyeke gelêrî be jî).
Raweya "hespekê, mehîneka" jî gerek wekû raweyeke resen ji berkêşanên tevna zimanî bê dîtin û kesên wê raweyê dixebitînin jî ne şaş in, wan xwe bi reseniya zimên ve girê daye.
Amûdê 20/09/2024
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)