Pirtûkan bişewitînin!


Dîroka şewitandina pirtûkan vedigere wê serdema ku mirov ji bo yekem car dest bi nivîsandin û weşandina pirtûkan kir. Diyar e şewitandina pirtûkan berî ku wek karekî şênber bê dîtin, bi rastî hênceteke ji bo perçiqandina bêrehm a hemû bîr û hizrên cuda û kuştina mirovan.

 

Em dikarin bêjin ku şewitandina pirtûkan wek hêmayekê, wek îmajekê wek Baudrillard dibêje, bûye behaneyek ku mebesta wê ya rasteqîn û sereke fewitandina bîr û hizr û di heman demê de kuştin e. Kesê ku fermana şewitandina pirtûkekê dide, mebesta wî ne tenê sansor e, mebesta wî ne tenê pêşîlêgirtina derbirîna bîr û baweriyên cuda ye, lê mebesta wî kuştin û fewitandina wan mirovan e ku cuda difikirin.

 

Helbestvanê Alman ê sedsala 18an Heinrich Heine rast digot: Li cihê ku pirtûkan dişewitînin, dê di taliya talî de mirovan jî bişewitînin. Dîrokê teqez kiriye ku şewitandina pirtûkan destpêkeke ji bo kuştina mirovan.

 

Êrişa sîstematîk a dagîrkeran wek êrişa Îskenderê Mezin (Îskenderê Makedonî), Mexol, Ereb, Siltanê Xeznewî û…hwd li ser welatên din, tevî ku pirtûkxaneyên van welatan dikirin armanca xwe, herwiha rê li ber hegemonî û sepandina çand û kultûra artêşa dagîrker vedikirin.

 

Dibe ku mînakeke berçav şewitandina mexzenên pirtûkan di sala 1933an de be ku ji aliyê Almanyaya Nazîst ve bêtirî 25 hezar pirtûkan hatin şewitandin û bûne êzinga agir bi hênceta ku ev pirtûk gendel in û bîr û baweriyên ciwanên Alman ji rê derdixin û têk dibin!

 

Bi awayekî giştî em dikarin bêjin ku têkbirina berhemên kultûrî bi şêweyeke nekontrolkirî wek şewitandina pirtûkan dikeve qalibê Vandalîzmê. Lê dema ev Vandalîzm xwe bi îdeolojiyeke taybet seferber dike, hîn bêtir metirsîdar dibe.

 

Berî demekê gotarbêjê nimêja înê yê Tehranê bi riya wê mînbera fermî ya hikûmetê hişyarî da rêveberên Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li Tehranê û got: Eger ciwanek pirtûkeke (gendel) bikire û bibe malê û bi riya wê xwişk, bira, dayik û bavê xwe ji rê derxe, hûn berpirs heta roja Qiyametê li jêr xezeba îlahî dimînin!

 

Ev bi dirustî dişibe gotinên Wezîrê Propagandaya Almanyaya Nazîst Goebbels dema di merasîma şewitandina kitêban de, dabaşa pirtûkên gendel dike. Tevî ku ev herdu Vandalîzm di du arasteyên îdeolojîk ên cuda de dimeşin jî, lê taliya talî eynî berhemê bi dû xwe de tînin: Şewitandina pirtûkan û şewitandin û bidarvekirina mirovan.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê, di destpêka şoreşa gelên Îranê de Pasdarên Komara Îslamî diavêtin ser malan û her maleke ku pirtûkên kurdî yan çepgir lê hebûna, xwediyên wan bidarve dikirin. Mela û Nazîst di vê xalê de dibin yek: Nazîst bi şewitandina pirtûkan û dûre şewitandina mirovan, mela jî bi qedexekirina pirtûkan û dûre îdamkirina mirovan!

 

Mînakên bi vî rengî li Komara Îslamî pir in. Dawiya sala 1384ê hetavî, di dema dewleta nehem de biryar hat dayîn ku pirtûkên girêdayî jinan û pirsên jinan bên qirrkirin! Tirsa van hikûmetên îdeolojîk ji pirtûkan xew li çavên wan heram kiriye.

 

Rêberê Komara Îslamî di hemû civîn û dîdarên xwe de hişariyê dide berpirsên hikûmetê ku li bandora kultûr û çandê miqate bin. Newroza par wek hertim behsa dilgiraniya xwe ya çandî kir û dîsa dabaşa hegemoniya kultûrî kir.

 

Diyar e stratejiya kultûrî ya Komara Îslamî li ser hîm û bingeheke îdeolojîk hatiye damezrandin û li derveyî vê çarçoveyê, cihê tu pirrengiyeke çandî û kultûrî nîne.

 

Awireke bilez li pirtûkên hemû qonaxên xwendinê ji qonaxa seretayî heya zanîngehê, wê rastiyê teqez dikin ku sepandina hegemoniya çandî û kultûrî stûna stratejiya çandî ya Îranê ye. Îran ji bo pêkanîna vê armancê dikare her tiştî bike. Eger îro gotarbêjê înê yê Tehranê pirtûkan qedexe dike, duh damezrênerê Komara Îslamî fetwaya kuştina nivîskaran derixist.

 

Ew dxwaza şewitandina pirtûkan dikin, da ew bi xwe li ser kursiyên xwe bimînin!