Makîneya me ya siyasî di xelekeke girtî de digere
Dîroka siyasî ya Herêma Kurdistanê hertim li ser du qonaxan dabeş bûye: Qonaxa nakokiyê û piştre qonaxa rêkeftin an lihevkirin û peymanê.
Ev herdu qonax wek du qonaxên cihgirtî di dîroka siyasî ya Herêma Kurdistanê de hertim dubare dibin û makîneya me ya siyasî di hundirê vê xeleka girtî de kar dike.
Herçiqasî ev xeleka girtî (nakokî û rêkeftin) timî kelem bû li pêşiya peydabûna demokrasiyê û pêkanîna qonaxa damezrandina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê, lê ne mimkun e bê înkarkirin ku heta niha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê di hundirê vê xelekê de ye û divê hemû alî li vê yekê mikur werin.
Girîngtirîn qonaxa rêkeftinê di dîroka hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, avakirina Bereya Kurdistanî ye. Piştre Peymana Stratejî di navbera PDK û YNKê de ye ku bi rêya wê peymanê dawî li şerê navxwe û nakokiyên xwe anîn û curekî tifaqê derxistin holê ku heta dirustbûna opozisyonê li Kurdistanê dom kir.
Peymaneke nû pêwist e?
Bi temaşekirina rewşa siyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê, em digihin wê encamê ku niha peyman an rêkeftineke siyasî li Herêma Kurdistanê pêwist e.
Parlamentoya Kurdistanê felc bûye. Beşekî mezin ji hêzên siyasî yên herêmê bi fikar in li hember rewatiya serokatiya Herêma Kurdistanê û hinek bi temamî li wê yekê mikur nayên ku di warê yasayî de mafê birêz serokê niha yê Herêma Kurdistanê heye ku karên xwe berdewam bike.
Xwe bêdengkirina li hember vê rewşa parçebûnê ya niha ya Herêma Kurdistanê, nayê wateya ku rewş bê qisûr e. Lê dibe ku vê bêdengiyê volqan û agir û teqîneke nexwestî di nava xwe de veşartibe.
Eger em bi rastî li rewşê binerin, rewş ne siruştî ye û pêwistiya wê bi çareserkirinê heye bi rêya axaftin û diyalogê, lê ne bi rêya xwebêdengkirin û dûrketin û hev famnekirinê.
Çima peyman?
Nerîna min derbarê lihevkirina aliyên siyasî ne nerîneke exlaqî ye. Lê bi temamî nerîneke realîst e û li gor rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ye.
Ew aliyên ku her yek ji wan bi şêweya xwe bandorê li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê dike: PDK, YNK û Tevgera Goranê ne.
Nabe bê înkarkirin ku her yek ji van her sê aliyan kaxez û kertên xwe yên fişarê hene û her yek ji wan dikare bi şêweya xwe bandoreke baş an xirab li ser rewşa siyasî ya herêmê pêk bîne!
Eger YNK û Tevgera Goranê vê yekê bibînin yan nebînin, serokatiya herêmê û nûnertiya rasteqîn ya siyasî ya Herêma Kurdistanê di warê navdewletî de di bin kontrola PDKê de ye. Herwiha kontrolkirina rasteqîn ya hikûmetê jî di destê PDKê de ye.
Eger niha Tevgera Goran bêdeng jî xuya bike, lê ev nayê wateya bidawîhatin û têkçûna Goran, lê di praktîkê de ev tevger nemaze li devera Silêmaniyê hêj xwedî nifûz û kertên xwe yên bihêz e ku her dema bixwaze dikare wan bilivîne. Êdî ev livîn baş be yan xirab be ne girîng e, ya girîng ew e ku ev tevger dikare bandoreke rasterast li ser aliyekî Kurdistanê bike. Nedîtina vê rastiyê dûrî aqilmendiyê ye.
Rast e Tevgera Goranê di nav erdnîgariya PDKê de nikare tiştekî girîng bike, lê bêguman li navçeya kesk ya YNKê, hêj Tevgera Goranê dikare her tiştî felc û pûç bike.
Xelet e eger PDKê bawer bike dikare bi YNKê re li hev bike bêyî hejmartina Tevgera Goranê. YNKê vê rastiyê baş dibîne, lewma pêngavên wê bi PDKê re giran û sist in.
Ango eger şiyana Tevgera Goranê ya pêkanîna bandorê li ser rewşa siyasî mabe, êdî hewldana piştguhkirina Tevgera Goranê ne karekî berpirsyar û realîst e.
Tevgera Goranê jî karekî ne realîst û ne hêja dike eger asta şiyan û hebûn û realîteya PDKê di serokatiya herêm û hikûmetê de nebîne û rijd be li ser bernameya xwe ya siyasî ya berê ya radîkal di meseleya guherandina sîstema siyasî û serokê Herêma Kurdistanê de.
Ew rabêja radîkal vêga ji hêla raya giştî û tevahiya hêzên siyasî ve tê redkirin û hemû alî doza ji hev famkirin û nîşandana nermiyê dikin.
Gava raya giştî û hemû hêz û aliyên siyasî û nêzîktirîn hêzên siyasî ji Tevgera Goranê doza nîşandana nermiyê bikin, êdî Tevgera Goranê rijdiyê û şer ji bo kê û ji bo çi dike?!
Ango pir pêwist e PDK û Tevgera Goranê bi hevkariya YNKê li gor asta berpirsiyariyê bin û her yek hêza xwe û hêza aliyên din bi rastî bibîne û bigihin peymaneke siyasî ya nû.