Şerek din; Leşkerkêşiya Kurd û Şîeyan

Hin kes şerê Kurd û Ereban (çi Şîe bin an Sunî bin) nola şerekî bivê nevê dibînin. Bi dîtina wan, ev şer dê her biqewime, lê dema wê ne diyar e. Bêguman dema pêwendiya Kurdistan û Erebên Iraqê aloz dibe û li navçeyeke cihê nakokiyê kêşe dirust dibe, ev bawerî pir bihêztir dibe.

 

Aloziya leşkerî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne diyardeyeke nû ye. Di dema serokwezîrtiya Nûrî Malikî de, çend caran Pêşmerge û Artêşa Iraqê, li Diyala û Kerkûkê heta keviya pevçûnê çûne pêş. Vê dawiyê jî, aloziyên Xurmatu û biçûkxistina Ala Kurdistanê li hin bajarên Şîeyan li Iraqê, dîsa metirsiya şerê Kurd û Şîeyan vejand.           

 

Diyar e hin kes hebûn bawer dikirin ku eger li Iraqê şerek biqewime, dê ne di navbera Kurdan û Erebên Şîe, lê helbet di navbera Kurdan û Erebên Sunî de biqewime. Vê baweriyê xwe dispart du hincetên sereke: Yekem, kêşeya sereke ya Kurdan bi Ereban re li navçeyên cihê nakokiyê ye. Ango ew navçeyên ku ji Şingal û Teleferê li bakurê rojavayê Iraqê dest pê dikin û li bakurê rojhilatê wê li Mendelî û Xaneqînê bidawî dibin. Eşkere ye jî ku Erebên Sunî piraniya nişteciyên Ereb ên van navçeyan pêk tînin. Lewra, kêşeya nasnameya van navçeyan bêhtir di navbera Kurdan û Erebên Sunî de ye.           

 

Duyem, ew bawerî jî bihêz bû ku di dîroka dewleta Iraqê de, Kurd û Şîe du komên neteweyî û mezhebî yên mezlûm bûn; bi hev re taliya dîroka hevçax daqurtandin û neçar in bi hev re jî siberoja Iraqê darêjin. Bi vî rengî, pêwendiya Kurd û Şîeyan wek pêwendiyeke exlaqî (mezlûmiyeta hevbeş) û pêwendiyeke pragmatîk (dariştina dewleta Iraqê) xuya dikir. Di vê navê de jî, bi taybetî di salên pêşî yên piştî ketina Beisê de, helwesta tund a Erebên Sunî ji Kurdan, nemaze li Parêzgeha Neynewayê, bi roleke berçav rabû di bihêzkirina wê baweriyê de ku eger neyarekî Kurdan ê rikdar li Iraqê hebe, ew neyar bivênevê Erebên Sunî ne.             

 

Rêveçûna guhertinan bi wî alî de neçû ku dihat pêşbînîkirin. Eger bi şêweyeke demkî jî be, nakokiyên Kurd û Suniyan heta radeyekê sar bûn. Dîsa berovajî pêşbîniyan, pêwendiya Kurd û Şîeyan rastî aloziyê hat. Kurd û Sunî têgihîştin ku bihêzbûna zêde ya Şîeyan li Bexdayê bi xof û metirsîdar e. Ji Suniyan bigere ku piştî 2003an hatin piştguhkirin, di serdema zêrîn a Malikî de (2008-2012) ji ber başbûna rêjeyî ya rewşa ewlekariya Iraq û Bexdayê, pêwendiya Kurdistan û Bexdayê ber bi aloziyê çû. Geşbûna aborî ya Herêma Kurdistanê û têkiliyên herêmê yên derveyî bo Şîeyên Iraqê bi êş bûn. Di hinava vê metirsiya dualî de, her aliyekî hewl da sînorekî ji bandora aliyê din re deyne!                    

 

Piştî sala 2014an, hevrikiya herî germ li Iraqê di navbera Kurd û Şîeyan de ye. Elîta Sunî, bi taybetî ji ber dagîrkirina navçeyên wan, bêhtir ber bi paş ve çûye. Gelo em li hember şerekeî bivênevê bi Şîeyên Iraqê re ne?    

 

Bi têgihîştina me, ji bo siberojeke dirêjtir jî, dê aloziyên curbicur di têkiliyên Kurd û Şîeyan de derkevin. Dibe ku li vir û wir, carna alozî sar bibin, lê girêkên sereke her wekî xwe dimînin. Wek mînak, bi hatina Heyder Ebadî gef û tehdîdên dualî di navbera Hewlêr û Bexdayê de kêm bûn, lê çavkaniyên kêşeyan wekî xwe man. Lewra dibe ku carna rewş hinekî baştir bibe, lê zehmet e ev bibe sedema çareserkirineke sereke ya alozî û pirsgirêkan.               

 

Gelo pêkan e ev nakokî û kêşeyên siyasî di dawî de bibin havêna şerekî mezin û seranserî di navbera Kurd û Şîeyan de? Bi têgihîştina me, şerê Kurd û Şîeyan ne şerekî bivênevê ye. Dîsa, mumkin e aloziyên leşkerî, nemaze li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê rû bidin "çimkî li hin deverên wan parêzgehan hêzên Heşda Şeibî hatine bicihkirin", lê ne şert e ev bûyer mezin bibin û bibin şerekî seranserî di navbera Kurd û Şîeyan de. Tevî hemû aloziyan, çend sedem hene dihêlin em di siberojeke nêzîk de, şerê Kurd û Şîeyan wek egereke bihêz nebînin:              

 

Beriya her tiştî, ne Kurd û ne jî Şîe, ne xwedî yekîtiyeke bihêz û hevgirtî ne. Wek çawa Kurd di gelek aliyan de parçe bûne, hêz û aliyên siyasî yên Şîe jî parçe bûne. Derbarê hertiştê ku li Iraqê diqewime, têgihîştinên pir cuda di hundirê mala Kurd û Şîeyan de hene. Wek çawa derbarê tevgera bi Bexdayê re, cudahiyeke beloq di navbera PDK û YNKê de heye; bi heman awayî di nav Şîeyan de jî cudahiya bîr û baweriyan derbarê tevgera bi Herêma Kurdistanê re heye. Di rewşên berberî û şerên etnîkî de, yekîtiya navxweyî pir girîng e. Halê hazir ev yekîtiya navxweyî ne li ba Kurdan û ne jî li ba Şîeyan peyda neb!       

 

Meseleyeke din ew e ku eger Kurd û Şîe şerê hev bikin, herdu alî nikarin şer bi qezencê xwe xilas bikin. Bexda û Hewlêr, di aliyê siyasî û leşkerî de, ne ewqasî xurt û bihêz in ku yek ji wan bikare yê din bişkîne û zora wê bibe. Eger Bexda yan Hewlêr, piştrast ba ku dikare aliyê beramber bişkîne, îhtîmala şer xurtir dibû. Di çend salên bê de jî, Kurd û Bexda bi indazeya birina ji aliyê din qewîn nabin.          

 

Ji her tiştî girîngtir ew e ku biryara şer li Iraqê ne di destê Kurdan û ne jî di destê Şîeyan de ye. Li ser asta cîhanê, siyaseta Amerîkayê û li ser asta navçeyê siyaseta Îran û Tirkiyê û heta radeyekê jî Erebistana Siûdî bandoreke sereke li ser bûyerên Iraqê dikin. Heta niha, van hêzan corek ji balansa hêzê di navbera Kurd û Şîeyan de parastiye. Mumkin e ev hevsengî heta demeke din jî berdewam bibe. Nabe em ji bîr bikin ku ewlehî û aramiya navçeyên bi petrolê zengîn mîna Kerkûkê pir girîng e. Lewra, mumkin e ne hêsan be rê bê dayîn ku aloziyeke siyasî ya demdirêj li wan navçeyan dirust bibe.           

 

Dibe ku em heta demeke zêdetir jî di têkiliyeke siyasî ya aloz de bin bi Şîeyan re û dibe ku carna kêşeyên leşkerî jî di navbera Kurd û Şîeyan de derkevin holê. Herwiha mumkin e di çend salên bê de em şerekî mezin di navbera Kurd û Şîeyan de nebînin, lê têkiliya niha ya Kurd û Şîeyan ne di berjewendiya herdu aliyan de ye.