Çareseriyeke dîrokî ji bo Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê
Di pêşhatên aloz ên Rojhilata Navîn de, Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê yek ji wan astengiyên sereke bû ku her tim bandora wê li ser siyaseta navxwe ya wî welatî û pêwendiyên Enqereyê li gel welatên herêmê hebû.
Bi dehan pevçûnên çekdarî, cudakariya siyasî û tepeserkirina mafên çandî yên Kurdan, gelek qeyran çêkirine ku ne tenê ji bo Tirkiyeyê mesrefeke giran bû, her wiha li pêşiya gihîştina aştiyê û aramiya mayînde bûye kelem jî.
Di heman demê de bizava demokrasiya cîhanî, pêşhatên navxwe yên Tirkiyeyê, guvaş û zextên herêmî û navneteweyî rê li ber guherîneke dîrokî vekir. Di van salên dawiyê de, gelek nîşanên guherîna nêrînan di nav serkirdeyên siyasî yên Tirkiyeyê de derketin holê; xasma destpêşxeriya çaverênekirî ya Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, di piştgirîkirina çareseriya siyasî ji bo Pirsgirêka Kurdan de û piştgirîkirina vê helwestê ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve, destpêka rûpeleke nû ye.
Di vê gotarê de tevî lêkolîna van pêşhatan, rola dîrokî ya Mesûd Barzanî di navbeynkariyê de, ciyê Celal Talebanî di dîplomasiya aştiyê de, bandora Abdullah Ocalan di guherîna stratejiya xebata Kurdan de, rola Nêçîrvan Barzanî wekî dîplomatkarekî pragmatîk, guherîna raya giştî li Tirkiyeyê û zêdebûna daxwaza aştiyê di nav gel de, nerînên Daron Ecemoglu û Ehmed Davutoglu di vê navberê de, bandora medyayan di guherîna raya giştî de, herwiha encamên herêmî û navneteweyî yên çareserkirina Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê tên gengeşekirin.
1. Guherîna paradaymê di siyaseta Tirkiyeyê û destpêşxeriya vê dawiyê ya Baxçelî de: Yek ji girîngtirîn pêşhatên vê dawiyê, guherîna helwesta Baxçelî li ser Pirsgirêka Kurdan e. Rêberê Partiya Tevgera Neteweyî ku her tim bi helwestên xwe yên dijwar li hemberî Kurdan dihat naskirin, di van dawiyan de piştgirî da danûstandinên çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û tekezî li ser pêwîstiya yekgirtina neteweyî û çareseriya siyasî kir.
Piştgiriya Serokkomar Erdogan ji bo vê guherîna helwestê, nîşana guherîneke kûr di siyaseta navxwe ya Tirkiyeyê de ye. Erdogan ku di salên 2010an de dest bi giftûgoyên aştiyê li gel Kurdan kiribû, niha careke din nîşanên xwestina zindîkirina wê pêvajoyê nîşan dan. Ev werçerixîn di demekê de ye ku Tirkiye rûbirûyî astengiyên aborî, kêmbûna alîgirên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û zêdebûna zextên navxwe û navneteweyî bûye.
Di heman demê de banga dîrokî ya rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ku tekeziyê li ser bidawîanîna xebata çekdarî û ronîkirina danûstandinên siyasî dike, bi heman awayî wekî yek ji werçerixînên guherîna paradayma xebata Kurdan tê hesibandin. Ocalan ku ji salên notî ve gelek caran tekezî li ser pêwîstiya veguhastina ji stratejiya şer bo stratejiya demokrasiyê kiriye, heta niha jî wekî kesayetiyeke bibandor di nav Kurdan de maye. Rol û helwestên wî di paşeroja pêvajoya aştiyê de, faktoreke yekalîker û bêhempa dibe.
2. Rola navbeynkariya Kurdistana Îraqê: Mesûd Barzanî, Celal Talebanî û Nêçîrvan Barzanî kirin ku her tim roleke girîng a Kurdistana Îraqê di pêşhatên siyasî yên Kurd de li deverê hebe. Di demên cuda de, serkirdeyên Kurd li Herêma Kurdistana Îraqê hewl dane rola navbeynkariya Kurdên Tirkiyeyê û hikûmeta Enqereyê bilîzin.
Rêberê Herêma Kurdistana Îraqê Serok Mesûd Barzanî ku li hemû parçeyên Kurdistanê cihê rêzgirtinê ye û yek ji kesayetiyên bibandor û îlhambexş ên danûstandinên aştiyê di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Kurdan de bû, di dema serokwezîriya Erdogan de, rola wî ya navbeynkariyê ji bo kêmkirina aloziyan û destpêkirina danûstandinan bi rêya hewldanên dîplomatîk hebû.
Barzanî her tim di wê baweriyê de bû ku çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bi jihevtêgihîştin û çaksaziya siyasî mimkin e û her pevçûneke çekdarî tenê qeyranê mezintir dike.
Serokkomarê koçkirî yê Îraqê Celal Talebanî roleke dîplomatîk a bibandor di demên girîng de lîstiye. Talebanî bi ezmûna xwe ya berfireh di danûstandinên siyasî de, gelek caran kanalên curbicur bi kar anîne ji bo avakirina atmosfereke jihevtêgihîştinê di navbera Kurdên Tirkiyeyê û hikûmeta wî welatî de. Navborî bi taybetî di salên 2000î de ji bo bihêzkirina rewşa baweriyê di navbera Enqere û serkirdeyên Kurd de kar kir.
Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistana Îraqê, roleke pragmatîk û dîplomatîk di vê pêvajoyê de lîstiye. Di salên borî de, bi rêya pêwendiyên xwe yên nêzîk li gel desthilatdarên Tirkiyeyê, hewl daye zemînekê ji bo kêmkirina aloziyan û gavavêtina ber bi çareseriya siyasî ve ava bike.
Nêçîrvan Barzanî bi tekezîkirina li ser yekbûna aborî û pêwendiyên herêmî, piştgirê siyasetekê bû ku tê de Tirkiye û Kurd li şûna rûbirûbûnê, bi rêya hevkariya aborî û siyasî ji hev nêzîk bibin.
Ev serkirdeyên han her yek bi şêwaza xwe di dariştina rêbaza diyalogê û hewldana ji bo kêmkirina hevirkiyê de xwedî bandor bû.
3. Guherîna raya giştî, medya û pêşketina daxwazên aştîxwazî: Guherînên civakî û siyasî yên Tirkiyeyê nîşan didin ku civak ji her demê bêhtir li hemberî Pirsgirêka Kurdan hestyar bûye û daxwaz ji bo aştî û demokrasiyê zêde bûne. Di dehsaliyên borî de helwesta giştî li hemberî Kurdan heya radeyeke zêde di bin bandora propagandaya dewletê û dezgeha emnî de bû lê îro, li gel berfirehbûna medyaya serbixwe, hişyariya civakî zêde bûye û piştgiriya çareseriyên siyasî cihê helwestên tundrew girtiye.
4. Rola Daron Ecemoglu û Ehmed Davutoglu di dariştina gotara nû de: Daron Ecemoglu, aborîzanekî navdar ê bi eslê xwe Tirk û xelatgirê Nobela aboriyê di sala 2024an de, her dem tekezî li ser pêwendiya di navbera geşepêdana aborî û çaksaziya demokratîk de kiriye. Di teoriyên xwe de behsa wê yekê dike ku geşepêdana berdewam tenê di wan civakan de mimkin e ku demokrasî, şefafî û beşdariya siyasî bihêztir dikin.
Li aliyekî din serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê û mamostayê zanistên siyasî Ehmed Davutoglu di pirtûka Kûrahiya Stratejîk (Strategic Depth) de, amaje bi wê yekê dike ku divê Tirkiye aloziyên xwe yên navxwe û herêmî kêm bike da ku wekî desthilateke aram li herêmê rola xwe bilîze.
5. John Stuart Mill û girîngiya azadiya siyasî: Feylesûfê siyasî yê lîberal John Stuart Mill di wê baweriyê de bû ku ti civakek nikare demokrasiya rasteqîn bi dest bîne bêyî ku rêza mafê hindikahiyan bigire û azadiyên bingehîn garantî bike.
6. Ezmûnên hevşêwe li Îrlandaya Bakur, Bask û Başûrê Afrîkayê.
Îrlandaya Bakur: Ezmûna aştiyê li Îrlandaya Bakur derxist holê ku danûstandin, mikurhatina li mafên hindikahiyan û çaksaziyên pêkhateyî dikarin çareseriyeke berdewam ji bo bidawîanîna pevçûnên neteweyî bin.
Bask (Spanya): Hikûmeta Spanyayê karî bi meşandina rêbazeke demokratîk, bi rêya guftugoya li gel Partiya Bask û dayîna serxwebûna çandî û aborî, karî pirsgirêkê çareser bike.
Afrîkaya Başûr: Veguhastina ji Apartheidê bo demokrasiyê nimûneyeke serketî ya aştiya niştimanî û dadperweriya veguhêz û serkirdeyetiya siyasî ya wêrek e ku dikare ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan îlhambexş be.
6. Girîngiya çareserkirina Pirsgirêka Kurdan ji bo beşên din ên Kurdistanê:
Çareserkirina Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê ne tenê projeyeke navxwe ye ji bo başkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Kurdan de, lê ev babet bi şêweyeke rasterast bandorê li ser Pirsgirêka Kurdan li welatên din jî dike. Beşdariya çalak û berfireh a bi dehan milyon niştecihên Kurd di demokrasiyeke çalak û geşepêdana li Tirkiyeyê de wekî faktoreke sereke ji bo piştgirîkirina mafên Kurdan li parçeyên din ên Kurdistanê bibandor dibe.
Di rastiyê de, gava Kurd li Tirkiyeyê mafên xwe yên siyasî û çandî bi dest bînin û bi şêweyeke bibandor beşdarî pêvajoya mezin a biryardana welêt bibin, ev ne tenê hêviya Kurdan li welatên din ji bo bidestxistina mafên hevawa bihêztir dike, lê dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li welatên din wekî modelekê be.
Asoyê paşerojê: Berfirehbûna aştî û ewlehiyê li herêmê
Eger Tirkiye bikaribe bi meşandina siyaseteke realîst, Pirsgirêka Kurdan bi rêya çaksaziya siyasî û demokrasiyê çareser bike, ev dê ne tenê bibe modeleke serketî ji bo welatên din ên herêmê, li şûnê dê zemînê ji bo berfirehkirina aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn jî biafirîne.
Ev pêvajo dikare bibe sedem ji bo kêmbûna hevrikiyên neteweyî, geşepêdana aborî û zêdebûna hevkariyên herêmî. Dawiya dawî, paşeroja vê rêyê girêdayî îradeya serkirdeyên Tirkiyeyê, amadebûna hêzên Kurdî ji bo guftugoyê û piştgiriya civaka navneteweyî ji bo çareseriyeke mayînde û demokratîk e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)