Ji Rûpelên Kobanî … Cimoyê El Hemik

Cimoyê El Hemik (1900 - 2000)

Cimoyê El Hemik weke kesayetiyeke berxwedêr û bi cesaret, ji bo rawestandina projeya Zincîra Erebî ya hikûmeta Beis li Sûriyê, di dîroka herdu herêmên Girê Spî (Til Ebyed) û Kobanî de li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin û bibîranîn, ew xwedî rol û dîrokeke dûr û dirêj bû, ji ne razîbûnê, şer, girtin, êşkencekirinê, û gelek hewildan ji bo rawestandina projeya Zincîra Erebî ya erebkirinê li gundê xwe kiribû, û qet razî nebibû ku erdên xwe radestî erebên hawirde bike, û ji ber wê ne razîbûna xwe, ew û zarokên gelekî westiyabûn û ked dabûn.

Piştî ku Partiya Beis di sala 1963an de li Sûriyê hatibû ser desthilatê, projeyeke erebkirina herêmên kurdî û guhertina demografî li Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû, û di bin navê Sîstema Hevparî ya Komonîst de, xwest erdên zengîn û dewlemendan û xwedî zeviyên berfireh û pirr, li kesên ku erdên wan tunene an kêmin belav bikin, û bi wê behaneyê erdên kurdan didan ereban û ew lê bicih dikirin, û wekî behane digot, ku bi wê yekê wekhevî û hevparî di nava gelê Sûriyê de tê pêkanîn.

 

Lê mebesta hikûmeta Sûriyê ya serke ji projeya Zincîra Erebî ew bû, ku piştî şoreşên kurdan li perçeyên Kurdistanê yên din û vejîna hastên neteweyî di nava kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de, û ji ber tirsa wê ya ji dayîna mafên kurdan, xwest demografiya herêmên kurdî li Rojavayê Kurdistanê biguhere û kurdan lawaz bike, û li gorî wê planê, gelek ereb li navçe û herêmên Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatin bicih kirin, û erd û zeviyên kurdan li wan parvekirin, ku heta roja îro jî ew ereb di nava kurdan de û li ser erdên wan, li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji Dêrîkê heta Qamişlo, Serê Kaniyê û Hesekê dijîn.

Lê dema ku hikûmeta Sûriyê xwest wê projeyê di sala 1967an de, li gundewarên herêmên Girê Spî û Kobanî bicî bike, kurdên li sînorê di navbera wan herdu herêmên kurdî de, ne razîbûna xwe li hember projeya Zincîra Erebî nîşan dan, û di nava wan de Cimoyê El Hemik weke berxwedêrekî ne tirs û fêdekar nav û deng dabû, û li beramber hikûmeta Sûriyê û erebên hawirde rawestiyabû, û nehişt ku ereb erdên wî ji xwe re bibin û biçînin û sûdeyê jê bibînin.

Cimoyê Hemê Ehmedê El Hemik, di sala 1900î de li gundê Axbaş yê di navbera Girê Spî û Kobanî de ji dayik bûye, û di 1ê meha Çilleyê sala 2000î de jî koça dawiyê kiriye, ango 100 salî jiyaye, ew 3 caran zewicî bû û bavê 5 kurr û 6 qîzane, kurên wî evin: Xelîl, Ibrahîm, Emîn, Mihemed Bozan û Reşad, û derdora 300 Hiktar erdên wî yên çandiniyê li gundê Axbaş hene, ku hikûmeta Sûriyê dixwest 250 Hiktaran jê bistîne, û bide ereban.

Axbaş gundê Cimoyê El Hemik ku di navbera gundewarên herêma Girê Spî û Kobanî de ye, ew li başûrê sînorê Bakurê Kurdistanê û Turkiyê ye, û li bakurê gundê Xana Bandirane, û li rojhilatê gundê Bexdikê û li rojavayê gundên Silîbqiran û Dinnayike, hikûmeta Sûriyê dixwest erdên wî li erebên Seramide yên êla Gêsan ji gundên Silîb Qiran, Evdokî, Ehmediyê û hin gundên din belav bike, ku cîranên wan bûn, û li derdora gundê Axbaş, 4000 Hiktar, yanî 4 KMên Çargoşe ji erdên kurdan li gundên Kopirlig, Hewalîk, Silîb Qiran, Bîr Kuno û hin gundên din li ereban hatin belav kirin.

Reşad kurê Cimoyê El Hemik dibêje, ku derdora 750 Hiktar erdên Cimoyê El Hemik li başûrê riya Rodko ya M4 li gundên Salokê, Hemtopikê û Bîre Korê (Ebû Cilûd) jê hatine stendin, û li ereban hatine belav kirin, lê li gundê Axbaş, Cimoyê El Hemik qebûl nekir ku erdên xwe radest bike, û wî û zarokên xwe dest bi berxwedanê kirin, û rûbirûyî hikûmeta Sûriyê û wan erebên hawirde bûn, êrîşî wan dikirin, fişek û gulle berdidan wan, bumbe li nav erdên xwe diçandin, ji bo ku ereb nikaribin erdên wan biçînin, û bi vî awayî derdora 12 salan heta salên 1979an berxwedana xwe berdewam kiribûn.

Herweha Reşadê Cimoyê El Hemik dibêje, ku bavê wî gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariya hikûmeta Sûriyê ve hatiye girtin û daxwaz kirin, û carekê ew di sala 1973an de li gel bavê xwe, ji aliyê hêzên Ewlekariya Dewlê yên hikûmeta Sûriyê ve li Helebê hatibûn girtin, û çend caran bavê wî ji bo Dêre Zorê, Reqayê û Helebê û Şamê hatiye şandin, tenê carekê li Dêre Zorê 70 rojî girtî maye, û carekê jî 40 rojî maye, û wî bi xwe jî şer bi erebên hawirde re kiriye û gulle avêtine wan, û carekê wan 4 Trektorên ereban ji kar xistine, da ku cot li erdên wan nekin.

Carekê jî dema ku Cimoyê El Hemik bi tuhmeta astengkirina cîbicîkirina Sîstema Hevparî ya Cîhanî dihate dadgeh kirin, ji dadwerê leşgerî yê Sûriyê re gotibû, ku heta ew sax û zindî be, ew dest ji erdên xwe bernade û nade ti kesî din, û herweha ji dadwer re gotibû, ku ew dikare wî bidarveke jî, lê ew napejirîne ku erdên xwe bide kesekî din, piştî ku demekê di zindanê de mabû û di pişt re derketibû, dema ku azad bibû, dîsa derketibû pêşberî erebên hawirde û xwe ji wan re kiribû wekî kabûsekê, û nedihişt ku ew bi aramiyê hest bikin, û xêr û bêrê ji erdên wî bibînin. 

Carekê jî Cimoyê El Hemik reviyabû Turkiyê û Bakurê Kurdistanê, û ji wê derê şer û berxwedana xwe li hember erebên hawirde berdewam kiribû, bi şev derbasî sînorê Rojavayê Kurdistanê dibû, agir berdida zeviyên ku ereban çandibûn, bumbe ji ser sînor radikirin û di nava erdên xwe de diçandin, û dîsa vedigeriya Bakurê Kurdistanê, û qet ne dihîşt ku ereb sûdeyê ji erdên wî yên li gundê Axbaş bibînin. 

Piştî demeke dûr û dirêj û gelek bûyeran, li dawiyê erbebên hawirde ji ber tirsê û berxwedana Cimoyê El Hemik bê hêvî bûn, û dest ji ser erdên wî rakirin û jê vekşiyan, û hikûmeta Sûriyê jî neçar bû, ku erdên wî bikin milkê dewletê, lê di bin destê wî de man, û heta roja îro ew erd û zevî di dest kurr û neviyên wî de ne.

Berxwedana Cimoyê El Hemik û zarokên wî û xelkê ku alîkariya wan dikirin, bûne nimûneya têkşikandina projeya Zincîra Erebî ya hikûmeta Sûriyê li gundewarên Girê Spî, û ew proje li wir rawestiya û ber bi herêma Kobanî ve neçû, û ew plan li ber sînorê di navbera Girê Spî û Kobanî de hate rawestandin, û herêma Kobanî ji erebkirnê hate parastin, û bajar û gundên Kobanî yên ku berê yên kurdan bûn, heta niha ji %100 kurd mane, û erdên Cimoyê El Hemik jî, jê re man û man.

Malbata Îbê Kurdê û Zincîra Erebî

Herweha di 1967an de, hikûmeta Sûriyê xwest dest deyne ser erdên malbata Îbê Kurdê jî li gundewarên herêma Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê, lê wan qebûl nekir û Yasaya Çaksaziya Çandiniyê jî li ser erdên wan cîbicî nebû, di pişt re hikûmeta Sûriyê biryareke awarte derxist, û malê wan yê veguhêz û ne veguhêz, ji 4000 Hiktar erd, 34 motor û bîrên avê, tankêr, pîkab, kelûpel û alavên wan yên çandiniyê desteser kiribûn.

Malbata Îbê Kurdê ji ku 7 biran pêk tê, ew jî evin: Rifet, Xelîl, Mehmûd, Kurdo, Mistefa, Elî û Baqir, ew jî li beramber Zincîra Erebî bê deng neman û berxwe dan, û carekê Baqirê Îbê Kurdê sîleyek li efserê beisî yê bi navê Mulazim Ibrahîm xistibû, wî efserî jî xwestibû tola xwe hilîne, ji ber wê yekê, hikûmetê zor li malbata Îbê Kurdê kir, û Rifet û birayê wî Mistefa çend caran hatin girtin, û carekê ew biribûn zindana Tedmurê û 9 mehan girtî mabûn, û carne ew dibirin Dêre Zorê û Reqayê jî.

Ji ber ku şer û pevçûn di navbera malbata Îbê Kurdê û xelkê deverê ji aliyekî ve, û erebên hawirde ji aliyê din ve li ser erdan derdiketin, hikûmeta Sûriyê ji bo parastina ereban, hêzeke leşgerî tevî çek û alavên leşgerî anîbû deverê, û li dijî kurdên ne razî û berxwedêr, ew ereb diparastin.

Ibrahîmê Baqirê Kurdo neviyê Îbê Kurdê dibêje, ku hikûmeta Sûriyê derdora 4000 Hiktar erdên wan kirin milkê dewletê, û heta sala 2011an bi kirê didan cotkarên ereb, lê gundên ku hatine desteserkirin, yên 7 biran û 6 xwîşkan bûn, ew gund jî evin: Hewalik, Kopirlig, Çarixlî, Silîbqiran û Bîrguno ne, tenê 50 Hiktar li ser navê Rifetê Îbê Kurdê hatine tomar û tapî kirin.

Ew 4 Hezar Hiktarên ji erdên malbata Îbê Kurdê, ji nêzîkî gundê Cirin ve destpê dikin, û heta gundê Evdukî li aliyê Rojhilat dirêj dibin, û ji aliyê Bakur ve ji ber sînorê Bakurê Kurdistanê û Turkiyê ve destpê dikin, û heta gundê Qizelî li aliyê Başûr dirêj dibin, ku niha di dest ereban de ne.

Ew erebên ku hikûmeta Sûriyê anîbûn wan gundan, dijminên malbata Îbê Kurdê bûn, û xwîna mêran di navebera wan de hebû, ew erebên Seramida ji êla Gêsan bûn, û wê demê hikûmeta Sûriyê gund ji ereban re ava dikirin, ji wan jî gundê Hurriyê ji ereban re ava kir, ku berê ew gund tunebû, û  di nava gundên kurdan de li wê deverê diyare ku nû hatiye avakirin.

Hewlêr: 12-02-2022

Rêzenivîsên Imer Kalo “Ji Rûpelên Kobanî”:

1-Osmanê Şêx Xidir

2-Hemedê Dûman

3-Mişoyê Bekabûrê Berazî

4- Baqî Xido