Yara Ahmed Yara Bedew

Payîzeke din bi rengên xwe yên kizirî bi ser temenê me re derbas dibe û diçe. Li gel bedewiya xwe ya hunerî çilkên hizneke aram wek mizgîniya baranên ku dê bi xwe re bîne, diniqutîne nava dilê meriv. Diltengî û diltenikî herdu hestebirakên vê demsalê ne ku dimîne bi çi haletekî derûnî em pêşwaziyê lê dikin.

Tevî vê şofa ku xofa mirinê li rûyê dinê belav kiriye, ev payîz jî barê xwe ji yê caran girantir kiriye. Tenêtiyên ne hilbijartî, neçariyên bêhawe, tengezariyên kesan bixwe, li gel tengaviyên ku derûdorên wan nikarin tê re bibihurin, yekcar kiriye ku perdeya reşbîniyê li ber çavê yekî deh taw bibe û rêpayê hewcedariya pirîskek ji ronahiya hêviyê bimîne. Di nav vê geremola hestên şîlo de bi carekê ez bi ser du tiştan vebûm ku wek hilma jiyanê bûn: Du deng..

Dengek siyasî..

Dengek hunerî..

Dengê siyasî, ji zarê camêrekî bi dilekî wêrek, bi hişekî safî, bi zimanekî eşkere, li Bakur, hemû spartek û argumentên siyaseta pûç û vala dan aliyekî û got; em ev in, welatê me ev der e, navê me eve ye û hew. Bê qajewaj, rastiya hilawestî da rûyê serdestên li ser serê bindestan. Bi gotina zemanê berê mixabin  hîn hubra vê nivîsê nimandî, dengekî din î xweser ji Baku îca yê Hifzila Kutum ku xwest bi tenê amaje bi rastiya hebûna welatê xwe , welatê me bike, dîsa û careke din weke her kesekî ku li vê rastiyê mukir tê, baskoyî kirin..

Dengê hunerî;

Dengê Yara Ahmed bû. Hunermenda Kurd. Muzîsyen. Stranbêj ji Rojava, ji Binxetê ji “welatê tozê”…

Dengekî zelal û şîrîn weke ji zêyekê bide der, ji kaniyekê biherike û tîna bi salan bişkêne.

Weke hevkarekî min yê berê gotî, wek “mişareke ku hê ava gemarî bi ser de neçûyî.” Dengekî hilû lê têra xwe xwirt bêyî ku biqîje, bi aramî, bi germahî û nerm stran û klamên klasîk bê qusûr û kêmasî li pey hev gotin li ser kanaleke rojavayî. Li gel dengê xweş, kesayetiyek kamil, têr tevazû, nefspiçûk, hay ji xwe heyî û bi rêzdarî dema behsa hunermendên klasîk dikir ku çawa bandor lê kirine, bêyî ku ji ser xwe here. Dema min guh dida wî dengê wê yê efsûnî li ber wan dîmenên bajarokê li bin tozê mayî, welatê westiyayî di bin barê şer de, min pê hest kir ku Yara Ahmed reh û rîşalên xwe kûr û dûr berdaye nav xaka xwe de, wek kulîlkeke nû bişkivî li biyabanê.

Hin tişt hene ji dana Xwedê ne… Nexasim jî di warê hunerî de. Dengekî xweş, nîgarsaziyek lihevhatî, honandina awazeke muzîkal û hwd.. Ew gewher bi yekî re hebe heye, tune be tune ye, bi zorê jî nabe. Ew stêrk di wech û rûhê hin kesan de an diçirise an çilmisî ye. Yara Ahmed yek ji wan kesan e ku bi wê stêrka çirisî hatiye dinê û dê her şewq bide. Tevî xweşiya dengê wê, şiyana lêxistina amûrekê û danîna deng û awazan hîn bêhtir wê di karê wê de serwer û serkeftîtir dike. Ev jî nirxekî hêja ye di hilberîna profesyonelî de bo dahatû ji bo wê. Bi tenê metirsiyeke min heye ji bo Yara Ahmed ku di vê nivîsê de nebêjim dê dilê min nekeve cî. Tirkîna ku ji ber dilê min diçe ne li ser Yara Ahmed bi xwe ye lê ji ber yên derdora wê ne. Ji derdorê mebest ne famîle û hevalên wê ne lê ew kes in ku bi profesyonelî bixwazin pêwendî li gel deynin. Ne wek tometbarî dibêjim, dibe ku bi dilpakî û daxwaziya harîkariyê be ev nêzîkahî. Lê bi hin şaşiyan karin bibin sedem ji têkbirina reseniya deng û şêwazê wê re. Mîsal hunermendek deng vedide, hin kes û derdor dixwazin wek harîkariya albûm an konserekê pê re bin. Di sazkirina albûmê de jî bi giştî li gor krîterên xwe enstrumanan hildibijêrin û aranjeyan çêdikin ku gelek caran bi gumana min li deng û uslûba xwendina wî/wê hunermendî nayê. Mînaka herî ez bi ber ketim ji Başûr Bilind Îbrahîm bû. Ew rengê wî yê Badînî di albumên pey re li ber bablîsoka “modern î multîkultî” ber hewa bû çû… Resentiya wî nema..

Yara Ahmed îca weke wan hunermendên klasîk tevî dengê xwe yê resen û saza xwe têra xwe dike. Hin dengên mezin hewce nake tişt li dora wan bibin zêdayî. Mîsal, çawa ku Şivan Perwer û saza xwe, Mihemed Şêxo û saza xwe, Seîd Yûsiv û biziqa xwe her yekê ekolek bûn û hema wiha xweş bûn. Yara jî hema wiha xweş e, têr e û weke tê gotin, tişta li mukemmel bê zêdekirin jê re dibe kêmasî, hewce nake.

Sibero eger bi hênceta konseran an sazkirina albûmekê, bi aranje û enstrumanên awaz û dengê “muzîka cîran” tevlî yê Yara Ahmed bikin, yanî ji xetikên din av were ser mişarê heyf e dê şîlo bibe ev zelalî.

Vê jî bêjim, mînakên gelekî baş yên unîversal hene bêguman. Ew babetek din e. Koma Nîştiman yek ji yên herî baş e ku di Kurdî de ev pêk anî. Lewra dema rîtmên muzîka Kurdî li gel yên din honand, nehêla ku neqşên resen di nav yên din de winda bibin. Berûwber hevdû germ kirin û rabûn. Otorîteyên muzîkê jixwe vê dupat dikin; eger hûn bixwazin bibin rengekî unîversal divê pêşî hûn di muzîka xwe de serwer bin, xwedî resenî bin..

Li Bakur handîkapa li pêş hin kom û hin dengên solo ev xal e ku nayê fêmkirin. Pirçandîtî ne teslîmiyetî ye. Dema wiha dikin jî mixabin ew karê dikin tev ji tinge tinga li ser Kolana Îstîqlalê bi wêdetir naçe.

Xulasa;

Yara Ahmed deng û rengekî resen ê muzîka Kurdî ye. Bi xwe bawer û weke xwe eger bimeşe dê stêrka wê her daîm biçirise eynî mîna yên qedîm î berî wê.

Gotin têr nake ji ser Youtube guh bidin strana klasîk ya Fatima Keça Salih Axa bi şêwaza xweser ji dengê Yara Ahmed û hew…