Bi vê rewşê hikûmet!
(1)
Ji bilî wan bûyerên ku di çend rojên derbasbûyî de dîmenên serdema şerê navxweyî, du îdareyî û serdestiya desthilata ewlehiyê bi ser siyaset û qanûnan de di hişê miletê de zindî kir, derket holê ku YNK û PDK di rikeberiya nifşekî din de li du medreseyan ketine nav qonaxeke nû.
Eger ji bo PDKê îro pêkanîna zû û bilez a kabîneya nehem bûye tehedî, ev aliyê YNKê jî heta dikare rêgirî li wê yekê bike ku ev pêvajo wisa bi hêsanî derbas bibe, lê belê ev tişt cihê matmayînê ye ku PDKê di pêkanîna hikûmetê de xwe xistiye helwesteke weke ku çendîn sal in hikumranî di destê partiyeke din de bû û PDK vê carê di hilbijartinan de bi ser ketiye û dixwaze hikûmet radestî wê were kirin! Egerna ev hemû lez û bez ji bo çi ye?
Heta beriya 3ê Kanûna sala par, YNK û Goran bi memnûnî li benda wê yekê bûn ku PDK li wan merheba bike û deriyê danûstandinên li gel wan veke. Piştî ku êdî tîr ji kevanê derket! Lê dîsa jî PDK dikare li şûna wê şanda niha ya şandeke wiha biryarbidest çêbike ku şiyana wê ya danûstandina li ser hemû dosyeyan hebe, bi taybetî jî ku tinebûna berbijêrê serokatiya hikûmetê di nav şanda PDKê de, li cem aliyên din ciyê pirsyarê bûye û cidiyeta danûstandinan kêm kiriye.
Ji aliyekî din ve dibêje hêj PDK ji wê rastiya nû ya piştî 16ê Cotmehê tênegihiştiye! Navenda biryarê ya nava YNKê ku piştî nexweşketina Talebanî ve kete destê dayîk, du kur û çend wesiyek, êdî bidawî bûye, êdî bi telefonek û bi çayvexwarineke li gel Hêro Îbrahîm Ehmed, biryar nayê dayîn.
YNK niha çar bask e, baskek weke kevirê herî dawî ya dameyê di navê baskên din de hat û çûnê dike, li ku bixwaze pêk tîne û li ku nexwaze têk dide, ew jî baskê Lahor e ku niha bi ser partî û dezgehên ewlehiyê de zal e û hesaba kesekî nake. Lewma kesên ku di vê hikûmeta nû de berjewendiyên wan dikeve ber metirsiyê, zehmet e ku wisa bi hêsanî tehediyên PDKê li nav dilê Silêmaniyê qebûl bikin û rê jî bidin hikûmeteke bihêz ava bibe.
Dr. Berhem dê were Hewlêrê?
(2)
Xuya nake ku êdî YNKê di danûstandinan de li ser wê yekê rijd be ku PDK li gel Dr. Berhem Salih weke serokomarê welatê bi navê Iraqê serederî bike, lê rastiyek heye ku rawestandina peywendiyan di navbera Berhem Salih û PDKê de di qezenca herdu aliyan de dibû. PDK eger argumenta xwe hebe, Berhem Salih jî weke hemû siyasetmedarên din timûha wî hebû ku bigihîje wî cihê ku niha lê ye.
Eger piştgiriya Serok Barzanî bo Berhem Salih hebe, bêguman dê bibe serokekî bihêz û li Bexdayê jî nûnertiya wî, ji nûnertiya partiyekê ve dê bibe ya neteweyekê. Berhem Salih jî dikare ji bo PDKê bibe aliyê Silêmaniyê û îro PDK di destê vê tevliheviya nav YNKê de asê nebaya.
Tiştê qewimî niha qewimî û di siyasetê de mehal nîne, lê PDK divê wê yekê bizane ku îro baca xeletiyên berê yên li hember rewşa navxweyî ya YNKê dide. Tiştên ku dihatin kirin, weke (navenda biryarê) biryarbidestê YNKê bin û weke proseya referandumê piştgirî lê bikin, îro tenê baskekî ne, ew baskê ku PDKê pişta wan girt jî, îro ji bilî çûna ser mezarê Talebanî û peymannûkirinê zêdetir, gotineke wan a din li cem wan tine ye. Ew kesên ku bi hevahengiya herdû malbatan hatine bilindkirin û ew kirine berpirs û çek û pere ketine destê wan (weke kurên Cengî), îro li lingê PDKê û hemû YNKê ve lefiyane.
Heq e şiyana PDKê ya xwendina rastiya nakokiyên YNKê hebe, Berhem Salih jî îro baskekî din a nav YNKê ve û bi rêya posta xwe ve heta radeyekê berhevkerê berjewendiya baskên din e jî, dikare him li asta navxweyî û him li ser asta herêmî û navdewletî jî faktorekî alîkar be, çimku bi xweşî be jî, yan ne xweşî be jî, Serokê Herêmê yê dahatû, mecbûr e peywendî li gel wî hebe weke du serokên li welatekî.
Derziyê ku artêşê lêda
(3)
Gelek baş bû ku bîranîna damezrandina artêşa welatê bi navê Iraqê, kete nav wê nakokiya ku di navbera PDK û YNKê de qewimî. Gilî û gazina Kurdan ji artêşa dagîrker ew e ku di wê artêşê de rêjeya beşdariya Kurdan nêzîkî ji sedî du ye û ew artêş nûnertiya hemû netewe û olên welat nake, ew artêş ji bo komkujiya Kurdan hatiye bikaranîn, kudeta kiriye û enfal kiriye û gelek tiştên din ku hemû rast in.
De baş e ey Kurdên bereya 16ê Cotmehê û ey dewletiyên bereya 25ê Îlonê, ji bo çi napirsin ku zêdetirî ji nîv sedsal e çima me nekariye artêşeke me hebe? Çima va ye 26 sal zêdetir e ku hikûmet û îdareya me heye, me nekariye hêzên Pêşmerge, asayiş û polîs ji bin destê partiyan derbixin û bikin hêzên niştimanî?
Wê demê dibû dilê gel bi bîranînê, yan jî betlaneragihandina roja şeşê Kanûnê xweş be ku artêşeke wî hebûya û rojeke wê jî hebûya ji bo bîranîna wê.