Çima Erdogan tola xwe ji kurdan vedike?


Ev bû du meh welatiyên me li Bakurê Kurdistanê rastî êrişeke pir tund û bêrehm tên. Bûyerên ku beriya çend rojan li bajarokê Cizîrê qewimîn, qet ne kêmtir bûn ji wan malwêraniyên ku di salên heştêyan de hatin serê şêniyên Başûrê Kurdistanê.

Bi sedan gund û bajarokên Bakurê Kurdistanê wek navçeyên leşkerî hatin destnîşankirin û çûnûhatin li wan hatiye qedexekirin. Ji hemûyan berçavtir jî dorpêça li ser Cizîrê bû ku 8 rojan domand. Di wan rojan de, bi dehan pîr, jin, zarok û ciwan bûne qurbanî ku piraniya wan kesên sivîl bûn.

Ev rewşa awarte ku Kurdistana Tirkiyê têwerbû, yek ji derencamên hilbijartina giştî ya 7ê Hezîranê ye. Bi gotineke din, AK Partî tolê vedike, tola wê yekê ku dengderên kurd piştevaniya Partiya Demokratîk ya Gelan “HDP”ê kirin û bi vî rengî xewna Receb Teyib Erdogan ya bidestxistina 400 parlamenteran pêk nehat.

AK Partî li hêlekê tolê vedike û li hêla din jî dixwaze rewşekê biafirîne ku di hilbijartina pêşwext ya Çiriya Duyem de “ku ez wek hilbijartina awarte bi nav dikim” HDPê vegerîne jêr berbenda ji sedî 10 û di encamê de 80 kursiyên HDPê ji xwe re bibe.

Eger bê bîra we, van hemû bûyeran bi teqîna Pirsûsê destpê kir. Lê teqîna Pirsûsê bixwe heta niha nehatiye zelalkirin! Eger armanca DAIŞê lêdana Tirkiyê bû, çima li bajarokekî kurdî, şêniyên kurd kir armanc? Eger ew bûyer ragihandina şer li dijî Tirkiyê bû, çima ti çalakiyeke din li pey nehat? Bêhtirî du mehan derbas bûn û DAIŞê ti êrişeke din nebir ser Tirkiyê! Heta niha bersiva van pirsan nehatiye dan.

Pêkhênerê wê teqînê kî dibe bila bibe, xeleka bûyerên piştî wê teqînê planeke dualî ya AK Partiyê bûn ku ji Tîrmehê ve ket warê pratîkê. Du armancên vê planê hene: Tolstandin û perçiqandina kurdan û girtina rê li ber wê bizava siyasî ya kurdî ku bi HDPê re geş bû. AK Partî bi vê pêngavê teqez kir ku êdî ti cudahiyeke wê ji kûdetaçiyên Tirkiyê nemaye derbarê reftara bi doza kurdî re.

A rast di destpêkê de AK Partî ne bi vî rengî bû. Ji 2002 – 2010, AK Partiyê pêngavên wêrek û giring li Tirkiyê avêtin. Ji pêşvebirina çareseriya doza kurd bigre, heta berfirehkirina azadiyan û geşkirina aboriya Tirkiyê. Lê piştî bilindkirina asta dengên AK Partiyê di ser ji sedî 50 re di referandûma 2010 û hilbijartina giştî ya 2011 de, AK Partî û Teyib Erdogan guherîn. Ji wê çaxê û vir ve qonaxeke nû destpê kir.

Li jêr çavdêriya rasterast ya Erdogan, pêşî ceng li hember Kemalîst û generalên artêşê hat ragihandin. Dadgehkirinên Ergenekonê ku di destpêkê de ji bo dîtin û cezakirina kûdetaçî û kujerên nediyar hatibûn danîn, ji 2010-2011 û vir ve di encama destêwerdana rasterast ya Erdogan de, arasteya xwe guhertin û bûn mekanîzma tolstandinê ji her kesekî ku gotinekê ji AK Partiyê re bêje.

Piştre jî bi dehan rojnamevan û nivîskar hatin zindankirin. Li hêleke din lêkolînên KCKê kampanyayeke din ya AK Partiyê bûn ku kurd û bizava rizgarîxwaz ya kurdî kiribûn armanc. Piştî van hemûyan, ji destpêka sala 2014an ve, kampanyaya AK Partî li hember Bizava Gulen destpê kir. Hemû destêwerdanên AK Partî û Erdogan di lêkolînên Ergenekon û KCKê de, xistin stûyê Bizava Gulen û kampanyayek bo lixwegirtina wî jî destpê kir. A rast ev hemû hewlên Erdogan bûn da ku bibe xwediyê desthilateke reha û bêsînor.

Tekane tiştekî AK Partî ku mabû û hêj cihê hêviyê bû, Proseya Çareseriyê bû ku ew jî di dema borî de bû qurbanî. Êdî ti projeyeke AK Partî nemaye ku hêviyekê bide siberoja Tirkiyê. Girtina sînorê Îbrahîm Xelîl jî di dema borî de û di demekê de ku ew xala sînorî derwazeyeke pir giring e bo Başûrê Kurdistanê, amajeyeke metirsîdar e li ser pêwendiyên Enqere û Hewlêrê.

Bi kurt û kurmancî, AK Partî êdî li şûna ku hêvî be, metirsiyeke mezin e li ser Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, tew li ser Başûrê Kurdistanê û temamiya navçeyê jî. Eger li Tirkiyê jî alternatîvek jê re peyda nebe, dê AK Partî berdewam be li ser pêkanîna gefê li ser aramiya navçeyê û doza kurdî li Rojhilata Navîn.