Hêrsa xwe bigrin

Tomara civineke nehênî û şîroveya kevne-sîxurekî, min herdu nivîs bo bûyerên îro hêja dîtin. Min ew kurt kirin lê min çavkanî dan, ew hêjayî bi firehî xwendinê ne. "Hêrs? Li himberî wan an li himberî xwê? Biryarê hûnê bidin.

 

Bi nîşana "Nehênî" tomara civîna Kissinger û Hammadi

 

Beşdar:

 

Sadun Hammadi, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îraqê.

 

Falih Mahdi Ammash, karmendê Balyozxaneya Iraqê/Parîs.

 

Dr. Henry A. Kissinger, Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê.

 

Issa Sabbagh, Li Balyozxaneya DYAyê ya li Ciddeyê karmendê Têkiliyên Civakî.

 

Peter W. Rodman, endamê Konseya Berevaniya Netewî.

 

Dem: 17.12.1975, 12.20-13.18.

 

Cih: Avahiya Balyozxaneya Iraqê, Rue d'Andigne, Parîs XVI.

 

Kissinger: Em we weke nokerê Sovyetan bibînin, hingê li dera Kurdistanê Îran çi dike, ew ne xema me ye. We û Îranê ew pirsgirêk çareser kiriyê (Peymana Cezayir, 1975), ji wêkê êdî tişta em bikin tineye. Ez vê dibêjim; li dijî yekparebûna Îraqê em neketine û emê nekevin xebateke wisa...

 

Hammadi: Em xwedî konseptên cuda ne. Bi Yekîtiya Sovyetan re têkiliyên me hene. Em ji wan çekan dikirin. Ji wêkê DYA piştgirî dide tevgereke dabeşker.

 

Kissinger: Ev îdîa ji qamê dibore. Welatê li wir ew kar dikir, ne em bûn.

 

Hammadi: Lê DYAyê bi awayekî çek û pusat dan.

 

Kissinger: Bi awayekî.

 

Hammadi: Kurdan xwestin Iraqê parî parî bikin.

 

Kissinger: Werin em xwe bi tişta çûyî mijûl nekin. Em dikarin li bendê bin. Bi civînekê her tişt nabe.

 

Hammadi: Xema me ev e; gelo helwesta DYAyê guherîye? Kî dikare jê ewle be, ku ew xwe dubare nake?...

 

Kissinger: Li Rojhilata Navîn aştî bi yekparebûna dewletan dibe... Werin em kesên xwedî ezmûn bişînin paytextên hev.

 

Hammadi: Şande çiqas payebilind bin, emê di tekiliya dîplomasiyê de hewqas nêzî hev bibin... Em, mijar bi mijar herin.

 

Kissinger: Emê bûyer bi bûyer herin. Hûnê bibînin, li himberî Îraqê em ne wisa diltirş in. Tu di şikê de bî, bicerbîne.

 

Hammadi: Gotina dawî; bûyera kurd, ji bo me di girîngiya herî mezin de ye.

 

Kissinger: Ez ewleyî didim te. Bila tirsa we tinebe. Bo tişta borî, mirov nikare tiştekî bike.

 

Hammadi: Lê ne her carê.

 

Çavkanî: https://www.meforum.org/articles/2006/henry-kissinger-to-iraq-in-1975-we-can-reduce-is

 

------------------------------------------------------

 

"Mesûd Barzanî û ji DYAyê bêbaweriya Kurdan"

 

Bruce Riedel, 2.11.2017

 

Riedel, li Brookings Institutionê li ser Politikaya Rojhilata Navîn endamê Saban Centerê. Ji 30 salên sîxuriyê teqawid. Berî Trump di serdema çar serokên dawî de li Qesra Spî endamê Konseya Ewleyiya Netewî. Di civînên sereke yên Îsraîl û Ereban de navbeynkar. Bo Pentegonê cîgirê xebata berevaniyê bo Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr. Li Brukselê pisporekî xwedî ezmûn yê NATOyê. Pisporê polîtîkayên li ser Efxanistan û Pakistanê.

 

(Referandûm) di çaryekê sedsalê de derbeya herî mezin bo kurdan bû. Mesûd Barzanî erka xwe terikand û DYA tawanbar kir. Hemû tişt gorî nimûneya têzanîn bû. Barzanî bixwe, şahidê herî baş yê wê nimûnê ye.

 

Barzanî cara ewilî, 31ê Tirmeha 1992yê hat serdana Qesra Spî. Ez di Konseya Berevaniya Netewî de ji Karûbarên Kendav û Asyaya Başûr berpirsiyar bûm, serdan di berpirsiyariya min de bû. Ser rizgarkirina Kuweytê re salek û nîv borîbû. Ji ber ku wî Saddam li ser desthilatê hiştibû, Serok George H.W. Bush rastî rexneyan dihat. Wî ev dida pêş: "Erka koalîsyonê tinebû ew here Bexdayê û desthilatê biguherîne. Dagirkirina Iraqê, dê bo Amerîkiyan bûbûya lîça heriyê".

 

Barzanî yek ji şeş kesên dijberiyê yên hatî Qesra Spî, bû. Zêdetirîn wî bawerî dida, lê di pirsa qanîkirinê de yê herî dijwar ew bû. Seranserê serdanê, wî di derbara mebestên DYAyê de fikarên xwe parastin. Li menzela Roosevelt weke zilamê-li-keviyê rûnişt, lê baş zaniya ku mirov nikare li ber daxwazên Amerîkayê rabe, nexwe şehitîna-karesatî li benda mirov bû.

 

Bêdilî û tedbirbûna wî, ne bêsedem bû. Salên 1970an bavê wî Mustafa Barzanî, li himberî Bexdayê dest bi raperiyê kiribû, Şahê Îranê, sîxuriya DYA û Îsraîlê, bi dizî piştgirî dabûnê û Kurdan ji gellek ciyên Kurdistanê artêşa Îraqê qewitandibûn.

 

1975ê peymana Şah û Saddam û tenê hiştina Kurdan, bû sedemê karesatê. DYAyê Barzanî tenê parast, hemû hewqas. Berdêla baweriya ji hevbendan, bo Kurdan giran bû. Mustafa Barzanî rojên xwe yên dawî, li bakurê Virginiayê derbas kirin.

 

Salên 1980an di şerê Îran û Iraqê de Kurdan li cem Îranê cih girtin. Gava şer qediya, Saddam ji 1974ê gellek zêdetir zilmkar bû. Waşîngtonê dîsa tiştek nekir. Bi hezaran Kurd mirin, bi deh hezaran xistin qempên di bin zilma Saddam de. Reagen, li himberî Îranê bû hevbendê Îraqê û ji bo Kurdan qet tiştek nekir.

 

1991ê gava Kuweyt rizgar bû, Bush ji aliyê Saddam ve perçiqandina kurdan tenê temaşe kir. Bi sed hezaran Kurdan xwe sipartin Tirkiyê. Ne dilkirî be jî, Qesra Spî vê carê gav avêt. Herêma kurdan çêbû, ku ew bi demê zivirî dewleteke biçûk.

 

Mesud Barzanî bi mîrata xiyaneta Amerîkayê barkirî, gihişt Qesra Spî. Di ewleyiya neteweyî de şêwirmendê Bush, General Brent Scowcroft mazûvanî dikir. Serwextê bûyerê bû. Nerihet bû. Bêdil çû civîna Barzanî. Bo yekparebûna Îraqê piştgiriya Amerîkayê gellek caran dubare kir û ew, peyamê li dijî serxwebûna kurdan bû.

 

Baca yekparebûnê, ji dijwariya nexşeya Rojhilata Navîn tê. Hemû cîranên Iraqê li dijî serxwebûna kurdan bûn, li wan bixwe Kurd hebûn. Ereb li dijî bûn, ji ber ku ew ji kêmahiyên din re dibû nimûne. Demokrat û Komarparêz, desthilatên Amerîkayê her carê heman gotin binxêz dikirin. Kurdan bo yekparebûna Iraqê piştgiriya xwe anîn ziman, lê ne bi dilxwazî û ew jî bi nîvdevî.

 

Nîsana 1993, Cîgirê Serok Al Gore, pêşwaziya heman komê kir. Mesut Barzanî dîsa yê herî nedilkirî bû. Di wêneyan de rûtirş bû. Şika xwe venedişart.

 

1994ê ez û çendek nûnerên amerîkî em çûn herêma kurdan. Herêm di bin gefa Saddam de bû. Clinton dixwest piştgiriya xwe bo dijberîyê nîşan bide. Mesûd Barzanî mazûvanekî destvekirî bû, lê di derbara Amerîkayê de hê şikdar bû. Em bi du helîkopteran firiyan vir û wir. Piştî du hefteyan ew herdu helîkopter, bi xeletî rastî êrîşa jetên amerîkî hatin.

 

Tebaxa 1996ê rêya Hewlêrê ji Saddam re vebû. Dijberên Saddam bi awayekî erjeng hatin kuştin. Hêza navdewletî tenê temaşe kir.

 

Desthilata Clinton sala din bi hewldana lihevanîna du partiyên kurd derbas kir. Celal Talabanî jî, Tirmeha 1992yê di nav mêvanên Scowcroft de bû. Wî dixwest xwe bigihîne desthilata Amerîkayê. Wî cizdana xwe ji bîr kiribû û di derî de bêyî nasname bû. Min dezgeha sîxuriyê xanî kir, ku ew li ser ewleyiyê ne gef bû.

 

Siyasetmedarên Rojhilata Navîn qet teqawîd nabin, lê Barzanî dawî li erka xwe anî... Bi referandûma serxwebûnê, Bexdayê bajarê Kerkûkê û zeviyên petrolê ku têra Kurdan dikir, xistin destê xwe. Hêviya kurdan ya li ber serkeftinê, derb xwar. Bingeha wî dilsoz ma, lê desthilatdariya wî derb xwar.

 

Îranê li dijî Mesûd tevlîheviyeke mezin pêk anî. Qesra Spî gellek hedî gav avêt û Îranê bi ser ket. Li himberî Îranê gava pêşî ya polîtîkaya Trump, fis derket. Li Îraqê koma herî nêzî Amerîkayê, derb xwar.

 

Waşîngton dîsa bû hedefê tawanbariya Barzanî. Bi çekên amerîkî û bi yên wê peyda kirî, Iraqiyên Îranê derb li Kurdan dan. Lê ev hebû: Kurd li himberî DAIŞê hêzeke bingehîn in. (Û di bêbextiyê de) helwesta Amerîkayê neguherîbû. Mesûd Barzanî rast digot.

 

Çavkanî: https://www.brookings.edu/blog/markaz/2017/11/02/masoud-barzani-and-the-roots-of-kurdish-distrust-of-the-united-states/