Hilbijartin erk û lêpirsîn e
Cegerxwîn Ehmed Herkî
Mafê hilbijartin û dengdanê yek ji hîmên bingehîn ên demokrasiyê ye. Amûrek e ku mirov dikarin bi rêya wê beşdarî diyarkirina çarenûs û paşeroja xwe bibin. John Stuart Mill dibêje, "Azadiya rastîn demeke tenê tê bidestxistin gava rola şêniyên civakê di hilbijartina çarenivîsa xwe de hebe."
Ev hilbijartin derfetek e ji bo rastkirina xeletiyên berê û vekirina rêyeke zelaltir ji bo geşepêdan û dadmendiya civakî bi beşdariyeke agahdar.
Di van salên dawî de pêşveçûneke darîçav di pêvajoya geşedanê de pêk hatiye. Ev tevdîr cihê destsaxiyê ne lê hîn jî kelemên mezin li ser rêya me hene. Hîn jî pirsgirêkên civakî û aborî û newekhevî mane û pêwîstiya me bi reformên cidî di hemû astan de heye.
Huntington dibêje, "Demokrasî ne tenê saziyên siyasî lê sermayeya civakî jî dixwaze." Beşdarbûna di hilbijartinan de ne tenê baweriya bi başkirina şert û mercan diyar dike, di heman demê de hêza gel di avakirina paşerojeke baştir û aramtir de jî piştrast dike.
Rola hilbijartinan di parastina nasnameya neteweyî de
Her dengekî ku bi zanebûn tê dayîn, gavek e ber bi xurtkirina demokrasiyê û parastina nasnameya neteweyî ve. Miletê me bi dîroka xebata xwe ya dûrdirêj ji bo azadî û serxwebûnê ev demokrasî bi dest xistiye û divê bi zanebûn jî biparêze.
Dengê xelkê nîşana hevgirtina neteweyî û peyameke zelal e ji her aliyekî re ku hîn jî ev ax ji aliyê xwediyên xwe yên resen ve tê birêvebirin.
Lê belê me dît ku hinek partî û kom di kampanyayên xwe yên ji bo parastin an bidestxistina desthilatê de, rêbazên nelirê bi kar tînin û bi tunekirina rikberên xwe û bikaranîna gotarên dûrî nirxên bilind ên civakê, hewl didin nêrîna xelkê bikşînin hêla xwe.
Abraham Lincoln dibêje, "Dibe ku hinek kes heta hetayê bên xapandin, tevahiya gel dikare heta demeke kin were xapandin lê ne pêkan e ku hemû mirov heta hetayê bên xapandin."
Miletê me hişyar e û reklamên wiha neyînî nikarin dîtina wî biguherin. Wekî miletekî hişyar divê em li van wêrankirinan binêrin û bala xwe bidin bernameyên rast û durist ên ku ji bo çaksazkirin û baştirkirina civakê tên raberkirin.
Demokrasî ji bo xurtkirina baweriya giştî
Bi her dengdaneke agahdar, em alîkariya bihêzkirina demokrasiyê û avakirina civakeke azadtir û dadperwertir dikin. Ev hevkarî sembola civakeke aştîxwaz û pêşverû ye ku di asta neteweyî û navneteweyî de hewl dide nirxên mirovî û exlaqî belav bike.
Ramanwerên wekî Huntington amaje bi wê yekê kiriye ku divê bipêşketina siyasî û aborî bi hev re bimeşin, bêyî beşdariya çalak a gel û avakirina saziyên demokratîk bipêşketina aborî nayê domandin.
Her wisa Max Weber ev yek aniye zimên û bal kişandiye ser girîngiya "pêbaweriya civakî" ya di rêveberiyê de.
Di civakeke bi rastî demokratîk de divê ferqa çînayetî ya di navbera gel û berpirsan de ne bi vî rengî be ku em îro dibînin. Yek ji armancên şoreşên girseyî, ya me jî di nav de, kêmkirina ferqa çînayetî û afirandina edaleta civakî bû. Lê îro ev dûrî bi rengekî zêde bûye ku gelek kes, nexasim kesên bêpar, xwe ji sîstem û saziyên desthilatê xerîb hîs dikin. Ti civaka ku li pêşkeftina domdar û demokrasiya rasteqîn digere nikare bi vî awayî aramiyê bi dest bixe. Hilbijartina di vê qonaxê de divê pêngaveke bingehîn be ji bo kêmkirina vê valahiyê û zêdekirina berpirsyariya berpirsan da ku siyasetên demokratîk û reformên aborî bi rastî karibin ji bo berjewendiya hemû çîn û texên civakê bixebitin.
Dengderên me xwedî şiyana naskirina berendam û bernameyên rastîn in. Alî û namzedên xwedî kalîte û pabend ti carî rastiyê nakin qurbana berjewendiyên kesîtî.
Rastgoyî û şefafiyet xelkê dikişînin hêla xwe. Immanuel Kant dibêje, "Azadiya her takekesekî şertê azadiya hemûyan e."
Gel bi beşdarbûna hilbijartinan roleke sereke di parastina hevgirtina neteweyî û bipêşvebirina pêgeha welêt di cîhanê de dilîze.
Awirvedana li siberojê: Demokrasî û reforma civakî
Wekî gelekî û wekî têkoşerên vê xakê, me rojên dijwar ên xebatê derbas kirin. Îro divê em bi îradeyeke mezintir ji bo reform û berfirehkirina dadmendiya civakî bixebitin.
Beşdarbûna me ya vê hilbijartinê dikare rêyeke nû li ber bipêşketineke berfireh a aborî, siyasî û çandî veke. Tenê bi beşdariyeke bi zanebûn û armancdar em dikarin îdealên kevnar ên edalet, azadî û refaha giştî bi dest bixin.
Rastgoyî di axaftin û pratîka siyasî de
Di demokrasiyeke pêşketî û hevseng de, xwezayî ye ku siyasetmedar û berpirs di dema hilbijartinan de civîn û mîtîngên hilbijartinê li dar bixin lê ya ku pergaleke demokratîk a çalak cihê dike, berdewamiya têkilî û sempatiya bi çîn û texên cuda cuda yên civakê re ye ne tenê di dema hilbijartinan de lê di tevahiya qonaxa birêvebirina siyasî û hikûmî de.
Divê wêrekiya siyasetvanan hebe ku li çewtî û kil û kêmasiyên xwe mikur werin, ji bilî ronîkirina serkeftin û destkeftên xwe, dilsozî û niyeta xwe ya rastîn ji bo xizmetkirina civakê û pêşketina welêt nîşan bidin.
Serkirdeyê mezin Nelson Mandela tekez dike ku "Divê serkirdeyê rastîn amade be di demên dijwar de berpirsiyariya xeletiyan bigire ser milê xwe."
Mandela bi reftarên xwe îsbat kir ku rastgoyî û pejirandina berpirsiyariyê bingeha pêbaweriya giştî ye û nîşan dide ku divê armanca siyasetmedaran ne tenê bidestxistina desthilatê be, li dewsê, divê desthilat bibe amûra xizmetkirina gel.
Di heman demê de, divê em ji bîr nekin ku gotar û sozên hilbijartinê tenê beşek ji hevkêşeyê ne, xelk bêtir bala xwe dide reftarên siyasî û hewldanên rastîn ên serkirdeyan ji bo bicihanîna sozên berê û rastgoyiya wan, hem di şêwaza jiyana wan a kesane de û hem jî di çalakiya wan a siyasî de. Di dawiyê de, ya ku daxwaz û tercîhên dengderan diyar dike, hewldan û pabendbûn e.
Şefafî û lêpirsîn: Hîmên sereke yê hikumdariya saxlem
Divê hikumdarî pabendî şefafiyet û berpirsyariya li hemberî gel be. Yek ji şertên herî bingehîn ên hikumdariya baş ew e ku atmosfereke ku baweriya giştî tê de xurttir be, were afirandin. Zelalbûna siyasetê û prosedurên bicihanînê rê li ber yekdestdariya desthilatê û gendeliyê digirin û îmkana nirxandin û rastkirinê berdest dikin. Ev têgeh di gotinên James Madison de tê dîtin ku dibêje, "Azadiya rastîn demekê pêk tê ku hikûmet bi awayekî rêkûpêk û bi berpirsiyarî bibe bersiv."
Hilbijartina tijî coş: Garantiya siberojeke geştir
Hilbijartineke germ û bi coş, bi beşdariyeke berfireh a gel, garantiya paşerojeke geştir e. Hilbijartinên bi vî rengî saziyên demokratîk xurt dikin û sermayeya civakî zêde dikin. Ji aliyekî din ve, beşdarnebûna xelkê yan kêmbûna coşa hilbijartinê dikare bibe sedema kêmbûna rewatiya hikûmetê û zêdebûna nerazîbûnan.
Wekî mînak Thomas Paine hişyariyê dide, "Nerazîbûna gel dikare dibe sedema bêîstiqrariyê û hilweşîna pergala siyasî."
Loma beşdarbûna çalak di hilbijartinan de ne tenê nîşana hêviya reform û guhertinên erênî ye, li şûnê, garantiya parastina ewlehî û aramiya welêt e jî.
Rêyek ji bo siberojeke çêtir
Îro em di xaleke dîrokî de rawestiyayî ne. Beşdarbûna çalak û agahdar a hilbijartinan dikare welêt ber bi paşerojeke geştir û aramtir ve bibe. Demokrasî ne tenê wekî amûrekê ji bo guherînê lê di heman demê de wekî rêyekê ji bo parastina hevgirtina neteweyî û baştirkirina pêgeha navneteweyî ya welêt jî xizmetê dike.
Her dengek berpirsiyariya me ya li hemberî paşerojê xasma nifşên paşerojê nîşan dide û divê em vî erkî bi hişyarî û pabendbûn bi cih bînin.
Xebata rewa, civaka azad û demokrasiya me ya nûavabûyî xurt û pêşverû ye. Erka me ya neteweyî û dîrokî ew e ku em bi beşdarbûna hilbijartinan van destkeftan biparêzin û geş bikin. Werin em bi hev re ber bi siberojeke baştir ve gavan biavêjin û bi vî awayî bi hişyarî û îradeya hevpar bibin bingeha civakeke pêşverû û dadperwer. Çarenivîsa vê xakê di destê me de ye û tenê bi hevkarî û yekdengiyê em dikarin destkeftên xwe biparêzin û Kurdistana xwe ya delal ber bi paşerojeke geş, pêşkeftî û aram ve bibin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)