Lal Laleş û Nora Stenbolê
Çima Kurd ne bi Îsraîlî yan Ermeniyan, yan Efganî, Alman, yan Grek-Huruman yan Hindiyan re û bi zimanê wan re bira ye? Lê bi Tirkan re bira ye?
Tevî Tirk xelkên Asya Navîn û tu girêdana wan ji aliyê ziman û nîjadî bi hev re nîne.
Eger mebest biratî be, ne miyonerî ew xelkên din nêzîktirin ji wan.
Armanc ne pînekirin û helandin be, em bi çi awayî ne bira ne. Eger armanc biratiya ometê û ya bîrdozî be, ew tiştekî din e. Lê tu peywendiya vê yekê bi fakt û zanînê re nîne. Mebest ji bazara kolonyal sûdwergirtin e? Yan jî bi rengekî din yê xwe pûçkirinê ye? Yan jî pejirandina çand û têgeha kolonyalîst e? Ya jî ew qedera ferzê, ya ku bi destê siyasetmedarên Kurd, li ser kurdînûsa tê sepandin e? Lal Laleş bi xwe baş dizane ku siyaseta Kurda ya legal û îlegal heta nemir Mehmed Ûzûn bi Tirkî nenivîsî bû, ew weke nivîskar nepejirandibûn. Yê Mehmed Uzun kir nivîskarê Kurd, siyaseta dewletê ya bi destê Kurda tê meşandin bû. Yan rehmetî neçar ma, ew rêya hilbijart? Helbet ji keda nemir Ûzûn re şik û guman nîne, lê ya kambax û bi êş, ku heta wî bi Tirkî nenivîsî û rojnameyên Tirkî li ser nenivîsî siyaseta Kurdan guh û çavên xwe lê digirtin. Ma Lal Laleş daye ser heman şopê? Yan çima heta niha kesekî qala helbestvaniya wî nedikir?
Helbet her mirov di hizrên xwe de azad e û divê wisa be. Lê ya kambax ew e, kî ji nav me xwe dide alî ew bi nav û deng dibe. Tevî ku xwînerên Nora Lal û yê Tirkînûsên din jî xwînerên nijad kurd in.
Divê meriv berê rêzê ji xwe re, bi xwe re rêzê ji ziman, çand, dîrok û wêjeya xwe re bigire daku hineke din rêzê ji me re bigirin.
Bi raya min biratiya serdest û bindest, ya metîngeh û kolonyalîstan, ya hukimdar û xulaman nîne. Ya karbidest/kapîtalîst û karker nîne. Ya miletê serdest, hizrên serdest û yên bindest, nîne. Ew du bere, tebeqe û hêzên dijber in. Dikarin di hin xalan de li hev bikin, ku bi mêzîn, peyman û erkên xwe re durist bin, û mafê wan bi yasa û zagona parastî be. Lê ne bi kêfî be.
Siyaset û siyasetmedar dikare qala "biratiyê" bike, lê divê aliyê xwe yê biratiya resen û nirxên dîrokî û çandî bizane û biparêze.
Lê ne kesên rewşenbîr, yan dîrok û wêjenas.
Rewşenbîr yan Akademîkar divê bi pîvan û erkên xwe re durist be. Nabe kesê Kurd yê bi erka rewşenbîrî radibe, pîvan û derewên akademîk yên Tirka bikar bîne. Em dizanin heta beriya çend salan rewşenbîrên tirk û zanîngehên wan, hebûna netewa Kurd qebûl nedikirin. Siyaset û ferasata serdest ya Kurd jî, kesên bi zimanên dagerkeran dinivîsîn, weke nivîskar û rewşenbîr dipejirîne û dide pêş. Yên din jî ji bo xemlê û îmzeyên daxuyaniyan e.
Bi mêzîn, pîvan, zanîn û zimanê kolonyalîstan biratî û wekhevî nabe.
Bi hêviya Tirk vê berhema Lal bixwînin, belkî biratiya zimanan pêk bê.