Netewe-dewlet, partî-dewlet

Ez ji we Başûr bipirsim, bi yeqînî wê bersiva we ev be: “Keyseke zêrînî ketiye dest. Divê bi hemû hêza xwe bibin yek û gava dewletbûnê bavêjin.” Tişta mirov lê bike tineye, ji bilî vê pirsê: Çima nakin?

 

Ji ber Îran û Tirkiyê?

 

Di serdema 1980an de li Başûr pêşmergeyên xwedî ezmûn, bi serfirazî berxwedanên beşên Kurdistanê rêz dikirin. Welat yek bû, dijmin jî.

 

Vêga me bi destê xwe ew dehbe berdanê mal û zeviya xwe. Xwedêgiravî me “ji DAIŞê û ji me bi xwe diparêzin!” Erê Îran û Tirkiye ketina derd û kula parastina me!

 

Tirkiye û Îran cîranên hev in. Ku şer bixwazin, têr ciyê wan heye. Lê pirgirêka wan ne hev re ye, bi me Kurdan re ye. Wan xwe bi me dane ezimandin.

 

Ev tişt fesîh e: Heke Başûr bibe dewlet, divê yek leşkerê îranî û tirk li ser xaka wê nemîne. Nexwe wê berhem, bi gemariyê were dinyayê.

 

Bûyera Heşdi Şabi balkêş e. Gava ew li herêma YNKê dibin mijara pirsgirêkan, PDK ji ber rêdana wan YNKê rexne dike. Lê yekîneyên artêşa Îraqê jî, bi mehneya operasyona Mûsilê li Maxmurê binkeyên xwe vekirine. Qelsî hevpar e.

 

Artêşa Îraqê, milîsên şîî, efser û sîxurên Îranê, bi serbestî li ser xaka Kurdistanê digerin. Wiha here wê sibê îdîa û quretiyê wan sînoran nas neke.

 

Ma bûyera Tuzxurmatu (û herwiha ya Qamişloya Rojavayê), ne hişyarî bû? Milîsên Bexda (û Şamê) êrîş kiribûn û bûbûn sedemê zirareke mezin. Ew her di xefikê de ne.

 

Lê desthilata hevpar?

 

Ew heye, lê leşkerên Îran û Tirkiyê ne bi biryarên wê, bi yên partiyên wê li Başûr in. Weke ku partiyan li dijî hev dijmin ezimandibin mala xwe.

 

Em her tim li “melîkê” Ehmedê Xanê digerin. Di heyamê me de ew “melîk”, desthilat e. Wekî “melîkê me” vî tiştî tênin serê me, ma em dikarin çi bikin?

 

Sedsala XXmîn, li Rojhilata Navîn serdema partî û desthilatên “modernîst” bû. Dewletên herêmê, bi gelemperî berhema wan in. Mixabin em sedsal bi derengî dikevin wê serdemê.

 

Tişta min par pêrar nivîsandî dubare dikim: Dubendiya desthilatê berdewam dike û talûkeyan direşîne. Ya xeteretir, bi tevlîbûna Goran û PKKê, dubendî ciyê xwe berdide sêbendî û çarbendiyan.

 

Ev dubendî ne xwezayî ne, ne rast in. Her yekê ji bo xwe dixwaze. Em bi dûv sedeman bikevin, emê di bin de bimînin. Yek wateya vê şerpeziyiya me heye: Hişmendî û tevgera me negihiştiye asta netewbûnê û ji wêkê, em di bin barê rojê de diterpilin.

 

Bêbandorkirina civakê

 

Li Başûr hikûmet, parlamen, partî, komel, dezgeh, çapemenî, azadiya ol û çand û derbirînê..., mafên makezagonî ne.

 

Lê vê lîberalîzma siyasî, hê di civakeke sivîl de deng venedaye. Sîstema siyasî bi xwe jî hê qurm negirtiye. Desthilat serî li qedexeyan dide. Lê ji dîroka nêzik em zanin ku tundutiya desthilatê, dijberiyeke tundrew bi xwe re tîne.

 

Hûnê bêjin civaka sivîl, karê dehan salan e. Bila be, heke ji zanîngeh û rewşenbîran heya komên pîşeyî civakeke sivîl hebûya, vêga wêneyê Başur gellek cuda bû. Dev jî guherînê berdin, wan komên civakê jî ji dubendiyên partiyan têr para xwe sitandine.

 

Partî-dewlet

 

Ev têgeh ne tenê li Başûr lê li hemû beşan rojev e. Heya ku ew êdî bûye diyarde û dibe bikeve fêrhenga siyasî ya navneteweyî, lê bi awayekî nerênî.

 

Qasî ez zanim, li Afrîkaya Başûr jî ew dubendî hebû, li ser cudahiyên deverî û eşîrî partî çêbûbûn. Lê li himberî nîjadperestiya sipî bûbûn hevbend û gihiştibûn dewleteke hevpar.

 

Partiyên me, dabeşkirina berhema dewletên kolonyalîst ji xwe re kirine bingeh.

 

Cudahiyên berê netewbûnê yên zaravayî û deverî ji xwe re kirine bingeh.

 

Wek diyardeyeke nû, dewlemendî nas kirine û dibin êsîrê wê.

 

Partî, Kurdistana xwe û Kurdên xwe çêdikin. Dibe sibê yên nav biguherin jî hebin.

 

Dûr neçim, YNK xwe weke partiyeke herêmî dibîne. Ne ji şerm û pêşbirkiyê be, wê gotina dewletbûnê bi dev neke. Qama vê YNKê, ji xweseriyê nabore.

 

PDK dewletê dixwaze. Lê rêvebiriya wê nikare xwe ji çeperên partîtî û herêmî rizgar bike. Weke ku raman û têgihiştina wê ya civakî, têrê neke. Ev jî di derbara daxwaza wê de şikdariyê çêdike.

 

Bi darê zorê be jî, PKK jî di bergeşa partiyên Başûr de ciyê xwe çêkiriye. PKK bi taya desthilatbûnê ketiye. Her rêya bidestxistina wê, ji bonê rewa ye.

 

Mijara dewletbûnê, ziviriye mijara pêşbirka partiyan. Yek tiştekî dixwaze, ya din li dijî radibe. Ev jî pîrozahiyan diherimîne, bandoreke nerênî li bal û piştgiriya civakê dike.

 

“Ne dema wê ye”

 

Îdîa bêrûmetî ye û ji nakoriyê tê. Dewletbûn “maf” e, ne mijara “demê” ye. Kurd nikarin mafê xwe yê rewa bi kar bînin. Pirs hemû ev e.

 

Devletên ku dewletbûna kurdan bi pêşmercê “yekîtiya kurdan” ve girê didin, kone ne û dekbaz in, Ew, me baş nas dikin. Lê ew hêza me heye, ku em wan bişehitînin. Lê ku em jidil bixwazin.