Kurd û zilhêzên herêmî
Piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê û li dij derketina welatên zilhêz ên herêmê li bermaber vê pêngava kurdan a ji bo cudabûna ji Iraqê û piştre jî şikesta pratîkî ya vê cudabûnê, êdî diyalog û lênihêrîneke din di nava Herêma Kurdistanê de çê bû, ev jî ev e ku çima di çarçoveya welatên niha de, kurdan hewla man û bihêzkirina mala xwe nedan?
Ev pirs dem bi dem ligel bihêzbûna rola wan welatên ku Kurd têde dijîn, bihêztir xwe derdixe holê.
Ev pirs nêzîk e ku li ser asta siyasî û niştimanî û rewşenbîrî jî bibe argumênteke ciddî û alternatîva hizirkirina nerîtî ya kurdan a ji bo xebata çekdarî û berxwedan û xewna dewletê.
Ji dest dana komek destkevtên Herêma Kurdistanê piştî referandumê û şikesta 16ê Cotmehê ku di çarçoveya Iraqê de hebû, zêdetir vê argumentê bihêz dike.
Piştgirînekirina Kurd ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve, di her demekê de ku zilhêzên herêmî êrişî kurdan kiribin, weke ku li bakurê Sûriyê û Herêma Kurdistanê me dît, zêdetir ew têfikrîna siyasî ya (çima Kurd di çaçroveya welatên xwe de xwe bihêz nake) kiriye mijarekî rasteqîn û defakto.
Di rastiyê de ev têfikrîn, têfikrîneke rastî ye bo Kurd, dema ku temaşeyê şertûmerc û guhertinên mezin ên nava siyaseta navdewletî were kirin.
Heftiya bihorî, hevrêyê me yê rojnamevan, Hêmin Lihonî şiroveyeke giring belav kir derbarê wê guhertina mezin a ku di nava siyaseta navdewletî de, di vê qonaxê de û piştî hatina Trump çê bûye.
Wî ev qonax bi Serdema Protêkşênîzm bi nav kiribû, û di şirovekirina xwe de tekezî li ser wê yekê dike, ku welatên zilhêz ên cîhanê weke serdema Lîberal Demokratan siyasetê nakin û ti tiştek ji bilî berjewendiyeke bilez û xuya yê xwe, wan dehf nade ku guhertinê di cîhanê de bikin (weke mînak a ku Bush ê kur li Iraqê di sala 2003 de kir).
Lewma, li gorî şiroveya Hîmin Lihonî, Kurd di serdemeke şaş de referandum kir, serdemekê ku zilhêz û hevpeymanên wê bi qasî ku di xema xwe de ne, bi heman qasî girifta wan nîne, ku gelo li ciheke din çi rû dide, bi raberîkirina li gel caran.
Di serdemeke wiha de, Kurd bê piştevanî û heta bê dost jî referandumê dike û dixwaze nexşeya herêmê bihuhere, ku bêguman tûşî li hev ketina rasterast dibe ligel zilhêzên herêmî.
Wate di serdemeke wis ade Kurd pêwîst e hewla diristkirina heveşan ligel derdora xwe bide, ne ku derdorê li dijî xwe tehrîk bike.
Ew têfikrîn (lênihêrîn), weke ku me got, niha di nava Kurd de, bi taybet li Başûr roj bi roj bihêztir dibe.
Eger em serekê li Rojavayê Kurdistanê - bakurê Sûriyê û kantonan - û herwiha Bakurê Kurdistanê jî bidin, em wê rewşê her bi heman awayî dê bibînin. Kurd li Sûriyê û li Tirkiyê bê piştevaniyeke diyar a navdewletî li gel Tirkiyê - di niha d eû bi aşkere- herwiha Sûriyê- bi nihênî û di heyemeke din de, di pevçûnê de ne.
Bi wê yekê niha pirsyar ev e ku Kurd dikere li gel wan zilhêzan çi bike û çawan reftar bike? Gelo tekane rê her berxwedan û bergiriya nerîtî (teqlîdî) ya kevn e? Xebata çekdarî û rûbirûbûne? Dijatiya Tirkiyê û bêgiringî temaşekirina Şam û Bexdayê û teslîmbûneke bêdeng bi Îranê ye? Ji ber ku ez di vê baweriyê de me ku dijatîkirina Tirkiyê, pêwîstî bi piştevaniya Îranê heye.
Di her halî de, xala giring ev e ku Kurd dixwaze ligel welatên zilhêzên herêmî hevbeşiyê bike, praktîzeya pêkevjiyanê û hemahengiya siyasî û beşdariya di dewletê de bike.
Ev yek bi kêmanî niha ji her demê zêdetir şêweya hizirkirinê ye û di nava kurdan de geş dibe.
Pirsa giring ev e ku gelo zilhêzên herêmî bersiva wan ji bo wê hizirkirin û têfikrîna kurdan çî ye?
Wiha xuya dibe, ku derbasbûna dîroka xebata siyasî ya kurdî di ezmûnên ciyawaz re, Kurd gihandibin vê encamê ku pêwîst e di çarçoveya welatên zilhêz de yên ku têde dijî, parastina hebûna xwe û berevaniyê li mana xwe bike.
Ji wê dema ku kurdan dest bi xebatê kir, hêj Tirkiye û Îran zilhêz nebûn, lê mixabin kurd nebûne xwediyê dewletê û welatên Sykes-Pîcotê yên ku Kurd dabeş kirine, niha bûne zilhêz û weke berê nemane.
Niha pirs ev e; Gelo ew zilhêz çawan serederiyê ligel wan guhertinên bingehîn dikin ku di têfikrîna xebatgerî ya kurdan de çêbûye?
Aya dê pêşwaziyê lê bikin û hevkariyê bikin û kurdan piştrast bikin ku di çarçoveya sînorên wan de mafên wan (kurdan) dabîn dikin, an dîsan kurdan bêhêvî dikin û wan neçar dikin ku evgerin ser xebata xwe ya nerîtî (teqlîdî)? Ser çek û berxwedanê û hewla cudabûnê û xwîmê?
Ev heman ev pirs e ku dibê welatên zilhêz ên herêmî bi taybet Tirkiye û Îran bersiva wê bidin û bi wê yekê jî pêwendiya navbera kurd û wan welatan dibe ku guhertineke dîrokî bi ser de bihê.