Xwîn bi xwînê tê şûştin!

Ne tenê hêzên mezin ên cîhanê, ne tenê dostên gelê Kurd, lê hêzên navçeyî yên neyarên gelê Kurd jî mitûmat mane. Çimkî di nav agirê şerê dijî DAIŞê de, di demekê de ku roj bi roj krîzên Kurdistanê zêdetir dibin, di demekê de ku çavê hemû dinyayê li ser miletê Kurd e ku “li şûna hemû dinyayê şerê terorê dike”, lêbelê hêzên siyasî yên Başûr – nexasim çend serkirde- ji berjewendiyên gelê Kurdistanê xemsar û minêkar in û hîn jî çavên sor nîşanî hev didin û bi lawazkirin û şikandina hev daketine.


Ew serkirde dizanin ku karê wan xirab e, ji encamên vî karê xwe yê xirab dilgiran in jî, lê belê hîn jî “hêzeke Ehrîmanî” ji hundir ve, zihn û wîjdana wan ewqasî pûç dike ku dikarin her karekî neçê derheqa hev bikin. Gelo çavkaniya vê rik û kîndariya kor, vê enerjiya balkêş û wêranker a hev şikênandinê çi ye?


Dema di sala 2003an de Amerîkayê êrişî dewleta Iraqê kir, hênceta wê ew bû ku çekên tevkuj li cem hikûmeta Sedam Hisên hene. Dema tu çekên kîmyayî û biolojî nehatin dîtin, bawerî bi hikûmeta hingê ya Amerîkayê nema. Guman ji George W. Bush hat kirin ku wek hênceta êrişa çekdarî li ser Iraqê, bi derewan mijara çekên tevkuj anîbe holê û dinya xapandibe.


Amerîka derew kiribe yan na, tiştê bala gelek çavdêrên rojavayî kişand ew bû ka çima heta beriya gurbûna agirê şer jî, Sedam Hisên ne hazir bû hevkariya pişknerên NY bike? Eger Sedam rê li pêşiya pişkneran vekira da bi awayekî azad li hemû sazî û dezgehên cihê gumanê bigerin, wê bi kêmanî karibûya dinyayê bide bawerkirin ku hênceteke yasayî ya Amerîkayê ji bo êrişa çekdarî nîne. Lê Sedam hevkarî nekir û bi destê xwe rê li ber şerê nehîştina xwe vekir. 


Lêkolînvanê amerîkî yê warê siyasetê James Bowman di pirtûkekê bi navê (Dîroka Rûmetê – Honor: A History) de behsa wê yekê dike ku reftara Sedam Hisên, hetanî ku ji şêniyên Rojava re wek dûrî aqil jî xuya bike, lê bi rastî girêdayî zihniyeteke diyar, girêdayî kodeke pir kevin e ku êdî şêniyên Rojavayê wê nas nakin. James Bowman dibêje, mijar mijara şeref û rûmetê ye!


Bowman dibêje eger Sedam Hisên mikur bihata ku çekên wî yên tevkuj nînin, bi vî karî nav û heybeta wî wek serkirdekî çekdar ê bisaw û serkêş hildiweşiya û êdî ne tenê li ber çavê alîgirên xwe yên iraqî, lê li ber çavê serkirdên welatên cîran jî şermezar dibû. Bowman dibêje vê bi tena serê xwe bi qasî êrişa amerîkiyan metirsî û xeter li ser desthilata Sedam dirust dikir.


Bi baweriya min, eger em bi hûrbînî li wê zihniyeta ku Bowman behs dike binerin, mumkin e me dabe ser rêya herî kurt da em xwezaya wê “hêza Ehrîmanî” fêm bikin ku arasteya reftara serkirdên Kurd û endazyarên krîza siyasî ya îro li Kurdistanê jî diyar dike.


Parlamenterekî berê yê Tevgera Goranê di destpêka derketina krîza serokatiya herêmê de got, eger Mesûd Barzanî dema serdana Silêmaniyê kir û Mam Celal dît, çûba gir û çayek bi Newşîrwan Mistefa re jî firr bikira – nemaze ku Mistefa berê çend caran serdana Barzanî kiribû – mumkin bû krîza siyasî ya herêmê bi vî awayî mezin nebûba.


Gelo sihrbaziya firrkirina çayekê di çi de ye? Edhem Barzanî ku niha nûnerê PDKê li Silêmaniyê ye, berî demekê bi awayekî eşkere di medyayê de gazin kir çima Newşîrwan Mistefa bi xwe serdan û bixêrhatina wî nekir, nemaze wî berê serdana Mistefa kiribû.


Li vir, mijar mijara “hevkariya dualî yan hevdestiyê” ye. Ev koda kultûrî nîşan dide mirovê Kurd çiqasî li hember heybeta xwe ya takekesî hestyar e. Bêguman Mesûd Barzanî ku serokê sê binyatên girîng ên civaka Kurdistana Başûr e, ji gelek kesan bêhtir bi hêmayên li pişt xemsariya li hember “hevdestiyê”, bi taybetî eger ew hevdestî bi bihayên siyasî hatibe barkirin, serwext e. 


Di vê konteksta me ya kultûrî de, Barzanî bi nekirina karekî sade, kirdeyeke watedar û girîng pêk anî: Çeqmaqlêdana şerekî bi rêya kodên kultûrî. Ez ji ber wê yekê girîngiya vê bûyerê teqez dikim, çimkî çend rastî hene îzbat dikin mijara derketin an mana Mesûd Barzanî di posta serokatiya herêmê de ne sedemê sereke yê nanokiyê bû, lê mijareke nesereke bû.


Pirsgirêka mezin ew tişt in ku biçûk xuya dikin. Lê di warê kultûrê de mezinahiyeke nenormal li xwe digirin. Kêşe wiha ye: Mesûd Barzanî xwest bi rêya piştguhkirina Newşîrwan Mistefa, heybeta xwe ya reha li Kurdistanê tespît bike. Newşîrwan Mistefa jî da heyfê hilîne, zend û bendên xwe badan da heybeta Barzanî bişkîne. Heyfhilanîn kodeke din e ji kodên kultûrî yên civaka me.


Ev heyfhilanîn di 23yê hezîrana par de, di çarçoveya tedbîreke parlamenî de li dijî Barzanî hate kirin. Kesên ku li pişt biryara 23yê hezîrana par a parlamentoyê bûn, behsa tedbîreke normal a parlamentoyê dikin. Lê ev qaşilê mijarê bû. Şerê sereke şerê kodan bû. Tol ji Barzanî hat standin û vê yekê xwe zû di axaftina berpirsên bilind ên PDKê de nîşan da.


Barzanî navê civîna parlamentoyê di 23yê hezîranê de kir “derbe.” Derbe li dijî heybeta PDK û serokê wê. Newşîrwan Mistefa heyfa xwe hilanîbû û di medyayê de jî kampanya li dijî “serokê demqediyayî” dabû destpêkirin. Herçiqasî Goran û Newşîrwan Mistefa nikarîbûn PDKê bi temamî bidin vekişandin, lê karek kirin ku êdî posta serokatiyê bi dilê Barzanî neyê nivîsandin. Barzanî di hevpeyvîna Sky Newsê de bi awayekî eşkere got: “Ez ji wergirtina posta serokatiya Herêma Kurdistanê poşman im.” Bêguman Barzanî di dema wergirtina wê postê de pêşbîniya dawiyeke wiha nekiribû.


Bi her hawî 23yê hezîranê şikandina heybeta Barzanî bû. Bêguman “heybet” ne tiştekî berdest û berhest e. Heybet rewşeke zihnî ye. Mumkin e her kes bi awayekî sawêr bike. Helbet hem Barzanî û hem neyarên wî, kodên li pişt bûyera 23yê hezîranê bi awayekî rast xwendibûn. Her şikandineke heybetê, proseya tolstandinê aktîf dike.


Lewra li gor kodên rûmetê, diviyabû Barzanî li hember “lekedarbûna rûmetê” tolê bistîne: Kirîna rûmetê. Êdî ev girêdayî xwezaya tolstandinê ye. Tolstandin di proseyeke bazinyeyî de wateyê peyda dike. Proseyeke girtî ya bêdawî.  


Di kultûra tolstandinê de, xwîn bi xwînê tê şûştin. Helbet kêşeya herî mezin a hêzên Başûr ew e ku di rewşa niha de nikarin bi wê hêsaniya dema çiya û şerê navxwe, xwîna hev birjiînin. Lewra êdî ew tama berê ya tolstandinê jî nemaye! Vêga êdî, proseyên tolstandinê aloztir û demdirêjtir bûne. Vêga êdî li şûna xwînrijandinê, teknîkeke nû ji bo tolstandinê tê meşandin: Terpilandina û xapên siyasî!


Barzanî çend caran gotiye: “Eger derbeya 23yê hezîranê nebûya, di 20ê tebaxê de minê bi xwe îstîfaya xwe ragihanda û emaneta xwe teslîm bikira.” Mumkin e em qet nikaribin cidîtiya vê gotina Barzanî îzbat bikin, çimkî behsa tiştekî dike ku êdî qabilî ceribandinê nîne. Lê ez wiha dibînim rastî eynî bi wî rengî be ku Barzanî gotiye. Ev tê çi wateyê? Ev nîşan dide ku Barzanî pir bi bûyera 23yê hezîranê êşiyaye. Helbet ne tenê êşa dilşikandinê. Çimkî dilşikandin bi derbasbûna demê re rehet dibe.


Mijar mijara êşeke kûrtir e ku têkildarî “hişyariya hestyarî - Emotional intelligence” ya mirovê Kurd e ku berhema kultûreke berîmodern e. Balkêş e ku Barzanî qet navekî zelal û eşkere li wê hesta xwe ya asêmayî nekir! Wek çawa hesta wî alî ya “çay firrnekirinê” û piştguhxistina Newşîrwan Mistefa jî qet ji hêla Goranê amajeyeke zelal pê nehate kirin.


Ev yek ji kodên din ên kultûra şerefparêziyê ye ku hertim herdu aliyên nakok qet ne amade ne xwe ji hev re kêm bikin an li êş û ziyana xwe mikur bên. Lewra diviyabû di pey 23ê hezîranê de, 12ê cotmehê bê holê: Cemidandina temamî ya parlamentoyê û têkbirin û şikandina heybeta serokê wê ku plana “karesata” 23ê hezîranê danîbû.


Ango em niha di rewşekê de ne, berovajî serdemên berîmodern ku tolstandin bi awayekî kronolojîk bû, niha xencer di heman demê de di pişta herdu aliyan de çikiyane. Herdu alî di proseyeke tolstandinê ya hevdem de ne. Herdu alî, hevdem hem tam û xweşiyê ji şikandina heybeta hev dibînin, hem bi jana heybetşikestina xwe dinalin. Ev rewş encameke lojîkî ya wê kultûra me ya berîmodern e ku hêj girîngiyeke herî mezin dide têgehên wek namûs, şeref, rûmet û tolstandinê!  


James Bowmanê amerîkî ku hewl dide vê çandê ji rojavayiyan re şîrove bike, behsa wê yekê dike ku hem li ba wan serkirdan û hem jî li ba kesên di bin destê wan serkirdan de, xeletiya herî xirab ku mirov dikare bike, ew e ku serkird lawaziya xwe bi awayekî eşkere nîşan bide û li hember aliyê beramber wek tirsonek xuya bike. Ji bo wî mirovî, mirin xweştir e ku navê wê mîna tirsonek derkeve!


Bowman nûnerên vê zihniyetê wek hêzeke metirsîdar li ser Rojava dibîne. Mebesta wî hêzên radîkal ên îslamî yên di nav dinyaya erebî de ne. Rast e Kurd niha şerê wan hêzên radîkal ên îslamî dikin, lê belê Kurd bi xwe jî xwediyê heman kultûra eşîrgerî û êlperestiyê ne ku James Bowman wê wek kultûra erebî binav dike.


Vêga serkirdên Kurd – Xwedê temenê wan dirêj bike! – jiyana niha û siberoja miletê Kurd ji ber heybet û rûmeteke hîç û pûç dikin qurbanî. Gelo mirovê Kurd dikare xwe ji bela û karesatên serkirdên xwe rizgar bike?