Çima cîhan li komkujiyên Kurdan mikur nayê?

08-08-2021
Arif Qurbanî
Nîşan Arif Qurbanî Kurd Komkujî Kurdistan Netewên Yekbûyî DAIŞ Helebce Şingal Iraq Dadgeha Bilind a Tawanan
A+ A-

Her çiqas ji 9ê Tebaxa sala 1948an ve, di çarçoveya biryar û danezaneke navdewletî de li Neteweyên Yekbûyî (NY), komkujî hate qedexekirin û hin tedbîr ji bo cezakirina encamderên wê hatin danîn; herwiha pişka zêde ya dewletan di qonaxên cuda cuda de ew peymana navdewletî îmze kirin û xwe pabendî xwe dûrgirtina ji encamdana wê tawanê kirin, herwiha xwe pabendî wergirtina tedbîrên navdewletî ji bo cezakirina encamderên wê kirin, lê ji wê çaxê û heya niha komkujiyên rêkxistî bi awayekî berdewam qewimîn, çi bi sedema şerê navbera dewletan be û çi di reftara dewletekê de li hember gel, netewe, pêkhate û etnîkên cuda be.

Ne pêkan e girîmaneya wê yekê were kirin heke ew yasa û zagonên NY nebûna, hejmara tawanên komkujiyê çend caran li hejmara niha zêdetir dibû. Lê eşkere ye ku hebûna wan yasayan û çend danezanên din ji bo pêşîgirtina li encamdana tawanên komkujiyê nebû sedema kutabûna tawanê.

Ev çiqas têkildarî zordestiya desthilatên dîktator e, jê bêhtir jî NY û Encûmena Ewlekariya Navdewletî jê berpirs in, çimkî di cîbicîkirina biryar û pabendiyên navdewletî de ku peyman û biryarên NY destnîşan kirine sist in. Heya ev sistî, bêhelwestî û guhnedana NY jî neyê çareserkirin û wek xwe bimîne, cîhan li pêşber dubarebûna tawana komkujiyên mezin e; xasma li hember gel û neteweyên bêdewlet ku di çarçoveya dewletên neteweyên serdest de hatine hiştin.

Heya niha tişta wek kelemeke mezin li pêşber NY tê dîtin, wek reftara wê ya xerab li hember komkujiyên li cîhanê diqewimin û lêpirsîn nekirina li hember encamderên komkujiyan, vedigere pêwendî û hebûna berjewendiyan di navbera welatên endam di NY de. Diyar e dostanî, pêwendiyên siyasî, hevpeymaniyên leşkerî û berjewendiyên aborî yên zêde di navbera welatan de çêbûne, lewra çavê xwe ji tawanên hev digirin. Yan çimkî naxwazin dostanî û berjewendiyên wan têk biçin, nabin teref ku dosyeya tawanê ji bo dozekê were vekirin ku berjewendî û pêwendiyên siyasî wan û encamderên wê tawanê bi hev ve girê dide.

Tevî ku ev bihane û berpirsiyariyeke bêexlaqî navbera dewletan e, lê bila em girîmane bikin ku li ser hîmê hebûna pêwendî û berjewendiyên hevpar helwestên welatan reng vedidin. Wek nimûne heke ev ji bo welatekî wek Tirkiyê rast be ku gelek welat heya niha ne amade ne li komkujiya Ermeniyan mikur werin, bi sedema raçavkirina têkneçûna pêwendî û berjewendiyên wan bi Tirkiyê re ye. Yan heke ev ji bo holokaustê bibe bihaneya olî û îdeolojî û beşek ji welatan qewimîna holokaustê înkar dikin yan ne amade ne wek tawana komkujiyê binasînin. Lê pirs ev e gelo çi rêgir e yan hêncet û bihaneya wan çi ye ku li komkujiyên li hember Kurdan li Iraqê hatin encamdan, mikur nayên?

Li Iraqê, di du qonaxan de tawana komkujiyê li hember Kurdan hat kirin. Serdema hukmê Sedam ji 1968 heya 2003, Kurd pênc caran rûbirûyî tawana komkujiyê hatin kirin, yan rasttir ew e were gotin pênc cûreyên tawana komkujiyê li hember wan hatin kirin. Tawana qirkirina nijadî û Erebkirin. Tawana tesfîra Kurdên Feylî, tawana komkujiya Barzaniyan, tawana Enfalê û tawana Helebce. Ev pênc doz li Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê wek dosyeyên tawanên komkujiyê hatin nasandin û hukmê dadgehê derbarê wan derket.

Qonaxa duyem tawana DAIŞê jê heman awa ye. Pişka zêde ya welatên dinyayê hevhelwest bûn di nasandina DAIŞê de wek metirsiyekê li ser tevahiya mirovatiyê. Li Encûman Ewlekariya Navdewletî û NY çend biryar û rasparte hatine derxistin ji bo jinavbirina wan. Bi dehan welat beşdar bûn di pêkanîna hêza leşkerî de û beşdarî rûxandina xîlafeta wan bûn. Lê belê heya niha welatên ku xîlafeta DAIŞê rûxandin ne amade ne tawana ku li hember Şingalê hat encamdan wek komkujî binasînin. Gelo ne cihê sekin û pirsê ye ku NY bi xwe desthilata Sedam û DAIŞê wek mezintirîn gef û metirsî li ser tevahiya mirovatiyê bi nav dikir, lê belê ne amade ye li wan tawanên ku kirine mikur were?

Di demekê de Iraq bi xwe mikur hatiye ku ew tawan komkujî û tawanên dijî mirovatiyê ne û wek komkujî nasandine. Yanî heke ew binema pîvan be ku ji bo sexbêriya dewleta encamdera tawanê li tawana wê mikur nayên, Iraqê bi xwe li Dadgeha Bilind a Tawanan û li desteya serokatiyên komarê, Civata Wezîran û parlamentoya welat ew hemî tawan wek jenosîd nasandin. Baş e, nexwe sedem çi ye ku heya niha hejmara welatên ku li parlamentoyên xwe jenosîda Kurdan nasandin, ji tilîpêçiyên destekî derbas nakin.

Baş e, gelo bi sedema çi ye tawanên ku DAIŞê li Şingalê pêk anîn ji hêla civaka navdewletî û NY wek tawanên komkujiyê nehatin naskirin, gelo ev jî ji bo raçavkirina pêwendî, dostanî û hebûna berjewendiyê ye? Yan divê Kurdan dane pêşber pirsa çima cîhan bi wî çavê bênirx û kêm giringî li Kurdan dinere?

Berî demekê bîranîna komkujiya Barzaniyan bû. Hefteya borî salvegera jenosîda Şingalê jî bû. Navendên biryarê yên Kurdistanê û serokayetî danezanekê belav dikin û bi zimanê kurdî yê şîrîn daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku li jenosîda gelê Kurdistanê mikur were, bêyî ku Kurd bi xwe ti pêngaveke kirdarî wek berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî bavêjin. Pêwîst e Serokatiya Herêma Kurdistanê wek erkekî niştimanî vê berpirsiyariyê li stûyê xwe bigire û hewla vekirina dergehên cîhanê bide ji bo mikurhatina li jenosîda gelê Kurdistanê.

Gelek caran tê gotin hêj raya giştî ya cîhanê tawanên wan nas nekiriye, êdî çawa amade be lê mikur were. Yên li navendên biryarê yên navdewletî kar dikin û yên li welatan biryar didin, haya wan ji hemî tawanan heye. Helebce û Şingal jî hemî dinya bi wan hesiyaye, lewma ev ne hêncet e. Yên biryar didin ew tawan wek jenosîd werin naskirin, ne raya giştî ya welatan, lê navendên biryarê ne. Divê Serokatiya Herêma Kurdistanê deriyê navendên biryarê yên welatan bi rûyê vê mijarê de veke. Pêwîst e jî pêngava yekem ji wan welatan dest pê bike ku nûnertî û konsulxaneyên wan li Kurdistanê hene. Divê dawetnameyeke vekirî ji hemûyan re bi hev re bike û wan li pêşber wê berpirsiyariya exlaqî dane ku Iraq bi xwe mikur hatiye Kurd jenosîd kirine, hûn çima ne amade ne wek tawana jenosîdê bidin nasîn? Pêwîst e biryarên dadgehê ji bo her pênc dozên tawanê û biryarên serokatiya komarê, parlamento û Civata Wezîran, ligel raporeke daxwazkariyê ji bo nasandina wan tawanan bi navê gelê Kurd bi wan welatan were dayîn. Paşê pêwîst e nameyeke hevawa bi wan belgeyên piştrastkirî bi NY û nûneratiyên hemî welatên endam di NY de were dayîn.

Divê doza Şingalê helwest û berpirsiyariya bêexlaqî û nemirovî ya civaka navdewletî bihejîne ku çi durûtiyek e cîhan DAIŞê wek gef û metirsiya mirovatiyê bisêwirîne, lê ne amade be tawanên DAIŞê yên komkujiya ciwan, zarok, pîrejin û kalemêrên Êzdî, revandina bi hezaran keç, kolekirina wan û firotina wan wek cêrî, wek tawan nebîne. Pêwîst e Herêma Kurdistanê van her du dozan û van her du helwestên cîhanê bi lepên her du destên xwe bigire û deriyên NY û welat bi welat bi wan bihejîne. Eger ew durûtî û nîfaq li çavê wan neyê xistin, komkujiyên me wek tawan nabînin. Heya cîhan li wan tawanan mikur neyê jî, bê guman em ê hergav li pêşber duabrebûna wan bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

 Hîwa Cemal

Xakjimêrî

Di heyama 30 salên borî de, qet nebe sê caran derfet ji Kurdan re peyda bûye ku navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê vegerînin