Deriyên malên xwe bigirin
Ev demeke dirêj e ku min dixwest vê gotarê binivîsim lê ez li bendê bûm ku bûyereke germ an jî babet û mijareke girêdayî naveroka gotarê bibe rojev û ez jî têbîniyên xwe li kêleka wê pêşkêş bikim. Ev yek pêk nehat û min her carê ji ber mijarekê li paş dixist.
Lê berî demekê mijara erzankirina nan û encamên wê dîsa bala min kişand ser vê babetê. Piştî ku serokê hikûmetê birya da ku nirxê nan li Herêma Kurdistanê bê erzankirin, nanpêjekî li bajarê Hewlêrê nerazîbûna xwe nîşan da û ji ber gotinên xwe yên ku wekî kulên dil û nîgeraniya xwe ya ji biryara hikûmetê biland, hat girtin.
Girtina wî jî bû sedema tevdana raya giştî û gengeşeyên germ li nav xelkê û navgînên medyayê û tew hin partiyên siyasî jî li ser vê mijarê daxuyanî weşandin.
Di demekê de ku di vê heyama nebûna mûçeyan, qeyrana darayî, nebûna kar û sistbûna bazara Herêma Kurdistanê de, herwisa di demekê de ku li piraniya welatên cîhanê nirxê nan, kelûmel û madeyên xwarinê roj bi roj bilindtir dibe, biryara daxistina nirxê nan li Herêma Kurdistanê di berjewendiya giştî ya xelkê de ye lê tişta ku divê bê behskirin ew e ku xelkê piştevaniya nanpêjê ku li dij biryara hikûmetê derket kir.
Bêguman cihê balkêşiyê ye ku biryareke ku di berjewendiya giştî ya hemwelatiyan de be û kesek pabendî wê nebe, xelk piştevaniya wê biryarê nekin û bi wî kesî re bin ku pabendî biryarê nebûye.
Ev çêbûna derzeke mezin di navbera gel û desthilatê de nîşan dide, li astekê ku hemwelatî li ser biryarên ku di berjewendiya wan de ne jî piştevaniya hikûmetê nakin!
Gotineke Kurdan a xweş heye "Tenê xwediyê êşê bi êşa xwe dizane." Sempatiya gel ji bo nanpêj ne ji ber wê yekê bû ku nanpêjek pabendî biryarê nabe.
Girtina wî jî ne ji ber wê yekê bû ku ev nanpêj li dij biryara hikûmetê derket, ji ber ku gelek nanpêjxaneyan biryar da ku pabendî biryarê nebin, tew heke deriyên dikanên xwe bigirin jî dê neçin bin barê wê biryarê û ti kes ji bo vê yekê nehatiye girtin.
Li şûnê sîsika çîroka biryara girtina wî û sempatiya xelkê ya ji bo nanpêj têkildarî gotinên wî bû. Nanpêj bi dilekî birîndar û tijî hesret û bi kezebeke şewitî û bi dilgermî got "Herin ji mal û zarokên xwe dest bi reforman bikin."
Ji bingeha damezrandina yekem ezmûna desthilata Kurdî ya xwebixwe û heta niha, hin çewtiyên kujer di kar û barên birêvebirina Herêma Kurdistanê de hene.
Herwiha nakokiyên navxweyî, bêedaletî û gendelî bûne mîkrobên xofdar ji bo wêrankirina laşê desthilata Kurdî lê ti yek ji van xeletî, derd û belayan bi qasî diyardeya xuyabûna nas û xizmên desthilatdaran zirar nedaye desthilata Kurdî. Rewşa ku em îro têwer bûne berhema vê diyardeyê bi xwe ye.
Ji ber rewşa taybet a gelê Kurd wekî gelekî ku welatê wî hatiye dagirkirin û zor û zulm dîtiye û hatiye perçiqandin, herwisa ji ber hebûna xebata çekdarî û qurbanîdana Pêşmergeyên partiyan ji bo azadiya Kurdistanê, piştî damezrandina desthilata Kurdî rewşek derket holê ku gelê Kurdistanê guh nede hin neheqî û tewra cureyek gendeliya rêkxistî ya partiyên desthilatdar ku bi awayê parvekirina hizbî û şoreşgerî di gumrik, neft û dahata giştî de birêve dibirin.
Heta radeyekê gelê Kurdistanê guh neda wê yekê ku çi partî yan jî çîneke serdest di nav partiyan de, bi saya beşdarbûna wan di têkoşîn û qurbanîdanê de, bûne xwedî şirket û serwet û samanên herî mezin û dest danîne ser mal û milkên giştî yên milet.
Lê veguhastina vê diyardeyê ji neviyên şoreşgeran û nas û xizmên wan re û berfirehkirina xeleka berjewendiyên wan, rewşeke cuda derxist holê.
Ger berê bi her hincet û bafikeke şoreşgerî û xebat û qurbanîdanê hin kesan ev yek wekî cureyekî qerebûyê disêwirand lê veguhastina vê yekê ji bo nas, xizm û derdorên wan, dilgiranî û nerazîbûna hin kesan heta asta naletbarandina li kurdbûnê û vedana çeperên şer li hember desthilata Kurdî ajot.
Herwisa kesên ku dilsozên welat û milet bûn jî bi vê pirsê re rû bi rû hişt: Ma dilsozî û coşdariya ji bo welêt û hewldana parastina mana desthilat û qewareya Kurdî nayê wateya xizmetkirina mana şert û mercên şahane ku ji nas û xizmên desthilatdaran re peyda bûne?!
Pêwîst bû berî her kesî desthilatdarên Herêma Kurdistanê li partî û navendên desthilatê li ser wê yekê bifikiriyana ku çareseriyek ji bo vê mijarê were dîtin û di rewşa herî xerab de bi kêmanî nehêlana ku ji wiha bêtir mezin bibe.
Lê bi rastî hêjayî gotinê ye ku ne tenê pêşî lê nehat girtin, tew aniha diyardeyeke din jî lê zêde bûye ku bi rêya torên civakî yên wekî Instagram û Facebookê her roj nimayişa modelên otomobîlan, cil û berg û jiyana şahane ya zarok û xizmên hukimdaran bi awayekî dorfireh di nav xelkê de çerx dibe û derza li navbera gel û desthilatê hîn mezintir û mezintir dibe.
Metirsiya van diyardeyan ne tenê li ser wan kesan xuya dike ku biryara xwe dane ku hevkariya mana ezmûna Kurdî nekin lê herwiha ev diyarde bandorê li ser pişka din a xelkê jî dikin ku alîgirên rêveberiya xwecihî ne.
Li astekê, her dîmenek ji hêla hundir a jiyana qesrên van mîrzayan dibe pirseke xeniqîner û bêbersiv ji bo kesên ku hîn jî li ser çawaniya parastin û hêlana desthilata xwecihî ya Kurdî xemê dixwin.
Ji ber vê yekê, wek dibêjin hê hasil negihaye Mûsil, ez xwe diavêjim tor û bextê desthilatdaran û ji wan re dibêjim: Çawa ku ev demeke dirêj e we deriyên malên xwe li ber xelkê girtine, ji kerema xwe deriyên malên xwe ji hundir ve jî bigirin û bila êdî xelk ji wiha bêtir dîmenên jiyana şahane ya pitik û zarokên we nebîne.
Ez niha di wê baweriyê de me ku berê gava hin paşa û serdaran nas û xizmên xwe diavêtin girtîgehan an dikuştin an jî sirgûnî deverên pir dûr dikirin, bi awayekî çewt di dîrokê de hatiye tomarkirin û behskirin.
Dîrok ji me re dibêje ku ku xwedêgiravî wan paşa û serokan wiha dikir da ku nas û xizmên wan li wan nequlibin û şerê desthilata wan nekin.
Lê ez niha gihîştime wê qenaetê ku dibe ku sedema rastîn ev be ku hin ji wan paşa û serdaran pir dilsozên miletê xwe bûn û tê derxistibûn ku her desthilatek berî her kesî ji hêla nas û xizmên desthilatdaran bi xwe ve tê rûreşkirin û xerakirin.