Xewna serxwebûna Herêma Kurdistanê

Beriya demekê Serokê Tevgera Sedir a Şiî Muqteda Sedir got eger Kurd ji Iraqê cuda bibin, çêtir e piştî cudabûnê jî herdu dewlet wek du cîranên baş bi hev re bijîn. Berê jî li ser zarê berpirsên Herêma Kurdistanê çend caran hatibû gotin ku Kurdistan naxwaze cudabûna ji Iraqê bi şer û xwînrijandinê rû bide.


Bêguman cudabûna aştiyane ya Herêma Kurdistanê ji Iraqê û dûre jî bihevre jiyan wek du cîranên baş, baştirîn xwezî ye ku mirov dikare bixwaze. Lê gelo heta radeyeke çawa cîrantiya baş bi Iraqê re pêkan e? Gelo zemîna bihevre jiyana aştiyane di navbera dewleta kurdî û dewleta Iraqê de heye?


Em bi pirseke pir aloz û piralî re rûbirû ne. Vêga ne zelal e eger biryar be Herêma Kurdistanê cuda bibe, awayê cudabûna wê dê çawa be. Gelo dê biryareke yekalî be ji aliyê herêmê ve yan bi rêya guftûgoyê bi dewleta Iraqê re be? Her yek ji van bijaran “biryara yekalî ya herêmê yan cudabûna bi gutfûgoyê” bêguman encamên cuda li ser paşeroja têkiliyên herdu aliyan pêk tîne.


Dibe ku eger herêm yekalî biryara xwe bide, têkiliyên herdu aliyan aloztir bibin. Tew eger negihin asta pevçûnên leşkerî jî. Rêya guftûgo û gihîştina bi razîbûna herdu aliyan ji bo cudabûnê çêtir e. Lê ev rê, yekem: Naxuye ku pir bi dilê Kurdan be, çimkî demeke dirêj dixwaze û duyem, ti garantiyek nîne ku Kurd û Iraq di paşerojê de bigihin peymanekê li ser cudabûnê. Lewma bi baweriya me egera duyem ne pir bihêz e. Pêkan e ku egereke sêyem jî hebe ku tevlîheviyek ji herdu rêyên din be. Ango Kurd biryara xwe ya yekalî bidin û dûre daxwaza guftûgoyan bi Bexdayê re bikin ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan.


Piştre dîsa ji me re ne diyar e ku dê wêneya Iraqê piştî cudabûna Herêma Kurdistanê “eger rû bide” çawa be. Gelo dê Sunî û Şîe bi hev re bimînin? Yan ew jî dê careke din dabeş bibin? Eger Iraq hilweşe, gelo encama hilweşîna wê dê derketina du dewletên serbixwe yan sê dewletên serbixwe “kurdî, erebê sunî, erebê şiî” be? Lewma pir girîng e em bizanin ka gelo em dê bibin cîranê dewleta Iraqa erebî yan cîranê dewleteke erebî ya piranî sunî?


Ew eger bihêz e ku piştî cudabûna Kurdan, balansa hêzê li Iraqê li berjewendiya Şîeyan xwar bibe. Pêkan e Sunî ji berê bêhtir tenê bimînin û bêhtir bikevin bin hegemoniya Şîeyan. Lewma, dibe ku Sunî jî xemekê li rewşa xwe di Iraqa bê de bixwin. Gelo dê Sunî dewleteke serbixwe damezrînin an herêmeke federal bi garantî û piştevaniya hin dewletên Sunî yên cîran “Erebistana Siûdî”?


Bila em bêjin wê hilweşîna Iraqê du welatên serbixwe berhem bîne. Dewleta Kurdistanê li jor û dewleteke erebî li navend û xwarê. Pêwistiya cîrantiya çê di navbera van herdu welatan de, wek berê jî hat gotin, bi bingeh û zemînê heye. Yek ji fakterên herî girîng ji bo têkiliya siberojê ya van herdu welatan radeya şiyana wan a çareserkirina kêşe û pirsgirêkên wan yên demdirêj e. Ji 2003an û vir ve sê kêşe û pirsgirêkên Iraqê yên kûr hebûn: Pirsgirêka sîstema hukmdarî û federaliyê, pirsgirêka dabeşkirina serwetê û bi taybetî dahata petrolê û pirsgirêka navçeyên cihê nakokiyê.


Niha Kurd zêde qala pirsgirêka yekem nakin. Eger mirov dêhna xwe bide rabêja siyasî ya kurdî di 2-3 salên borî de, dê bibîne ku pir kêm qala federalî û girtina rê li ber takrewî û tiştên wisa tê kirin. Bi baweriya me du hokarên sereke yên vê yekê hene. Yekem: Guherînên Iraqê û bihêzbûna hegemoniya Şîeyan di serdema Nûrî Malikî de ku di bingeh de ne li berjewendiya Kurdan bûn û bûn sedemê lawazbûna giraniya Kurdan. Vê yekê bêhêvîtî li ba Kurdan dirust kir û nehîşt Kurd bandoreke berçav li ser rewşa giştî ya Iraqê bikin. Duyem: Dibe ku Kurdan bixwe nexwestibin xwe zêde bi Bexdayê ve mijûl bikin û bêhtir dabin pey xewna xwe ya serxwebûnê. Mirov dikare bêje ku êdî ew girîngiya berê ya kêşeya yekem a Iraqê nemaye.


Herdu kêşeyên din “kontrola petrolê û navçeyên cihê nakokiyê” heta niha jî girîng û bê çareserî mane. Ev herdu kêşe dê bibin ezmûn bo cîrantiya çê yan xirab a Kurdan û Iraqê eger dewleta Iraqê hilweşe. Piştî şerê DAIŞê rewşeke nû ya navçeyên cihê nakokiyê û bi petrolê zengîn ên parêzgehên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê derket pêş. Ew navçeyên ku Kurd wan wek parçekê ji Kurdistanê dijmêrin, Kurd di wan de serdest in.


Lê bêguman piştî şerê DAIŞê, ev pirsgirêk careke din dertê pêş. Çawa û li ser kîjan bingehê Kurdistan û Iraq bi wan pirsgirêkan re tevdigerin? Wek du dewletan li wan dinerin? Wek du aliyan di hundirê yek dewletê de? Pêkhateyên van navçeyan çi dixwazin û alîgiriya kê dikin? Gelo nerîna erebên Sunî û Şîe wek hev dibe?


Cîrantiya çê bi Iraqê re xweziyeke baş e û li berjewendiya hemû aliyan e. Lê li gor ezmûnên berê û radeya alozbûna kêşeyên Kurdistan û Iraqê û desttêwerdana derveyî ya berfireh di rewşa navxweyî ya Iraqê de, cîrantiya çê ne egereke ketwarî, lê dişibe mûcîzeyeke siyasî!