Bila wekî Zelenskyy neyê serê me jî!
Piraniya karvedanên cîhanî yên li ser heytehola li Koşka Spî ya di navbera Trump û Vance li hêlekê û Zelenskyy li hêla din de şaş û matmayî xuya dikin, wekî ku tiştekî neçaverêkirî qewimîbe. Lê ji roja ku Trump dîsa bû Serokê Amerîkayê ve, her kesî dizanibû ku salên tije "dramaya siyasî ya televîzyonî" û kêliyên şokhêner bi Amerîka û Serokê wê re li pêşiya me ne.
Bi xwendina wan çend serdanên hefteyên borî yên Şah Ebdullahê Urdinê, Serok Macronê Fransayê, Keir Starmerê mîratgirê Churchillê Brîtanyayê û Zelenskyyê Serokê Ukraynayê ku ji aliyê Amerîkaya berî Trump û Ewropaya niha ve hatiye handan, paldan û delalîkirin, di "nivîsgeha hêkî" yan jî heman Oval Office ya Serok Trump de, em dizanin ku serdemeke nû û şêwazeke nû ya siyaset û dîplomasiyê bi Amerîkayê re dest pê kiriye.
Serdemeke ku wisa dike ku her kî, çi şah, çi serok û çi serokwezîr ji bo wê ofîsê were gazîkirin, dê bibe teprepa dilê wî û ji dil bixwaze ku neçe yan jî bi silametî ji wir derkeve. Ev serdema nû û ev Amerîkaya nû ji bo Kurdan jî gelekî ders tê de hene û hêjayî fêrbûnê ne.
Dersa Yekem: Tu Vance nas bikî, tu dê Trump razî bikî
J.D. Vance di van çend hefteyên ku wekî cîgirê Trump dest bi kar kiriye de nîşan daye ku gotin û bandora wî li ser serokê wî ji ya ku em fêr bûne li ba cîgirên berê yên Serokê Amerîkayê bibînin, berfirehtir e.
Wî ku Zelenskyy bi bêrêzîkirina nivîsgeha hêkî (Oval Office) û gelê Amerîkayê sûcdar kir, bi xwe ew irf şikand ku bi salan e em fêrî bûne û di wê nivîsgehê de di hevdîtina navbera serokan de tenê serok diaxivin û gengeşeyê dikin.
Vance nivîskarekî baş û parêzer û demeke kurt jî senator bû. Di artêşa Amerîkayê de jî ne wekî leşker lê wekî beşa têkiliyên cemawerî kar kiriye. Ezmûna wî ya kargerî û dîplomasiyê nîne û ew kes e jî ku demekê ji Trump re digot "Hîtlerê Amerîkayê". Her wiha ew pir li dijî dîtinên Trump bû û ew red dikirin.
Lê di vê qonaxê de yek ji "lawikên" Trump e ku kar dike û xwe xerab dike û eger encama karê wî baş be, dê Trump kredîta wê wergire. Hem gotinên wî yên kelevajî di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de û hem jî heytehola ku bi Zelenskyy re rakir û îmzekirina peymana girîng ji bo Amerîka û Ukraynayê û Ewropayê jî paşde xist, diyar kirin ku bandoreke wî ya mezin li ser Trump heye.
Ev ne diyar e dê heta kengî berdewam bike û kengî Trump dê jê bienire û wî biqewitîne lê heta wê demê dibe ku bi aqiltirîn tişt ku serokên cîhanê û yên Kurdistanê jî bikin, ew e ku hevaltiya Vance bikin da ku karên wan li ba Trump têk nede.
Dersa Duyem: Bawerî bi Amerîkayê çû û nema tê
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, Amerîka bû rêbera cîhaneke lîberal û demokratîk ku dîktatorî red dikir û azadî pîroz dikir. Fêmkirina aqilane ya Amerîkiyan ev bû ku nabe Amerîka giraveke mînakî ji bona azadî û demokrasiyê be û tevahiya dinyayê berovajî wê be. Loma, Amerîkayê bi gelekî awayan demokrasî û azadî û mînakên wekî xwe li cîhanê han dida.
Tewra di rewşên nola Îraqa Sedam Husên de, Amerîkayê dixwest bi potînên leşkerî demokrasiyê biçespîne û jê re neçû serî. Gelekî mînak jî hebûn ku Amerîka di wê demê de pişta xwe da hevpeymanên xwe yên azadîxwaz. Mînaka herî nas ji bo me şoreşa Kurdistanê û rêberê wê, birêz General Barzanî bû.
Di van salên dawî de gelekî mînak hebûn û hene ku Amerîka ne hêjayî piştpêgirêdanê ye. Te ji bo parastina azadî û demokrasiyê û mafên te yên bingehîn han dide, lê di wextekê de ku berjewendiyên wê bên guhertin, te difroşe xerabtirîn dîktatoran û kesên dijî azadiyê.
Kesê ku Zelenskyy di wê rewşa ne xweş de li Oval Office-ê dîtibe û ezmûna wî wekî ya me bi Amerîkayê re hebe, ji bo cara hezarî tê digihêje ku bi her hilbijartinekê û hatina serokekî nû ji bo Amerîkayê, divê destê wî li ser dilê wî be ku hemû hevpeymanî û pêwendiyên wî yên dîrokî bi Amerîkayê re di metirsiyê de ne.
Biryara Trump ji bo dawîanîna li USAIDê mînakeke zelal e ku Amerîkaya serdema Trump, bi xwe jî êdî naxwaze bihêztirîn çekên hêza nerm (soft power) di destê wê de bimîne ku di salên borî de xizmeta herî mezin ji bo çêkirina hevdilî û xweşevîniya ber bi Amerîkayê û modela wê ya demokratîk a taybet kiribû.
Dersa Sêyem: Cîhana azad hewcedarî rêberekî nû ye
Madem her hilbijartineke nû li Amerîkayê pêbendî û lihevkirinên di navbera Amerîka û hevpeymanên wê de dixe bin pirsiyarê, ti hevpeymanekî Amerîkayê li cîhanê nemaye ku ya ku niha diqewime wekî zengila agahdarkirinê nebîne û xwe ji bo Post-Amerîkayê amade neke.
Friedrich Merzê şêwirmendê çaverêkirî yê Almanyayê û bihêztirîn aboriya Yekîtiya Ewropayê beşeke mezin ji jiyana xwe ji bo handana nêzîkbûna zêdetir a Amerîka û Ewropayê terxan kiriye. Wî salên dirêj jî li saziya lobîkirina ji bo vê nêzîkbûnê kar kiriye û gelekîî bi bîr û kiryarên Ronald Reaganê serokê pêştir ê Amerîkayê sersam e. Lê di van rojan de ewqas ji Amerîkayê bêhêvî ye ku dibêje divê Ewropa heta radeya çêkirina artêşeke hevpar jî biçe.
Dema ku Amerîkaya serdema Trump a cara berê pişta xwe da Kurdistanê û serokê wê (Mesûd Barzanî), Macron û Merkela Ewropî derî vekirin û li hevpeymanên xwe pirsîn. Bi giştî eger berê gelên bêdesthilat û bindest wekî gelê Kurd gilî ji bêewlehî û piştaxwedana Amerîkayê kiribe, vê carê Ewropayî jî hest dikin ku Amerîka dê pişta xwe bide wan jî. Ji ber vê, Komîserê Ewropayê ji bo Karûbarên Derve behsa fikrîna li Amerîkayê kir ji bo girtina cihê wê di rêberiya cîhana azad de.
Dersa Çarem: Dibe ku rola Tirkiyeyê mezintir be
Dema Ewropayî bixwazin bêyî Trump xema ewlehiya xwe bixwin, çi qas derzeke mezin e ji bo NATO, ewqas jî astengiyek e ji bo Ewropiyan ku bikaribin li hemberî Rûsyayê bisekinin. Her çend çekên atomî yên Brîtanya û Fransayê hene û nêzîkî 30 welatan li hemberî Rûsyayê tên lê hêzeke mezin û çekdar wekî Tirkiyeyê hewcedariyeke mezin e ji bo Ewropiyan da ku bikaribin ji Amerîkayê bê minet bin.
Ev hevkêşe derfetên çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî kêmtir dike. Lewra her çend planeke Îsraîlî jî ji bo guherîna bingehîn li herêmê hebe, ji bo ku wekî Zelenskyy neyê serê me jî, şansê serkeftina wê di berjewendiya Kurdan de ne zehf mezin e. Meger ku em (bi taybetî jî PKK) jîr bin, baş bizanin çawa şaşiyên xwe yên dîrokî ducar nekin û derfetan jî bi jîrî bi kar bînin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)