Erdogan ne dîn e
Erdogan li Bakurê Kurdistanê got: “Bo Tirkiyê ti cudahî di navbera DAIŞ û PKKê de nîne.” Gellek kes ketin wê baweriyê ku Erdogan nizane çi dibêje û wek kesekî dîn xeber dide. Lê belê berevajiya vê yekê rast e. Serokomarê Tirkiyê bi vê gotina xwe ajendaya stratejî ya dewleta xwe li hember qeyrana Sûriyê eşkere kir. Herwiha peyitand ku Tirkiyê çiqasî bi serketina PKK dilteng be, bi eynî radeyê ji monopola DAIŞ jî dilgiran e. Niha dewleta Tirkiyê di statûyeke îdeal û nimûneyî de ye. Çiku du hêzên ku jêdera gefê ne li ser ewlekariya wê, li dijî hevdu şer dikin.
Ne pêwist e ez dîsa bêjim ku wek kesekî Kurd dil û hişê min li kêleka şêniyên Kobanî û şervanan e. Lê ev yek nabe sedem ku ez rewşê bi van berçavkên sozdarî bibînim. Gava Kurd dewleta Tirkiyê rexne dikin çima li Kobanî destêwerdanê nake, rexneyên wan kesên Tirk tê bîra min ku beriya şeş salan fişar li ser hikûmeta Erdogan çêdikirin û digotin: “Çima Barzaniyê hevalbendê te alîkariya me nake bo qirkirina PKK li Qendîlê?”
Tirkiyê heyfa wê yekê ji Barzanî û Hewlêrê nahilîne ku hertim daxwaza wê bo alîkariya di şerê dijî PKKê de hatiye redkirin, lê Tirkiyê wê yekê dike ku bi dîtina wê qezenca wê bêhtir e bo ewlekariya dewleta wê. Ezmûneke xirab a nehiştina komên radîkal li pêş çavê Tirkiyê ye ku ezmûna Pakistanê ye. Çiku heta niha jî Pakistan baca alîkariya eşkere bi Amerîka û welatên rojava re li dijî komên îslamî yên radîkal dide.
Heke na, hebûna ewlekariyê li Hewlêrê bi qasî hebûna ewlekariyê li Amedê bo Tirkiyê giring e. Lê wek ku di gotinên karbidestên Başûrê Kurdistanê de xuya dike, Tirkiyeke ku bikare bi bêdengî alîkariya Hewlêrê bike, pêwistiya wê pê nîne xirecira medyayî çêbike û şandelîkên DAIŞê li xwe sor bike. Nemaze ku wan şandelîkan, PKK li Kobanî û deverên din bi xwe ve mijûl kirine. Herwiha ew li şûna dewleta Tirkiyê xeleka serdestiya PKK li Rojavayê Kurdistanê û sînorên Bakurê Kurdistanê bertengtir dikin, Enqere ti sûdê di lêdana aliyekî û piştevaniya aliyekî din de nabîne.
Dibêjin ew şerê ku li Kobanî diqewime şerê Tirkiyê û DAIŞ li dijî PKK û gelê Kurd e. Tew hin kes dibêjin: “Ketina Kobanî ketina gelê Kurd e.” Lê ev têgihiştineke sade û ne dûrbîn e. Çiku nabe ji bîra me here ku Kobanî bo DAIŞ qet ne xwedî giringiyeke stratejî ye. Çiku Kobanî ne xala bi hev ve girêdana beşê Sûrî û beşê Iraqê yê “xîlafetê” ye, ne çek û rext di Kobanî re tê anîn û ne jî korerêya guhastina serwet û mewdana DAIŞê ye. Lê Kobanî bo DAIŞ giring bû, çiku DAIŞ dixwest teqez bike ku tevî êrişên hewayî yên hêzên hevpeyman jî dîsa ew bi pêş ve diçe û serketinên xwe dewam dike. DAIŞ bawer dikir ku Kobanî Qupika Aşil e û dê bi hêsanî derbasî nava wê bibe. Lê şêniyên Kobanî û şervanan pozê DAIŞ li erdê dan.
Herwiha bo Tirkiyê ne qezenc e sînorê herêma hilgirên ala “xîlafetê” bigihe sînorên wê û çirîska agirê ku Iraq û Sûrî şewitand bigihe wê jî. Qezenca Tirkiyê ji şerê Kobanî ew e ku Tirkiyê bo civaka navneteweyî teqez bike ku dirustkirina Navçeyeke Aram bo parastina gelê Sûrî li ser axa Sûrî pêwist e. Davutoglu ev yek bi eşkereyî got.Çiku ger projeyeke wiha pêk bê, dê Tirkiyê serkariya wê bike. Gefên PKK yan DAIŞ yan hêzên din ên dijî Tirkiyê dê di wê navçeyê de di bin kontrolê de bin. Bi vî rengî ewlekariya niştimanî ya Tirkiyê jî tê parastin. Lê ew navçe ji Helebê destpê dike û gellek navçeyên Rojavayê Kurdistanê jî vedihewîne. Yanî ew navçe ye ku PKK, DAIŞ û hêzên din tê de serdest in. Ev jî wiha dike ku rêyeke dûr li pêşiya Enqerê be bo cîbicîkirina wê. Ji ber ku hêj Tirkiyê ne civaka navneteweyî bi projeya xwe qayîl kiriye û ne jî hêzên li Sûrî bi coş û tîn in bo alîkariya wê.