Xarkîv; pevçûna nasnameyan

Ji destpêka çûna nav Xarkîvê ve, cudahiya vî bajarî ji bajarên din ên Ukraynayê diyar dibe. Kolanên pehn û dorfireh, avahiyên kevn bi endezyariyeke cihêreng ku logo û ala Yekîtiya Sovyetê ya Berê bi piraniya wan ve ye. Xarkîv, duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye û li bakurê vî welatî ye, bajarekî xweş û tijî keskahî ye, heta radeyekê ku li piraniya taxan darên sêv, mişmiş û bilalûkan têne dîtin. Mîna welatên Ewropayê, bi berfirehkirina bajêr re, pir kêm dest ber bi xwezaya zikmakî ya vî bajarî ve hatiye dirêjkirin.

Berî destpêkirina êrîşên Rûsya li ser axa Ukraynayê, nifûsa Xarkîvê 1 milyon û 500 hezar kes bû. Bi destpêkirina şer re, nêzîkî 600 hezar kesan ji bajêr bar kir û berê xwe dan rojavayê Ukrayna û Ewropayê. Di nava du mehên borî de, hin kesan dest bi vegerê kir, lê bajêr hîn vala dixuye û pir kêm xelk li derve têne dîtin. Ji %80 ji dikan û bazaran girtî ne û tenê market, dermanxane û çend kafe û xwaringeh heta saet 8ê êvarê vekirî ne.

Bi daketina tariyê re, ti şop û esereke jiyanê li parêzgeha Xarkîvê namîne. Çira û gulop têne vemirandin û xelk di nava tariyê de guhdariya dengê alarma ango zengilê agahdariyê û teqînan dikin. Her carê hinek bajar, navçe û gund rastî êrîşên Rûsyayê tên. Bi ronîbûna dinyayê re, cihên teqînan xuya dibin, çaleke mezin ku cihê ketina mûşekê ye û ziyanên madî û canî yên derdorê, dîmenek e ku ev zêdetirî 140 rojan e ji bo rûniştvanên vê parêzgehê dubare dibe. Asta êrîşan gihaştiye radeyekê ku ji ber êrîşên roketên ûşeyî di rojekê de 8 kesan li ser kolan û cihên giştî bi sedema li wan ketina parçeyên mûşekan jiyana xwe winda kir.

Ji %90ê şêniyên Xarkîvê bi zimanê rûsî diaxivin û her bi zimanê rûsî jî bersiv didin. Dibêjin: Me tu carî bawer nedikir ku rojekê Rûsya êrîşî ser welatê me bike. Ev biryara Pûtîn bû û "wî aqilê xwe ku ev şer da destpêkirin, winda kiriye". Ji bersiva hinek ji van kesan diyar dibe ku ew tenê Pûtîn wek sûcdarê vî şerî dibînin û hîn jî zehmet e ku vê rewşê qebûl bikin.

Di ser serxwebûna Ukraynayê ji Yekîtiya Sovyetê 31 sal derbas dibin. 31 sal ne kêm in ji bo ku tu ji nû ve dîrok, ziman û çanda xwe ava bikî, lê gelo çima piraniya xelkê li wî bajarî hîn bi zimanê rûsî diaxivin?

Ez li ser vê yekê bi doktor Vyacheslav Kalnchenko, profesorê zanista dîrokê li Zanîngeha Xarkîvê re axivîm. Piştî çend saniyeyên bêdengiyê bi zimanê rûsî wiha bersiv da: "Sedema vê yekê encama heyama dagirkeriyê ye. Ji bo vê mijarê, hikûmet nikare zorê li xelkê bike ku bi zimanê rûsî nepeyivin, lê divê bi şêwazeke nerm wiha li xelkê bike, ew bi xwe biryar bidin ku bêtir bi zimanê ukraynayî biaxivin, ji ber ku ji ziman û çanda xwe hez dikin. Lê hêj nekarîne wê pîroziya dema serxwebûnê di sala 1991ê de biparêzin. Bila ez vê jî bibêjim gelek kesên ku bi zimanê rûsî diaxivin hene û niha li qadên şer li dijî hêzên Rûsyayê şer dikin".

Di sedsala 21 de, kolonyalîzma nû çend şêweyên cihê li xwe digire û bêtir bi rêya hêza nerm a ziman û çandê bi dizî derbasî nav welatan dibe û hêdî hêdî wiha li xelkê dike ku ji ziman û çanda xwe dûr bikevin. Ji bilî ziman û çandê, ya ku li Ukraynayê diyar e, kolonyalîzma niştecihan e. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, karker û endezyarên Rûsya bi merema karkirinê li navçeyên rojhilat û başûrê Ukraynayê hatin bicihkirin. Piraniya van karkeran ji deverên Kirim û Donbassê bûn û piştî serxwebûna Ukraynayê jî venegeriyan welatê xwe, lê pira di navbera hinek ji van kesan de bi Rûsyayê re qet nehat şikandin. Di sala 2014an de, Kirima ku piraniya şêniyên wê rûs bûn, bû beşek ji axa Rûsyayê. Hênceta Pûtîn ji bo van êrîşan, wek ew bi xwe dibêje, pêşîgirtina li komkujiya rûsan e, lê Ukrayna vê tometê red dike.

Tiştê diyar ew e ku piraniya şêniyên Ukraynayê, nemaze li başûr, rojhilat û rojhilatê bakur, bi zimanê rûsî diaxivin. Şeş serokên berî Zelensky kesên nêzîkî hikûmeta Rûsyayê bûn û mijara gendeliyê wisa kiriye ev 31 sal in hikûmet nikaribe tu guhertinekê li ser ziman û çanda gelê xwe çêbike. Xeletiyek e ku ji bilî armancên siyasî û aborî, rasterast bandor li ser derketin û berdewamiya vî şerî kiriye. Şerekê ku ev çar meh in berdewam dike û pêşbîniyên herî xweşbîn jî dibêjin ku ev şer dê heta dawiya sala 2022an bi dawî nebe. Lê heta wê çaxê, dê niştecihên Xarkîvê her sibeh bi dîtina mûşekeke rûsî li nav bajarê xwe, bi zimanê rûsî nefretê li şer bikin û hêvî bikin ku zûtirkê bi dawî bibe. Rewşa vî bajarî dikare ji bo herêm û welatên ku rastî kolonîzekirina ziman û şêniyan hatine derseke baş be.