Şoreşa bêdeng a dengên razayî

Ji çar xulên hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên piştî rejîma Sedam herî kêm beşdariya çûna ser sindoqan di hilbijartinên giştî yên 12ê Gulana îsal de bûye. Di hilbijartinên xula yekem a 2005an de rêjeya beşdarîkirina dengayînê ji sedî 79.6 bû, di xula duyem a sala 2010ê de ji sedî 62.2 beşdarbûn çêbû û di xula seyemîn a 2014ê de ji sedî 60 dengdêr çûbûn ser sindoqan, lê di xula çarem a hilbijartinên îsal de rêja beşdarkirinê ji sedî 44.52 bû, wate ji sedî 55.48 dengdêran beşdarî hilbijartinên 12ê Gulanê nebûne.

 

Ev rêjaya kêm a beşdarkirina hilbijartinên parlamentoyê bo desthilatdariya Iraqê û herwiha bo rêveberiya Herêma Kurdistanê ku wek beşeke Iraqê ye peyamek e. Tevî li gor hilbijartinên 2014ê 4 milyon dengdêr zêde bûne, di rêjeya dengên partiyên Başûrê Kurdistanê de kêmbûneke berçav heye.

 

Her çend bi yasaya hilbijartinên parlamentoya Iraqê ya hejmara 45 a di sala 2013ê de  rêjeya beşdakirina nehatibe diyarkirin jî, lê bi mantiqî ji bo rêjeyeke berz a beşdarkirinê desthilatdariyê rewa û bihêz dike. Berevajî ve baykot û beşdarînekirin jî rewayiya desthilatdariyê lawaz dike û dibe sedema pirsan. Beşdariya siyasî ji wê çalakiyê pêk tê ku welatî bi awayekî rasterast, yan jî nerasterast  encam didin, ji bo bandordarbûna li ser diyarkirina nûnerên xwe di desthilata yasadanîn de û bi rêya wê jî danîna desthilata cîbicîkirinê (hikûmet). Herwiha bo armanca badorkirina ser siyaseta welat bi beşdarkirina pêvajoya siyasiye, guvaşxistina ser desthilatdaran dibe sedema ku daxwazên xelkê cîbicî bikin.

 

Hilbijartin pîvanek sereke ye bo destnîşankirina rêjeya beşdarkirina siyasî ya welatiyan. Hilbijartin rêya herî hêsan û giştî ya beşdarkirina proseya siyasî ye.

 

Beşdariya siyasî ya li her welatekî, li gor rewşa giştî ya siyasî, aborî, civakî û rewşenbîrî ya li welat, beşdarkirina çalak a siyasî û sînordar diyar dibe.

 

Eger beşdarkirina welatiyan di proseya siyasî de kêm be ev yek dide xuyakirin ku di navbera xelkê û desthilatdarî, partiyên siyasî û sîstema siyasî de valahiyeke mezin heye. Ev rewş di encamê de dikare bibe sedema pirsgirêkên rêveberî, seqamgîriya siyasî û herwiha dikare bibe sedem ku di civakê de pirsgirêk derkeve. Di heman demê de dikare bibe sedema ku krîzên siyasî, aborî û civakî jî.

 

Eger girîngî bi peyama dengdêrên nerazî neyê dayîn, ew dengdêr dikarin bibin sedema navenda serhildaneke berbilav a civakî. Eger desthilatdarî û aliyên berpirsiyar îro girîngî bi dengderên nerazî nede dibe ku sibe gelek dereng be. Wek nimûne Şahê Îranê ji heyama şoreşa sala 1979an de gelek dereng mabû ku gotibû,  “min dengê şoreşa xelkê Îranê bihîst” lê gelek dereng mabû. Di encama dereng ferqkirinê de rejîma padîşahî ya Îranê hilweşa bû.

 

Berevajî vê, eger rêjeya beşdariya siyasî zêde be, bo civakê rewşa hevsengî û wekhevî  dikare çêbe. Dema ku xelk hîs bike ku di biryardayînên sereke yên welat de beşdar in û bi rêya amrazên yasayî dikarin xwestekên xwe bi dest bixin û sîstema dabeşkirina desthilat ji aliyê komeke taybet ve nehatiye monopolkirin û hemû dikarin beşdar bibin, dê asta rikeberî û aloziyên di nav civakê de kêmtir bibin û çînên civakê baştir dikarin qebûl bikin û pêkve jiyana siyasî çêbibe. Ev jî îstiqrar û asayişa civakê zêdetir dike. Ji bilî vê jî, dikarin derfeta pêşvebirina siyasî, aborî, civakî û rewşenbîrî ya civakê zêdetir bikin.

 

Li navenda bajarên mezin ên Iraq û Kurdistanê, rêjeya beşdariya siyasî, heta ji wê asta siyasî ya ku hatiye ragihandin jî kêmtir e. Bi balkişandina ser wê yekê ku li gor teoriyan beşdariya siyasî, bajarnişînî û çîna navendî ya bajarnişîn, faktoreke giring a modernîzasyon û bilindbûna rêjeya beşdariya siyasî ne. Lê belê li Iraq û Kurdistanê berevajiya wê, rast e. Ev jî dikare amajeyeke tirsnak be û nîşaneya bêhêvîbûn û bêbaweriya çîna navendî ya civakê be li sîstema siyasî, partî û nuxbeya siyasî ya desthilatdar. Di demekê de ku em dizanin çîna navend, dînemo û birêvebirê li pişta pêşveçûna siyasî, aborî, civakî û rewşenbîriya civakê ne, dûrketina vê çînê ji beşdariya siyasî, dikare bibe havênê serhildana nerazîbûneke berfireh a cemawerî û guhertina rewşa niha.

 

Bi awayekî giştî, du faktorên takekesî û siyasî-civakî dikarin di pêvajoya hilbijartinan de bandor li ser rêjeya beşdariya xelkê bikin. Derbarê rewşa Iraq û Kurdistanê de, em dikarin bibêjin ku sedemên beşdarnebûna xelkê di hilbijartinan de ji van tiştan pêk tê; nerastgoyiya nuxbeya siyasî ya desthilatdar a asta sozên mezin ên dema propagandaya hilbijartinan, çaresernebûna arîşe û pirsgirêkên aboriyê yên xelk û çaresernekirina gendelî, tinebûna îstiqrar û asayişê, bilindbûna rêjeya bêkarî û hejarî, tinebûna serweriya welat û serdestiya hêzên herêmî li siyaseta Iraq û Kurdistanê, nepaqijiya pêvajoya hilbijartinan û bêhêvîbûna xelkê ji guhertina bi rêya sindoqên dengdanê. Guhdarînekirina daxwazên xelkê û tinebûna xizmetguzariyên sereke, çêbûna valahiyeke mezin di navbera xelk û desthilatdaran de ji aliyê civakî û aborî û hwd. Ev sedem, bûne sedema paşguhkirina xelkê ya beşdariya siyasî û dûrketina ji pêvajoya hilbijartinan. Zingila metirsîdar ji aliyê dengên razayî tê lêdan, divê em li bendê bin, gelo guhek heye ji bo ku bibihîze?