Rêbaza Narsîstekî: Otokrat çawa tirs û hêzê manîpule dikin?

Rêberên otokrat li cîhaneke tijî bêewlehî, qeyranên aborî û nakokiyên jeopolîtîk hêzeke zêdetir bi dest dixin. Sedemên derûnî yên li pişt vê pêşveçûnê kûr in. Siyasetmedarên populîst û otokrat dizanin çawa tirs û bêewlehiya mirovan bi kar bînin. Ew dijminan ava dikin, angaşt dikin ku tenê ew dikarin neteweya xwe biparêzin û ji bo pirsgirêkên aloz bersivên hêsan pêşkêş dikin. Tirsa koçberiyê, guherîna çandî, nakokiyên etnîkî yan jî qelsbûna aborî ne tenê ji aliyê van rêberan ve tê bikaranîn, ew bi zanebûn tê kûrkirin.

Yek ji taktîkên herî hevpar ên ku otokrat bi kar tînin jî berevajîkirina rolên mexdûr û sûcdar e. Wekî mînak, Rûsya şerê bi Ukraynayê re wiha pêşkêş dike ku Ukrayna êrişkar e. Stratejiyên bi vî rengî dikarin li welatên din jî bên dîtin ku rêber wêneyên dijmin ava dikin da ku alîgirên xwe bigihînin hev û dijberiyê bêdeng bikin.

Ew hişmendiyeke "Em li hemberî wan" ava dikin ku civakan parçe dike û rê li ber diyaloga avakar digire. Kesên ku xwe di bin gefê de dibînin, berê xwe didin rêberiyeke xurt. Lêkolînên derûnasiyê nîşan didin ku kes di demên qeyranê de li şûna ku bi aloziya rastiyê re mijûl bibin bêhtir tercîha şîroveyên zelal û hêsan dikin. Ev bi rastî ew e ku otokrat pêşkêş dikin: Cîhaneke ku pirsgirêkan dixin stûyê xerîban, "xayinan," an jî komên kêmar, lê ew bi xwe wekî rêberên xurt xwe pêşkêş dikin ku neteweyê ji metirsiyê diparêzin.

Gelek rêberên otokrat taybetiyên darîçav ên narsîstiyê nîşan didin. Ew bawer dikin ku ew ji bo ku rêberiyê bikin hatine destnîşankirin, şiyanên xwe mezin dikin û rexneyan wekî êrişa li ser kesan dibînin. Hewcedariya wan a pesndayinê û kontrolê dikare bibe sedema qutbûneke bi xeter a ji rastiyê. Ev hesta serdestiyê bi gelemperî bi paranoyayê -tirseke kûr ku hêza wan her tim di bin gefê de ye- re têkildar e.

Ew alûdeyî testên sersipêriyê dibin, her kesê ku otorîteya wan dixin bin pirsan tesfiye dikin û ji bo mafdarnîşandana çalakiyên xwe yên zextker teoriyên komployan ên bi hûrbînî diafirînin. Paranoyaya wan dike ku ew li her derê dijminan bibînin, hem dijminên rast hem jî xeyalî ku dibe sedema biryarên bêwext û bi gelemperî hovane.

Dema ku hêza wan dikeve bin barê pirsê ew bi dijminatî, çewisandin û tewr bi tundiyê bertekê nîşan didin. Hestên wan dikarin di navbera jixwebaweriya ekstrem û bêewlehiya kûr de biguhere ku rêberiya wan dike rêberiyeke nepêşbînîkir. Ev kombînasyona newazebûn û paranoyayê dibe sedema awayekî birêvebirinê yê şikestbar lê êrişker ku biryar ne li ser stratejiya siyasî ya rasyonel, li ser bingeha bêewlehiya kesane tên dayîn.

Ew dora xwe bi kesên ku baweriyên wan xurt dikin radipêçin û yên ku meydanê ji wan re dixwînin ji holê radikin û bi vî awayî jî jîngehekê ava dikin ku êdî ew leqayî rastiyê nayên. Ew bawer dikin ku ew hatine destnîşankirin ku rêberiyê bikin, şiyanên xwe mezin dikin û rexneyan wekî êrişa kesane dibînin. Hewcedariya wan a pesndayinê û kontrolê dikare bibe sedema qutbûneke xeternak a ji rastiyê. Dema ku hêza wan dikeve bin pirsê, ew bi dijminatî, zext û tewr bi tundiyê bertekê nîşan didin. Halê wan di navbera jixwebaweriya zêde û bêewlehiya kûr de diguhere ku rêberiya wan dike rêbertiyeke nepêşbînîkirî. Ew dora xwe bi kesên ku baweriyên wan xurt dikin radipêçin û yên ku meydanê ji wan re dixwînin ji holê radikin û bi vî awayî jî jîngehekê ava dikin ku êdî ew leqayî rastiyê nayên.

Sedemeke din a ku rêberiya otorîter balkêş e di travmaya dîrokî de ye. Neteweyên ku şer, zordarî, an jî windakirina hêza berê -wekî Rûsyaya piştî ketina Yekîtiya Sovyetê yan Tirkiyeya piştî dawiya Împaratoriya Osmaniyan- bi gelemperî nasnameyeke netewperestiya xurt bi pêş dixin. Rêber vê travmayê bi kar tînin da ku siyasetên otorîter meşrû bikin û xwe wekî parêzger pêşkêş dikin ku dê rûmeta berê ya neteweyê vegerînin. Ji bo kontrolkirina niha dema borî tê manîpelekirin.

Di asta takekesî de hizirkirina otorîter bi gelemperî ji ezmûnên zaroktiyê pêk tê. Lêkolîn nîşan didin kesên ku di jîngehên tund û otorîter de mezin bûne, bêhtir piştgiriyê didin rêberên xurt û kontrolker. Ev bi taybetî di wan civakan de rast e ku cezayê fîzîkî û sîstemên hîyerarşîk hevpar in. Encam, xelekeke bi xeter e ku di nav wê de nirxên otokratîk ji nifşekî derbasî yê din dibin.

Xetera rast dema ku otokrat hêzên leşkerî, saziyên îstixbaratê û heta çekên nukleerî kontrol dikin, derdikeve holê. Paranoyaya wan a jidestdana hêzê dikare wan bike nerasyonel û paldêrkî. Li şûna ku li gorî rexne yan lihevhatinê xwe biguncînin, ew bi gelemperî nakokiyan dijwartir dikin da ku kontrolê biparêzin. Di wê kêliyê de ku ew hest dikin ku hêza wan ji nav destê wan dişemite, ew xeternaktir dibin, xwenîşandanan ditepisînin, dijberên xwe digirin an jî êrişa leşkerî dikin da ku bala ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî biguherînin.

Dîrok nîşan dide, otokrat dema ku metirsî li ser desthilata wan heye ji her demê bêhtir napêşbînîkirîtir dibin. Ji bo parastina hêzê, ew amade ne ku gavên tund biavêjin, bêyî ku li barê ji bo gelê xwe an aramiya cîhanê binêrin.

Eger civak dixwazin vê çerxa bişikînin, divê ew li ser guherîna dirêjheyam bisekinin. Perwerde kilîk e, divê mirov fêr bibin ku manîpulasyon û propagandayê nas bikin. Ewlehiya aborî û aramiya civakî jî alîkariya kêmkirina tirsê û bi wê re jî alîkariya kêmkirina balkêşiya otorîteriyê dike.

Di dawiyê de, ev li ser civakan dimîne ku ew paşeroja xwe diyar bikin. Demokrasî bi şev û rojekê narûxin - her ku ramanên otorîter tên normalîzekirin ew hêdî hêdî qels dibin. Eger mirov dixwazin civakên vekirî û cuda biparêzin, divê ew bi awayekî çalakîli dijî van meylên rawestin. Tiştek zelal e: otokrat li bendê namînin ku hêz were cem wan- ew wê distînin û bi hêsanî jî dev jê bernadin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)