Dixwazin çêtir bijîn
Almanya vê hefteyê bûye welatê grevgirtin û nerazîbûnan. Herçend di demokrasiya Almanyayê de grevgirtin û nerazîbûn hertim hene jî lê bandora grev û protestoyên vê hefteyê pir mezin bû.
Bandora derman û çareseriya ku min dest pê kir jî li ser min pir mezin e. Wekî Alman dibêjin, ez rojekê pir baş im û rojeke din divê ez xwe hinekî bêtir biwestînim da ku baş bimînim.
A rast, saxlemhiştina desthilatdariya welatekî jî lap wisa ye. Xêlekê her tişt baş e û xêlekê tişt ne ewqasî baş in wekî ku desthilatdar dixwazin. Wekî mînak, hikûmeta niha ya Almanyaya Federal bi serokatiya Olaf Scholz berê rastî pirsgirêka budceyê hatiye û rewşa wê di rapirsiyan de ne baş e, bi ser de jî niha grevgirtin û nerazîbûn lê zêde bûne.
Min dît ku li Herêma Kurdistanê jî nanpêj û xwediyên firnan ne razî ne. Sedem jî ew e ku dibêjin erzankirina nên dê paşila wan vala bihêle. Tiştê ku ji min re balkêş û hinekî jî pêkenokî hat ew bû ku nanpêjekî digot, ger nanpêj nebin dê pirsgirêkên malbatî li Herêma Kurdistanê zêdetir bibin çimkî wekî ku wî dibiland, jinên Kurdistanê êdî mîna berê nizanin nan çêbikin û ji ber vê yekê jî dê li malên xwe rastî arîşeyan werin! Ango pirsgirêk ji erzankirina nanekî du nanan bêtir veguherandibû pirsgirêka ewlehiya malbatî!
Li Almanyayê nerazîbûn rasterast ewlehiya malbatî naxin metirsiyê. Ji ber ku yên grevê digirin ne ji bo ku bibêjin ew bi hebûna xwe ya niha najîn lê ji bo ku ji jiyana xwe ya niha çêtir bijîn grevê digirin. Wekî mînak, vê hefteyê ajokarên trênên rêwiyan û trênên barhilgir li Almanyayê dest bi grevê kir. Du daxwazên wan hene: Yekem, zêdekirina meaşên wan û ya duyem jî ew e ku saetên wan ên karkirinê ji 38 demjimêran bibin 35 demjimêr.
Wekî di grevên berê de jî hat xuyakirin, li hemberî her rojeke grevgirtina şofêran ziyaneke bi 100 milyon euroyî digihîje aboriya Almanyayê. Sedem jî ew e ku her carê ji sedî 80yê geştên rêyên dûr bi trênê tên hilweşandin, çûnûhatina trênên barhilgir ne tenê li Almanyayê lê li çend welatên Ewropayê jî radiwestin, barên ku bi rêya deryayê digihîjin bejahiyê û divê bi trênan bên veguhastin li ser hev kom dibin, cadeyên welêt bi otomobîl û kamyonan tije dibin û di encamê de jî trafîkên dûrûdirêj çêdibin û gelek tiştên din jî ku ne meriv nikare dabaşa hemûyan di nivîseke wiha de bike diqewimin.
Bi kurtî, dema ajokarên trênan bibêjin em ajotinê nakin, trêna aboriya Almanyayê jî dilerize û sisttir dimeşe.
Hefteya borî, min behs kir ku cotkarên Almanyayê jî ditirsin ku saleke dijwar li pêşiya wan be. Loma ew jî di vê hefteyê de bi çalakiyên nerazîbûnê dixwazin pêşî li cîbicîkirina çend biryarên hikûmetê bigirin ku herçend biryarên jîngehparêz in lê bandoreke wan a mezin li ser berîka cotkaran heye.
Balkêş e ku Wezîrê Xwarin û Çandiniyê yê Almanyaya Federal serkirdeyekî naskirî yê ser bi Partiya Keskan a jîngehparêz e. Wezîr û Serokê Berê yê Partiya Keskan Cem Ozdemîr çend caran li ber mîkrofona min bersiva pirsên Rûdawê da. Vê carê şensê wî heye ku ez ne li wir im ku gelek pirsan jê bikim!
Rewşa hikûmeta Olaf Scholz di rapirsiyan de ne baş e lê belê kevneşopiya demokratîk a Almanyayê rê nade ku karbidestên hikûmetê li jêr zexta kesên grevgirtî û nerazî neçar bibin ku bi biryarên hikûmetê razî bibin. Rêya tenê ya li ber wan danûstandin û li hev guhdarîkirin e.
Lewra Cem Ozdemîr got ku ew dilgiraniyên cotkaran fêm dike û dixwaze gotûbêjan li ser wan bike da ku wekî wî got "Rewşa siyasî ya Almanyayê jî nebe wekî rewşa Amerîkayê ku êdî xelk bi hev re napeyivin, baweriya wan bi hev nemaye û her tim tiştên herî xerab di hev de dibînin."
Wî dabaşa Amerîkayê dikir, ez jî li desthilatên Rojhilata Navîn dihizirîm ku li gorî wê pênaseya Ozdemîr, rewşa wan ji rewşa Amerîkayê pir xerabtir e.