Şerê navxwe yê Rojavayê Kurdistanê
Şerê navxwe yê Rojava
Li hevketina PDK û PKKê pir nêzîk bûye. Dibe ku ev li hevkletin bi şêweyekî raste rast nebe. Bi wateyeke din, hêzên din hene ku bi wekalet vî şerî ji bo herdu aliyan bikin.
Ji bo li hevketina PDK û PKKê yan jî wekîlên wan du cîh hene. Yek ji wan Şingal e, ku Barzanî di hevpeyvîna xwe ya ligel beşa farisî ya BBC de got, ku niha Şingal ji DAIŞê hatiya paqijkirin lê ew nizane ka çi karê PKKê hê jî li vir maye.
Cihê din jî Rojavayê Kurdistanê ye ku bi taybetî jî piştî ku PKKê ji bo bêdengkirina nerazîbûna li hember rêveberiya xwe, nûnerên partiyên din ên kurdî di zîndanan de ragirtiye. Di gava dawiyê de jî li Amûdê Alaya Kurdistanê şewitand. Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê vê mijarê de pir tund bû û soza sizadana wan kesan da ku li hember Alaya Kurdistanê bêrêzî kiribûn.
Ji ber vê yekê, roj bi roj zêdetir nîşanên vê li hevketinê derdikevin. Eger PKK ji Şingalê venekişe û bixwaze siyaseta xwe ya dufaqî berdewam bike ku li Rojavayê Kurdistanê nehêle ti hêzeke din ê leşkerî hebe, lê ew bixwe jî hêzên xwe bibin her derê, dê ev yek heta dawiyê ji wan re neçe serî.
PDK li Şingalê bi hêza xwe ya navçeyê û bi piştgiriya Tirkiyê serdestiya xwe disepîne û şer jî dibe nav Rojavayê Kurdistanê, li wir jî diçe ser PKKê. Faktorên herêmî û navdewletî jî dihêlin ku PDK xwe di hevkêşeyand eserdest bibîne. Bi taybet jî rêveberiya nû ya Amerîkayê, di pêşeroja herêmê de gelek bawerî bi rola Barzanî tînin. Ji ber vê yekê, eger PKK alîgirê xwînrijandinê be, divê dest ji vê dufaqiyê berde.
YNK dibêje “helew û helew”
Beriya niha dema li ser Kerkûkê diaxivîn, digotin; “Serweriya PDKê li Kerkûkê nîne, lewma hez nake ev bajêr vegere ser Herêma Kurdistanê. Ji ber ku wê demê hevsengiya hêzê, ji bo aliyê YNKê tê guhertin.”
Ev gotin rast derneket. Çimkî piştî ku di Hezîrana sala 2014ê de Kerkûk bi temamî ket bin kontrola kurdan û xeta sor a Tirkiyê jî nema ku nedixwest ev bajêr vegere ser Herêma Kurdistanê, vê care YNK behsa madeya 140 dike û hemû hewlên wê jî ji bow ê yekê ye, ku hejmûna Bexdayê vegerîne.
Nêçîrvan Barzanî û Ebadî jî berika di bin piyê wan de derxist û rê neda êdî bi tankeran petrola Kerkûkê li derdorê bifiroşin û paşî li ser televîzyonan behsa şefafiyetê kirin. Niha bi hemû awayî hewl didin da ku nehêlin hikûmeta Herêma Kurdistanê petrola Kerkûkê bifiroşe.
Nêçîrvan Barzanî ji hemû petrola Kerkûkê, ku bi dehan sal e ereb ji box we dibin, tenê 75 hezar bermîl ji bo Bexdayê hiştiye. Bexda ji vê nerazî nîne û jê razî ye. Lê ya ecêb ew e ku baskê Malbatê ya YNKê, ku Goran û Komela Îslamî jî li pişt wan e, çi projeyek wan ji bo Bexdayê hebe, yek ser hizra wê yekê dikin, ku petrolê radestê Bexdayê bikin!
Xanima Hêro Îbrahîm Ehmed jî di nameyekî de rica ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiribû, ku hikûmeta Bexdayê petrolê bifiroşe, ne ku hikûmeta Herêma Kurdistanê. Çimkî bi gotina wê, hikûmeta Herêma Kurdistanê ne şefaf e!
Lê dema mijar dibe pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, hemû alî (ji bilî PDKê) dibêjin, “hêmaneke giring kêm e” û tenê behsa îltîzama hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Kes behsa hikûmeta Bexdayê nake. Wekî ku Bexdayê qet bûdceya Kurdistanê nebirî be û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yekemîn car bixwaze petrola xwe radestê SOMO bike.
Ti kes vê pirsa cewherî û puxteyî nake; çima tenê hikûmeta Herêma Kurdistanê xelet e? Baş e ma di destpêka hatina Ebadî de hikûmetê heta du mehan jî petrola xwe radestê SOMO nekir?Bexdayê jî du nîvê bûdceyê hinart û got, tenê ev hinde ye.
YNK û Goran li Bexdayê bi heman zimanê Malîkî, lê bi navê bûdce û meaşan ji bo xelkê Kurdistanê kar dikin. Madem ew hinde baweriya wan bi dostanî û hevpeymaniya şîeyan heye, bila hikûmeta Herêma Kurdistanê şermîn bikin, weke wan salên ku petrola hikûmeta Herêma Kurdistanê nebû, du-sê mehan li ser hev bûdceyê ji Kurdistanê re bînin. Wê demê, eger hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe nexe bin vî barî de, dê derkeve ku xema xelkê naxwe.
Lê bi gotina “helew û helew” tama devê ti kesan xweş nabe.
Ew kêm bû, dayika wê jî hate ser!
Dibe ku dayika Hêro Îbrahîm Ehmed, xanima Gelawêjê, gotara xwe ya vê dawiyê di bin germaya festîvala malbatî ya Gelawêj de nivîsandibe. Berê xwe daye herdu cîgirên sekreterê giştî yê YNKê. Lê tişta ecêb ew e ku herdu cîgiran jî negotine ku em ê cihê Mam Celal bigrin.
Ne ev sedsal ew sedsale ku bihêle Mam Celalekî din derbikeve hole, ne jî YNK ew YNKya serdema Mam Celal e.
Vêca Mam Celal bixwe jî di mijara birêvebirina YNKê de serkeftî nebû. Eger ne wisa be, ji ber çi Goran jê cuda bû, ji partiya yekemîn û duwemînê Kurdistanê bû partiya sêyemîn?
Ew kesên îro dest danîne ser YNKê, malbata hevjînê xanima Gelawêjxan û Talabanî ne, ne ku xelkê din. Ji ber vê jî dibe sîstema malbatî li nav YNKê ji wan re xweş hatibe. Xwezî hê zû deriyê vê rastiyê vekiribana, wê demê dîroka kurdan nedigihişte vê derê.