Demokrasiya xapînok
Ez gelek caran li ser wê yekê dihizirim ku heger welatên ku Kurdistan dagir kirine yan Kurdistan li ser wan hatiye parvekirin, welatên demokratîk bûna, dê Pirsa Kurd çawa bûya? Dema ez wer dibêjim, ez zûzûka vediciniqim û bi ser hişê xwe ve têm: Demokrasî û dagirkerî du tiştên dijber in, heger ew welat demokratîk bûna, dê dagirkerî derneketa holê û wekî din jî heta pêvajoya dagirkeriyê bidome, dê demokrasî qet dirust nebe.
Lewma, bendemaneke ji mantiqê dûr e heke em di wê baweriyê de bin ku demokrasî dikare di çarçoveya qewareyeke tenê de pirsgirêka miletekî dagîrkirî çareser bike.
Erê, dibe ku demokrasî ji bo bihevrejiyana pêkhateyên cuda yên etnîkî, olî û mezhebî çareseriyeke baş be, lê Pirsa Kurd ne bi tenê pirseke etnîkî, olî û mezhebî û ne jî bi tenê meseleya cudahîya neteweyî ye. Bo mînak, li welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ji bilî Kurdan û neteweyên serdest ên Tirk, Faris û Ereb; gelek komên cuda yên etnîkî, olî û mezhebî yên cihê cihê hene.
Dibe ku bi meşandina pergaleke demokratîk cureyek ji dadmendiyê were misogerkirin ku di encama wê de etnîk, ol û rêolên cihêreng hest bi cudakariyê nekin. Lê ev yek ji bo Kurdan û doza wan li wan welatan ne rast e. Ji ber ku Pirsa Kurd di koka xwe de ne pirsa cihêkarî, li şûnê pirsa dagirkeriyê ye: Ax û welatê Kurdan hatiye dagirkirin.Pêkhate, etnîk, ol û rêolên cuda yên din, li welatekî dijîn ku ji hêla neteweya serdest ve tên perçiqandin û pergala birêvebirina welêt cihêkariyê li hember wan dike. Ev zilm û stemkariya li ser wan dikare bi awayekî demokratîk çareser bibe. Lê ji bo Kurdan mijar lap cuda ye.
Rast e heger dewletên Sefewî û Osmanî ji pêşî ve demokratîk bûna, dê ev dagirkerî derneketa holê. Ev jî dîsa rast e ku piştî van pêvajoyên dagirkeriyê, heta ku Pirsa Kurd li welatên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bimîne; ev welat qet nikarin bibin welatên demokratîk. Bê guman, demokrasî di koka xwe de pirsgirêka neteweyî di hundirê qewareya dewleteke tenê de çareser nake. Tew heke bibin sîstemên federal jî. Ew ji bo curekê ji birêvebirin û dabeşkirina desthilatê çareserî ne, lê ne çareseriya bingehîn a arîşeya neteweyî ne.
Helbet ne bi tenê ji bo me Kurdan û welatên dagirkerên Kurdistanê wiha ye, lê ji bo pirsa wan hemû miletan rast e ku xwedan xak û erdnîgariya xwe ne û xak û welatê wan ji hêla dewleta neteweyeke din a serdest ve hatine dagirkirin.
Li tu parzemîneke cîhanê, demokrasiyê nikarîbû bibe çareserî heke parçebûn li welatên wan dernekeve holê. Giştpirsiya Herêma Katalonya li Spanyayê ku hevdemî giştpirsiya Herêma Kurdistanê bû, her çiqasî di du pergalên cuda yên rêveberiyê yên cîhana demokratîk a Rojava û cîhana dîktatorî ya Rojhilatê de bûn jî, lê çarenivîsa her duyan wekî hev bû. Spanyaya di nav sîstema Yekîtîya Ewropa û cîhana demokratîk de, ji Iraqa di nav civaka eşîrparêz a erebî û cîhana îslamî de baştir tev negeriya.
Tişta ku îro ji bo rewşa Kurdan a niha girîng e ew e ku heke demokrasiya rasteqîne nekare li welatên ku Kurdistan dagir kirine bibe çareseriyeke lojîkî ji bo çarekirina Pirsa Kurd, dê çawa demokrasiyeke xapînok û serpilkî wekî ya ku li Tirkiye û Iraqê li holê ye, ji bo çareseriyê bibe derman?
Berevajî vê, dikare were piştrastkirin ku ev cure demokrasî jehreke metirsîdar e ku di dilê Kurdan de tê werkirin. Belkî şensê Kurdan hebû ku li destpêka pêvajoya avabûna dewletên Tirkiya nû û Iraqa erebî ev awayê demokrasiya serpilkî nehate şopandin. Her wisa zilm û zordariya ku li hember Kurdan hat meşandin, di afirandina ruhê berxwedan û mana Kurdan de alîkar bûn, tevî ku rêyek nema û ji bo ji holê rakirina wan nehat ceribandin.
Ez dixwazim bibêjim ku zor û kotekî û stemkariya dagirkerên Kurdistanê, xasma encam û bertekên wê stemkariyê, ew tevgerên Kurdî berhem anîn ku di dema borî de bergiriya hebûn û nasnameya neteweyî ya gelê Kurd li parçeyên cuda cuda yên Kurdistanê kirin. Zêdebarî dayîna qurbaniyên bêhejmar, jan û êşên gelek nifşên li pey hev ên miletê me, komkujî, derbiderî û koçberî lê dijmin û neyaran nekarîn Kurdan û nasnameya wan a niştimanî ji holê rakin.
Heger tişta ku vêga bi navê xweşkirina rê li ber beşdariya Kurdan di pêvajoya birêvebirina dewletê de wekî taktîk û siyaseteke nû ya dewletên dagirker li Tirkiye û Iraqê tê meşandin, di 100 salên borî de bihata meşandin, dê bandora wê li ser xwegirêdana bi neteweya serdest ve pir xerab bûya. Çinku heger stemkariyê ruhê bexwedanê çandibe, lê xwegirêdan Kurdan dispêre qedera helîn û pişaftinê.
Binêrin, berê, ji ber ku ev polîtîka nehatiye meşandin, her Kurdek ne di pratîkê de, lê heger bi fikirînê jî bawerîya wî bi wê yekê hatibe ku pêkan e reftar bi neteweya serdest û desthilata navendxwaz a dewletan re were kirin, mîna şerm û kêmasiyekê jê re dihat hesibandin.
Tiştê ku aniha hin siyasetmedar û elîtên xwendewar ên Kurd xasma li Başûrê Kurdistanê bangewaziyê jê re dikin, ji bo ku Kurd berê xwe bidin navenda dewleta neteweya serdest a ereb li Bexdayê, heger berî peyrewkirina vê stratejiya nû ya neteweyên serdest, her siyasetvan û xwendewarekê ji hezarî yek ev tişt bigota, dê bihata rûreşkirin û şermezarkirin; lê aniha bi eşkereyî wekî serbilindî bangewazî jê re tê kirin.
Ji bo miletekî perçiqandî û axdagîrkirî mîna miletê Kurd, çi qasî desthilatdarên neteweya serdest stemkartir bin, encamên wê ji bo dirustkirina ruhê berxwedanê di nav Kurdan de ji demokrasiyeke serpilkî û xapînok mîna ya niha çêtir in. Çinku vê qaşo demokrasiyê rêgezek derxistiye holê ku Kurdan ber bi cihekî pir xerab ve diajo.
Çareseriya hîmdar a pirsa Kurd li deverê, vegerandina wî mafî ye ku ji wan hatiye standin û zeftkirin, ango devberdana wan ji dagirkirina xaka gelê Kurd e. Her rêyeke din ku wekî deriyê çareseriyê were wergirtin, dawîya dawîn avê dibe ser aşê neteweyên serdest ên dewletên ku Kurdistan dagir kirine.
Lewma li her beşeke Kurdistanê, her derfetek bi navê aştiyê yan jî bi navê beşdariya Kurdan di proseya desthilatdariyê de derkeve pêş, divê Kurd wekî qonaxekê ji bo gihîştina çareseriya bingehdar mifayê jê werbigirin, lê belê wekî çareserî nebînin. Çinku heger armanca stratejîk ne serxwebûn be, di her qonaxeke demkî de beşekê ji xisleta pirsgirêka xwe ji dest dide û dawiya dawîn jî bi derbasbûna demê re tiştek bi navê Doza Kurd li holê namîne.