Guherînên çaverêkirî yên gera nû ya Donald Trump

Gera duyem a serokatiya Trump nikare wekî pêşveçûneke xwerû were dîtin. Ev bûyereke stratejîk e ku pêşwext li ser astên dîplomatîk, aborî û aramiyê di hevkêşeya guherînên Rojhilata Navîn de, baldariyeke kûr û gelek xwendinan hildigire.

Di gera yekem de, Trump stratejiya "zext"ê li ser Ewropayê di warê aborî de, li ser Îranê di warê aborî û siyasî de û tewra çalakiyên leşkerî yên sînordar jî li dijî Îranê pêk anîn. Vê yekê bûyerên Rojhilata Navîn birin qonaxekê ku îro li Lubnan, Yemen, Sûriye û Xezeyê tê dîtin.

Hîn jî dûmana çalakiyên leşkerî û encamên şer bandorê li ser herêmê dikin û bûyer germtir bûne. Gelek navendên lêkolînê yên cîhanî li ser rabûnrûniştin û dîplomasiya Trump axivîn. Lê vegera Trump di vê gera serokatiyê de, ew xwe wekî serkeftiyê bihêztir û bibandortir dibîne, berê jî gotibû lîstikên berê ber bi dawîbûnê ve diçin, niha jî dibêje dewraneke nû ji bo herêmê di rê de ye.

Di vê gerê de, Trump bi hêzeke pir zêdetir vedigere nav biryardana yekalîker, ji ber ku ew hêza yekem a Meclîs, Senato û Kongreyê ye, ji shutdowna (girtina) hikûmet û biryaran natirse. Çi biryarê bixwaze dikare bide, loma dikare bêtir ji hevkarî yan biryarên yekalîker, statûyeke wî ya bihêztir ji ya gera yekem hebe.

Trump gera yekem wekî prova û pêngava ewil bi nav kiriye, her pêşwext navendên şîrovekirina cîhanî gotin ku Îran di danîna Pizîşkiyan wekî serok de, welatê ewil bû ku xwe ji bo zimanekî nerm ê dîplomatîk amade kir. Civînên Elon Musk bi dîplomatên Îranî re di vê demê de nîşan didin ku Tehran dixwaze siyaseta guncandinê bi Trump re bimeşîne.

Ji bo Herêma Kurdistanê ku vêga navçe aloz e, pêngavên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo ragirtina hevsengiya dîplomatîk li deverê, pêngaveke erênî ye ji bo çawaniya tevgera bi rêveberiya Trump re xasma ku Trump di hevdîtinekê de Nêçîrvan Barzanî wekî cengawerê mezin bi nav kir. Ev jî nîşaneke zelal e ku Kurd dikarin bi aqilmendî bi Amerîkayê re tevbigerin.

Herêma Kurdistanê ku li gel welatên herêmê, Kendavê û li gel Amerîka û welatên hevalbend, di hin waran de, di çarçoveya Îraqa federal de, di nav hevbeşiyê de ye, di aramiyê de nemaze di şerê terorê de di nav pêşengiyê de ye, lewra pêşxistina hevkariyê û ragirtina hevsengiya dîplomatîk li herêmê û amadekariyên zêdetir ji bo têgihîştina karnameya Amerîka û welatên pêşkeftî, derfeteke baştir ji Herêma Kurdistanê re misoger dike ku bikare li şûna ku bibe beşek ji aloziya herêmê, bibe beşeke girîng a çareseriyê. Ji bo vê yekê jî, çend pêngav pêwîst in wekî:

Yekem, yekrêziya navxweyî: Pêkanîna hikûmeteke xurt û hevgirtî li Herêma Kurdistanê, bidawîanîna nakokiyên navxweyî.

Duyem, geşbûna dîplomatîk a domdar: Parastina hevsengiya stratejîk di navbera Tirkiye, Îran, Kendavê û welatên din de û xwe kirina pireke aştiyê da ku aramiyeke zêdetir hebe ji wê yekê ku valahî ji bo qada şer çêbibe.

Sêyem, avakirina hêza aborî: Geşedana bêtir a sektora enerjiyê, teknolojiya bêtir û binesaziya aborî ya bihêztir.

Her çend siyasetên Trump bi awayekî hûrbîn nayên pêşbînîkirin jî, lê bawerî û ezmûna wî di gera yekem de nîşanine seretayî didin ka divê Kurd çi bikin. Ji bo vê qonaxa Herêma Kurdistanê girîng e ku xwendina wê li ser rewşa navçeyê kûrtir be, statûya xwe wekî hêzeke herêmî veguhere beşdarbûna çalak a navneteweyî. Ev yek dê bi hemahengiyeke zêdetir li gel Îraqa federal, welatên herêmê, Amerîka û Rojavayê bê kirin.

Ezmûna aramiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê di salên borî de ji bo niha û paşerojê jî girîng e. Divê Herêma Kurdistanê xwe di ser çend salên bêîstîqrariya navxweyî re hol bike ji bo ku siyaseta xwe ji bo paşerojê formule bike. Aramiya navxweyî ji bo Herêma Kurdistanê girîng e û pêwîstiyeke dîrokî ye ji bo ku li deverê aramtir, bihêztir û bibandortir be.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)