Referandûm û helwesta mirovî

Hevbendiya netewî, her tim di rojeva me de babeta sereke ye. Em wê dixwazin, lê nabe! Em dest bi sedeman bikin, dawî lê nayê. Weke her carê, em dikarin bar bixin stûyê partiyan. Dîsa jî encam nade. Gelo em xelet nakin? Çima em ji keysên herkesî bîne cem hev dest pê nakin?

 

Ji dîroka nêzik, ew keys

 

Di serdema 1970an de Kurdistan ji hişmendî û tevgera îro dûr bû. Dîsa jî şikestina tekoşîna Başûr ya 1975ê, bandora erdhejî li Kurdan kir. Hest û hêrsa hevpar rû da. Ya kêm, tevger bû. Êş û şermiyê, li seranserê Kurdistanê lez da tevgerbûn û tekoşînê.

 

Serdema 1980an li rojhilata Kurdistanê tekoşîna netewî û komkujiyên Xumeynî, hestyariyeke hevşîp afirand.

 

Li Bakur bi 1980ê zilma artêşa tirk, bi taybetî jî ya li Girtîgeha Amedê û berxwedana girtiyên kurd, li hemû Kurdistanê deng da. Qîrîn, mizgîniya vejîna Bakur bû. Serdema dîrokî ya dûvre, berhema wê qîrînê ye.

 

1991ê li Başûr raperiya gel û koçberiya hima dûvre, Kurd rakirin ser piyan û rayagiştiya dinyayê jî. Xweseriya Başûr, rasterast bû berhema wê raperî û karesatê.

 

Şingal bû sedemê peqîna hestên neteweyî. Kobanîyê ew şopand. Di ya Şengalê de qelsiyên navxweyî, yên şermiyê ne. Û hezar caran mixabin, em hê nikarin wê şermiyê bikolin!

Şingal û Kobanî bi her awayî ketin rojeva navneteweyî. Wan bi êş û berxwedana xwe, tevkariyeke heya bêjî li doza kurd kirin. Mixabin ew du aliyên bûyerê, hene.

 

Ma êş û xwîn, av û xerca keysê ye?

 

Erê. “Azadiya belaş tineye”. Lê her carê qelsiyên navxweyî, berdêl giran kirine. Kengê Kurdan xwe şidandine, tişt bi dest xistinê. Lê di serdemên asayî de terpilîne, gêj bûne, xeletî kirine, hay ji destkeftiyên xwe nebûne, gava ew ji wan dizîne, ew bêçare mane. Qey me, êş û xwîn kiriye qedera xwe. Çima em nikarin destkeftiyan biparêzin? Çima em nikarin di deştê de bimeşin?

 

Naîfî?

 

Naîfiya me, diyardeyeke civakî û dîrokî ye. Ew, şîrovekirina bîrdozî, polîtîk û zanistî pêwîst dike. Em ji dîroka xwe, ji rewşa navxweyî û navneteweyî bûyerê baş zanin. Ma me ne ji ber naîfiyê li Bakur destkeftiyên xwe ji dest dan?

 

Hevidar im, me ji serpêhatiyên xwe fêr girtine. Hêvidar im li kîjan beşê be jî, êdî em rê nadin wê naîfiya nêzî hişsivikiyê.

 

Lûtke û zerzengê boçûnê: Referandûma Başûr

 

Gava em dibêjin yekîtiya netewî, rasterast kongreya netewî tê bîra me; “Wê partî werin cem hev û wê pirs bi yek derbê çareser bibin”. Lê mînakên jorê tiştekî din dibêjin. Erê em dikarin bi keda xwe pêvajoyê kurt bikin, lê ku ew astengiya sîyaseta herêmî û navdewletî nebûya...

 

Dîsa jî şensê me heye. Çima em ji ya herî lihevhatî dest pê nakin? Me li Kobanîyê kir, encam da. Li Şingalê encam da. Vêga ew keys bi referandûma Başûr careke din ketiye dest. Va keysa zêrînî ya hevbendiya netewî.

 

Li beşên din jî

 

Referandûma Başûr, berhema hevbendiya partiyan û yekîtiya gel e. Beşên din jî, dikarin mînakê bişopînin.

 

Gotin tê Bakur û Rojava, PKK û PYDê. Bi salan KNK xebata kongreya netewî dike, lê di ciyê de dihejmêre. Çima? Ji ber ku rastiyên jorê naşopîne. Ji ber ku tenê fermanên PKKê dibîne. Bi wî awayî, bi simbel û por boyaxkirinê kongre nabe.

 

Mînaka Başûr, dikare xwe li Rojavayê dubare bike. Lê tiştên li wir dibin, mîsyona KNKê yekcar bêwate dike. Ka bila PYD dijberan negre, wan mişext neke, rê bide xebata wan, bikaribe hevalbendiyekê ava bike, wê çawa tevkarî li kongreya netewî bike.

 

Rewşa Bakur dibe tevlihevtir e, lê li wir jî ji kêmayî ve li ser parastina mafên sivîl dikarin hevbendiyekê ava bikin. Em nikarin serpêhatiyên dîrokê “tine” qebûl bikin. Formulên razber û bîrdoziyî, encam nadin. Divê pî ji erdê bigre.

 

Li kîjan beşê mijar pijiyabe, divê piştgirî birije wir. Vêga keys bi referandûmê li Başûr e. Pîvana welatparêziyê, piştgirî ye. Serkeftina referandûmê, wê tevkarî li beşên din bike.

 

Referandûm, pirsa hemû kurdan e

 

Bi nav dibe ya Başûr be, lê di rastiyê de ew xema hemû Kurdistanê ye. Dijmin û dostên kurdan jî, wisa li bûyerê dinêrin. Başûr bi êş û xweşiya xwe re, ya hemû Kurdan e.

 

Mehneya piştgirî-nedayînê tineye. Di sernivîsê de min bi zanebûn “Helwesta mirovî” bi kar anî. Ji ber ku “Destnîşankirina çarenûsê”, bi navnetewî mafekî rewa ye. Ew, ne tenê ya netewî lê piştgiriya mirovî jî heq dike.

 

Ji xweperestên Başûr re jî çend gotin: Başûr, beşeke Kurdistanê ye. Li himber beşên din berpirsiyariya Başûr heye. Referandûm tenê destpêk e.