Nêçîrvan Barzanî, sultan Qabûsekî din
I
Hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Serok Trump, gelek li ser hat gotin û nivîsandin. Lê bi hemû pîvanan û di vê rewşa ku niha navçe tê de derbas dibe, dîdareke dîrokî bû. Ne giring e çawa hat rêkxistin an çend xulek bû, ya giring ew e ku di wê hêwirzeya Davosê de, derfeta Trump a dîtina serokê herêmeke biçûk a bê dewlet hebû. Ev jî di demekê de ku Serok Nêçîrvan Barzanî hêj dawetnameya fermî ya çûna Koşa Spî jî her li cihê xwe ye.
Karnameya serokatiyê ya Nêçîrvan Barzanî di serdema hikûmetê de, karnameyeke geş e û şûntiliya wê bi avedanî û pêşketina Kurdistanê ve di çêkirina jêrxana aborî de ta çend nifşên din jî her tê behskirin. Lê ya herî muhîm ew balansa konevanî ya navxweyî, herêmî û navneteweyî ye ku piştî 16ê cotmehê, careke din nasnavê qehremantiyê bo pêşmergeyan li ser asta navneteweyî vegerand û pirên hilweşiyayî yên konevanî nûjen kir û dorpêça ser Kurdistanê şikand.
Li hundirê Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî bi wê yekê tê naskirin ku heke PDKê hemû deriyên xwe bigire jî, hêj deriyê wî vekirî dimîne û wek serokê Herêma Kurdistanê rola navendî dilîze ku sazî bibe sîwaneke mezin a konevanî û niştimanî û civînên dewrî navbera partiyên konevanî yên derve û hundirê hikûmetê. Hevdem çêkirina tifaqeke konevanî di meseleyên niştimanî de li Bexdayê û ragirtina hevsengiyê di hevrikiya Îran û Amerîkayê de, cihê li ber sekinîn û rêzgirtinê ye. Şanderên dîplomatîk û nûnerên wan dibînin Barzanî çiqasî dilgerm e da rê nede ku herêm bibe qada hevrikiyê.
Bi têbînîkirina dîdarên Nêçîrvan Barzanî li Davosê (ku piraniya wan welatên hevdij bûn), pêkan e bê gotin ku êdî di konevaniyê de hemû hêkên Kurdistanê ne di hundirê selikeke tenê de ne û herêmeke biçûk jî dikare di hevkêşeyên navneteweyî de roleke mezin bilîze. Dibe ku jeostratejiya Kurdistanê di serwetên nedîtî de be û Serok Nêçîrvan Barzanî jî li gor wê nerînê roleke din bilîze ku ew jî xwe di navbijvaniya herêmî de dibîne û ti aliyek jî bi hesasiyet pê re tev nagere. Bileks serkirdeyeke ji zimanê gişkan çê fêm dike.
Çîroka du kurdan
II
Di dema navbera saetekê de li Davosê, yek li pey yekî serok Trump du Kurd dîtin. Cara yekem Serok Nêçîrvan Barzanî û piştî wî jî Serok Berhem Salih. Helbet dibe ku pêşxistina dîdarê ligel Serokê Herêma Kurdistanê û ew germ û coşî û cureyê pêşwaziya Barzanî gelek gotinan li xwe bigire. Di demekê de ku duyem Kurd ê wek serokê Iraqê dît, ew kêf û zewqa wî nebû, ta astekê jî rûtirş û tund bû.
Li pişt deriyên girtî qala çi hatiye kirin, beşekî wê yê kêm di medyayê de reng vedide. Lê dîdara Serok Berhem ligel Serok Trump, cadeya iraqî jî kir du beş. Hinekan wek sivikatiyekê bi serweriya Bexdayê lê mêze kir û tew gef li serok xwarin ku nabe Trump bibîne û beşekî din jî piştevanê wî bû. Vajî vê çendê, dîdara Serok Nêçîrvan Barzanî medya û medyaya civakî tije kir û wek destkefteke neteweyî ya mezin hat dîtin û nirxandin.
Li derveyî van gişkan jî, ev dîdar bo herdu serokan beşek bû ji hilberîna konevanî ya navxweyî jî ku bo Serok Nêçîrvan Barzanî pêgeha serokatiya wî qayîmtir dike û mizgînderê roleke nû ye jî. Çavê Serok Berhem jî lê ye ku hem bikare kursiyê Bexdayê biparêze û hem jî kursiyê serokatiyê di nav YNKê de misoger bike. Ji bo pêngava duyem jî Lahur Şêx Cengî xistibû nav şanda Iraqê bêyî ku ti post û payeyeke wî hebe. Vê jî wisa kir ku hem li nav YNKê û hem di nav PDKê de jî karvedanê bi dû xwe de bîne. Dûr jî nayê zanîn ku PDKê ji niha bi şûn de ji berê bêtir lê tund bike. Bi taybetî tevî ku herdu serok li Davosê bûn, lê ti nûçeyeke fermî li ser dîdara wan di medyayê de nehat weşandin û ev bi xwe cihê pirsê ye.
Mela Helo
III
Ya rast ne xeletiya Mela Helo ye ku her carê ketinekê dike û medya û raya giştî bi xwe ve mijûl dike, paşê derxikeke poşmaniyê vedibîne (wek tiştê li hemberî hunermend Marya Hewramî kir) û jê re diçe serî jî, tew xeletiya dozgerê giştî ye ku di van meseleyan de bêdeng e.
Îcar tiştê ku destê Mela Helo û kesên mîna wî vekiriye, ew fetwa ne ku wext û ne wext li beramber maf û azadiyên jinan derdikevin. Wek ku ti kêşeyeke civaka kurdî nebe ji bilî zarokên bilûrî û şofêrtiya taksiyê bo jinan! Îcar melayekî din jî qît dibe û doza fetwayeke din li ser saziyên jinan û girtina wan dike.
Bi pîvana Mela Helo, hemû însanên azad ên Kurdistanê, bêyî ku ti teksteke olî bikare piştevaniya sivikatiya wî bike, ketine ber dijûna herî kirêt, lê hêj Mela derdikeve ser ekrana televîzyonê û berevaniya xwe dike!
Ev diyardeyeke xeternak a DAIŞî ye û teror e di kirasekî din de. Bêdengî li beramber vê diyarokê wisa dike ku ew gera metirsîdar geştir bibe, çimkî gelek in li Kurdistanê ku bi dil û can ji gotinên Mela Helo û yên wek wî bawer dikin.