Nêçîra mirovan di navbera Vinterberg û Ferhadî de

 

Nêçîr “The Hunt” fîlmekî dramî ye ji derhênana derhênerê danmarkî Thomas Vinterberg e û sala 2012an çû ser perdeya sînemayan. Ev fîlm bû kandîdê wergirtina gelek xelatên girîng wek Oscar, Golden Club û Festîvala Fîlman a Cannesê.

 

Di sala 1995an de, Vinterberg bi Lars von Trier re Sînemaya Dogme 95 damezrandin. Dogme 95 tecrûbeyeke nû bû di sînemaya danmarkî de ku ji aliyê van herdu derhêneran ve li dijî hemû yasa û qeyd û bendên klasîk hat avakirin, nemaze yasayên ku bûbûn kelem li ser rêya dirustkirina fîlmekî.

 

Herdu derhêneran manîfestoyek li jêr navê “Soza Pakbûnê” derxistin ku di 10 xalan de amaje didin wan taybetmendiyan ku, divê derhêner di dirustkirina fîlmekî de li ber çav bigire. Yek ji xalên berçav ên Dogme 95 ew e ku damezrênerên vê şêweya sînemayê, rijd in li ser wê yekê ku her fîlmek bê çêkirin, divê di rastiyê de rû dabe û behsa kêşe û pirsgirêkên civaka derhêner bike.

 

Lewma bandora fîlm pir zêdetir e li ser şêniyên navçeyê bixwe ji şêniyên welatên din. Fîlmê “Nêçîr” rast e ji wan fîlman e ku ev taybetmendî tê de heye û her ji pêşî ve derhêner atmosfereke bi temamî danmarkî nîşanî me dide. Lê çîrok û naveroka fîlm balkêş in ku pêkan e trajediyek be li nav her civakekê û bi dîtina wê, hesteke hevbeş li ba me dirust bike.

 

Çîroka fîlm û peyam û nameya ku derhêner dixwaze bi rêya fîlm nîşanî me bide, me dibe ba fîlmekî Esxerê Ferhadî bi navê “Derbarê Elly” ku min beriya niha jî tiştek li ser nivîsandibû.

Fîlmê Ferhadî çend salan beriya vî fîlmî hatiye çêkirin. Herdu derhêner bi awayekî ji awayan hukmê pêşwext û nerîna nelojîk a mirovên serdema xwe dikin babeta fîlmê xwe û ev regeza bi zahirî sade bûye meraqa herdu derhêneran.

 

Çîroka fîlmê “Nêrçîrê” behsa jiyana kesekî bi navê Lucas dike ku mamosteyekî dilnerm û dilovan e û her ji pêşî ve fîlm bi vî rengî nîşan dide ku kesayetiyeke dilsoz û cihê baweriya xelkê ye û hemû rêza wî digirin û jê hez dikin. Lucas ku nû ji hevjîna xwe cuda bûye û hemû fikrê wî ew e ku bikare kurê xwe bîne ba xwe û tevî vê jî rojane hevdem ku mijûlî karê xwe ye, bi hevrêyên xwe re dicive û demên xweş derbas dikin.

 

Hertişt bi xweşî û normal diçe û fîlm bi berdewamî nîşanî me dide ku Lucas kesekî çiqasî dilnerm e û çawa bi zarokên bexçeyê zarokan re bi dilovanî tevdigere heta roja ku derewa zarokekî tevahiya jiyana Lucas serobinî hev dike.

 

Klara şagirta Lucas e û ji ber guhnedana dê û bavê wê rastî kêmbûna hest û sozdariyê hatiye, di dinyaya xwe ya zaroktiyê de ji Lucas hez dike û dema Lucas bi zarokan re dilîze û xwe bi henekan dimrîne, Klara tê û devê Lucas radimûse. Dûre Lucas jê re dibêje: Klara devê kesekî ji bilî dê û bavê xwe neramûse. Klara ku li jêr bandora dîtina hinek tevgerên xirab ên birayê xwe ye, dûre hinek tiştan li ba rêveberê mektebê tîne zimên û wan wêneyên ku li ba birayê xwe dîtine, dixe stûyê Lucas!

 

Rêveberê dibistanê Lucas ji kar diqewitîne û çîrok di nav xelkê de belav dibe û polîs Lucas dibin. Êdî Lucas cihê baweriyê namîne, xelk lê didin û segê wê dikujin û kesayetiya wî ya civakî dişke û riswa dibe.

 

Piştî çend bûyerên nexweş ku ew û kurê xwe rastî wan tên, bêtawaniya Lucas derdikeve û xelk pê re li hev tê. Lê di dîmena dawî de gava Lucas tevî kurê xwe û hevrêyên xwe diçe nêçîrê, kesek guleyekê lê dide. Herçiqasî gule lê nakeve jî, lê derhêner nîşanî me dide ku ew dawiya tehl a jiyana Lucas, tevî hukmê dadgehê ku ew wek bêtawan hesibandibû, bidawî nehatiye.

 

Fîşeka dawiyê nîşana wê yekê ye ku Lucas hertim li jêr rehma fîşekeke nediyar dijî. Civak nexweş e û nikare şik û gumanên xwe pak bike. Vinterberg dixwaze bêje ku reftara mirovan çawa dikare di demeke kin de zû biguhere, lewra di nava fîlm de jî çend caran amaje dide wan çaxên ku fîlm tê de rû dide.

 

Derhêner bi hûrbînî diyar dike ku reftara mirovan çiqasî dikare bi hatina bûyer an gumaneke nepiştrastkirî biguhere. Yê ku heta duh cihê pesindanê bû, îro dibe dijminê wan û wek kesekî bê exlaq lê dinerin.

 

Mijara fîlm di gelek fîlmên sînemayê yên din de dubare bûye. Lê derhêner bi şêwaza xwe ya realêst û beloq, ji her fîlmekî din bêhtir hesta me hişyar dike û me birîndar jî dike. Derhêner nîşan dide ku reftara xelkê reftareke çiqasî serveyî û derewîn e û tenê xwe di dema bûyer û qewimînan de kifş dike.

 

Ferhadî jî di fîlmê “Derbarê Elly” de bi heman awayî vê mijarê dike objeya fîlmê xwe û tê de behsa wan hukmên pêşwext ên mirovan dike ku li ser derdora xwe ferz dikin bêyî ku hest bi ti tawanekê bikin. Wek ku di dema qewimînan de her mirovek da xwe pak bike, li qurbaniyekî digere da bi rêya wî hem tawanan bixin stûyê wî û hem jî xwe pak bikin.

 

Fîlmê “Derbarê Elly” çîroka çend malbatên îranî ye ku çend rojan ji bo bêhnvedanê diçin bakurê Îranê û li perava deryayê derbas dikin. Elly ku mamosteya zaroka yekê ji wan malbatan e bi navê Spêde, bi dawet û daxwaza wê bi wan re sefer dike. Spêde bi wê mebestê daxwaz dike bi wan re bê da bi hevrêyekî wan re ku nû ji Almanyayê hatiye, hev nas bikin û eger çêbû bizewicin.

 

Ji pêşî ve û heta nîvê fîlm hemû bi çavekî erênî li Elly dinerin û wê wek keçeke baş û giran û dilovan wesf dikin û çend xisletên baş pê ve dikin. Heta bûyerek rû dide û Elly di avê de dixeniqe û dûre xortek ku xwe wek dergistiyê Elly dide naskirin tê û… her tişt piştî vê bûyerê berovaj dibe. Elly êdî ne ew keça pak û giran e, lê dibe keseke bê exlaq ku tevî ku dergistiyê wê hebû, bi wan re çûye û xwestiye zilamekî din nas bike!

 

Bêyî ku kes ji wan rastiya çîrokê zanibe, dest bi dayîna hukmên pêşwext dikin da wijdana xwe rizgar bikin. Elly dikin qurbaniya ku xwe bi rêya wê pak dikin û xwe bêtawan nîşan didin.

 

Herdu fîlm wê rastiyê nîşan didin ku meyleke veşartî ya mirovan bo xirabiyê heye. Lê ew vê meyla pîs bi maskeya exlaqvanî û tevgerên şaristanî vedişêrin. Herdu fîlm wê pirsê tev didin ku gelo bi rastî di dema rûdanên bi vî rengî de reftara exlaqî reftareke çawa ye?

 

Gelo reftara sincî di koka xwe de ne ew e ku mirov xwe ji biryarên pêşwext biparêze û hukmên pêşdem ji jiyana xwe biavêje derve! Çimkî pişka herî zêde ya hestên nexweş û reftarên me yê nemirovî berhema hukmên pêşwext bixwe ne.