Dogan: Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê got, “Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye, di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye.”

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê derbarê mijarên di rojevê de ne li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.

Ayşegul Doganê nerazîbûn nîşanî girtina Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî da.

“Dixwazin bi rêya Ozer peyamê bidin Stenbolê”

Doganê derbarê girtina Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm wiha got:

 “Eger em bi hev re ji qeyûm re nebêjin na, eger em dengekî xurt dernexînin dê bêhiqûqî, newekhevî û bêedaletî mezintir bibin.

Kesê hedef hatiye girtin, şaredarek e ku bi rêya Lihevkirina Bajar hatiye hilbijartin.

Lewma divê mirov ji gelek aliyan ve binirxîne. Dixwazin hem peyamê bidin Lihevkirina Bajar hem jî bidin Stenbolê. Naxwazin mixalefeta demokratîk xurt bibe.

Li rexekî dê qeyûm tayînî mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê bikin û li rexa din jî dê ji ber Kurdbûnê wî bigirin.

 Ev nayê qebûlkirin. Ev ne tenê DEM Partî û CHPyê eleqedar dike. Her kesê lihevkirina civakî û aştiyê dixwaze li dijî vê ye.”

“Nîşanî me da ku Komar tenê ya etnîkekê ye”

Ayşegul Doganê bak kişand li ser gotinên Erdogan û got:

“Serokkomar duh digot cihê hiqûq lê tine be, edalet nabe. Ma êdî dê bêhiqûqtiyeke çawa hebe. Nûçeya tayînkirina qeyûm û kitekitên operasyonê em li ser medyayê hîn dibin.

Dibêjin ev komar bi qasî ya Tirkan ya kurdan jî ye. Lê hîn saet bi ser re derbas nebûn ku careke din nîşanî me dan ku komar tenê ya çînekê, komekê, mezhebekê û etnîkekê ye.”

“Rewşeke ku em bibêjin pêvajo ye nîne”

Doganê têkildarî pêvajoya nû û banga Bahçelî ya derbarî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî wiha got:

“Ji bilî gotinên Erdogan û Bahçelî ti rewşeke ku em wekî pêvajo pênasî bikin nîne.

Di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatab diyar e. Ji bo bi rêyên aştiyene were çareserkirin muxatabê sereke birêz Ocalan e.”

“Helwesta CHPyê girîng e”

Derbarê helwesta CHPyê de jî Doganê got:

“Helwesta CHPyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd girîng e, em ji berê de vê dibêjin.

Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, CHP jî xwedî berpirsyariyeke girîng be û divê ew berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Heta niha daxuyaniyên ku Serokê Giştî yê CHPyê dane ne li hemberî çareserkirina pirsgirêka Kurd in.

Dibe ku ew rê û rêbazên cuda pêşniyaz bikin, dibe ku partiyên siyasî yên dîtir jî rê û rêbazên cuda pêşniyaz bikin.

Lê ev nayê wê wateyê ku xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd didin alî yan jî naxwazin ev mijar bibe mijara nîqaşê.

Hin pirsan dikin, hin pirsên wan mafdar in, li ser hin pirsên wan dibe ku em wekhev nefikirin, hin helwestên wan dibe ku ji aliyê me û raya giştî ve bên rexnekirin. Ev tiştên cuda ne.

Lê ji xeynî vê bi vê pirsê careke din ez dixwazin li ser navê DEM Partiyê bangewazî bikim.”

“Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye”

Di berdewamiya axaftina xwe de Doganê got:

“Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî mezin a kêmasiya demokrasiya Tirkiyeyê ye.

Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêkeke herêmî ye, ya Rojhilata Navîn e.

Pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkeke navnetewî ye.

Divê ev mesele îcar di duyemîn sedsala Komara Tirkiyeyê de bê çareserkirin û divê rê û rêbazên demokratîk û diyalogê bên dîtin.

Belê, rast e meclîs bingeheke gelekî girîng e û bêyî meclisê nabe lê bi lingekî jî nabe.

Em dizanin li dinyayê jî pirsgirêk çawa hatine çareserkirin. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî vê meseleyê nîqaş bike.

Divê meclis jî vê meseleyê nîqaş bike, dereng jî maye.

Hemû partî bila werin bibêjin ka çi difikirin. Nexşerêya wan çi ye? Ev pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê dê çawa bê çareserkirin.

Helwesteke baş yan xerab bila niyet ew be ku em li ser çareserkirinê li hev bikin û em li ser rê û rêbaz û nexşerêyan biaxivin.

Em wekî DEM Partiyê ji bo vê yekê vekirî ne û her dem jî me bangewazî kiriye.”