PWK: Girtina Ozer tinehesibandina îradeya demokratîk e

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) girtina Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî şermezar kirin.

Serokê Şaredarîya Navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozer duh li Stenbolê hat desteserkirin û paşê jî eynî rojê bi îdiaya “endamtiya PKKyê” bi biryara dadgehê hat girtin.

Ahmet Ozer piştî ku hat girtin, bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji erkê xwe yê şaredariyê jî hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

PWKyê girtina Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

“Ev êriş li ser nasnameya Ozer a Kurdbûnê ye”

PWKyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Girtina Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li ser Şarederya Esenyurtê binpêkirin û tinehesibandina îradeya demokratîk a dengderên Esenyurtê ye.

Her wiha êriş û çavtirsandinek e ku li ser nasnameya Kurdî ya Ahmet Ozer e.

Em girtina Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li ser şaredarîya Esenyurtê şermezar dikin.

Divê Ahmet Ozer demildest bê berdan û vegere ser serokatiya Şaredariya Esenyûrtê.”