Erdogan hemû dozên xwe yên li dijî Akşenerê vekişandin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hemû doz û giliyên ku li dijî seroka berê ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê vekiribûn vekişandin.
Huseyin Aydinê parêzerê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku 3 lêpirsînên “heqaretê” û 4 dozên tezmînatê yên ku Erdogan vekiribûn bi biryara wî hatin vekişandin.
Huseyin Aydin got, “Birêz Serokkomarê me, hemû doz û giliyên xwe yên derbarê Meral Akşenerê vekişandin.
Di vê çarçoveyê de 3 dosyayên lêpirsîna ku bi îdiaya heqareta li serokkomar hatibûn vekirin hatin betalkirin û 4 dozên tezmînata manewî jî hatin vekişandin."