Lêkolîn – ‘Ji rewşa xirab a aboriyê AK Partî û Erdogan berpirs in’

31-10-2021
RÛDAW
Nîşan Lêkolînên Avrasya Kemal Ozkiraz Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Lêkolînên Avrasyayê, xelk ji rewşa xirab a aboriyê AK Partî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berpirs dibîne.

Serokê Lêkolînên Avrasyayê Kemal Ozkiraz, encama rapirsiya herî dawî ya li 26 bajaran bi 2 hezar û 460 kesan re hatiye kirin eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan “Hûn bawer dikin Erdogan aboriyê baş birêve dibe?” hat pirsîn. %62.1ê beşdarvanan bersiva “Xirab birêve dibe” dan. %21.1ê bersiva “Baş birêve nabe” dan. %16.8 jî bersiva “Ne baş, ne xirab” dan.

Dîsa ji beşdaran pirsa  “Ger hikûmet bê guhertin dê aborî baş bibe?” hat pirsîn. %48.1ê bersiva “Aborî dê hîn baştir be” dan. %32.1ê bersiva “Aborî dê hîn xirabtir be” dan. %16.3 bersiva “Tiştek naguhere” dan û %3.5 jî bersiva “Nizanim” dan.

`4 kes dê aboriyê ji Erdogan baştir birêve bibin`

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Kî dikare aboriyê ji Erdogan baştir birêve bibe?” hat pirsîn. Di bersivan de bi %63.4 dengan Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan di rêza yekem cî girt, bi rêjeya %59.1 Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu di rêza duyem, bi rêjeya %57.3 Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener û bi %55.8 Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di rêza çarem de cî girt. Dengên her 4 siyasetmedaran jî ji yên Erdogan zêdetir bûn.

Ji beşdaran hilbijartina pêşwext jî hat pirsîn. %62yê beşdaran got, pêwîst e hilbijartinên pêşwext bên kirin. %29.6 got pêwîst nake hilbijartinên pêşwext bên kirin û %8.4 bersiva “Em bêbiryar in” dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst